Hêzên Îraqî dest bi operasyonên ewlehî kirine li derdora navçeya Şengalê da ku bermahîyên "Dewleta Îslamî"(DAIŞ) bigerin, berpirsekî xwecihî li navçeyê Înê (26ê Tîrmehê) ragihand.
Firqeya 15mîn ya artêşa Îraqî, Lîwayê 10ê yê Hawarîyê yê polîsê Nînewayê, ajansên hewalgirî û şervanên Êzîdî belavbûn û çalakîyên xwe qayim kirine da ku li şanên DAIŞê û cihên nepenî li derdora navçeyê bigerin, bi taybet li deverên dûrdest ên li Çiyayê Şengalê, Xwedêda Cûkî, yê ku birêveberê bi wekalet ê devera Sinûnîyê ya Şengalê got.
Wî eşkere kir ku roja Çarşemê hêzeke ewlekarîyê maleke vehesînê kifş kir di operasyoneke lêgerînê de li devereke çiyayî ku bermahîyên DAIŞê xwe lê girtibûn.
"Yekser pevçûn di nav herdu alîyan de çêbûn, di encamê de, herî kêm pênc terorîst hatin kuştin," Cûkî got, û not kir ku hêzên Îraqî bê xisar ji operasyonê vegeriyan.
Kembereke teqîner û mêjerine xwarin û derman li wî cihî hatin dîtin, cihê ku bi temamî tev hemû tiştên tê de hatin wêrankirin.
Endamên DAIŞê hewl didin ku "tirsê belav bikin"
Êrîşa li ser mala vehesînêç piştî komeke endamên DAIŞê du Êzîdî ji Çîyayê Şengalê revandin pêk hat, bûyer li nêzî gundê Xan Şehwanî li navçeya Sinûnîyê çê bûbû.
Cûkî got ku laşê Husên Xelef, şervanekî Êzîdî yê navdar e û di gelek şerên li dijî DAIŞê de beşdar bûye û laşê Hacî Hesen, yek ji hevrêyên wî ye, di demjimêrên seretayî yên Çarşemê de hatin dîtin.
Wî got ku DAIŞê hewl dide bi rêya van tawanan ku bandorê li moralan bike û tirsê bixe dilê xelkê, lê hejmara wan kêm e û ew newêrin raberî hêzên ewlekarîyê derkevin.
"Hêzên me hemû bajarokan [ên Şengalê] kontrol dikin û aramîyê li wir berdest dikin," wî got, û hêvîya xwe anî ziman ku xebatên ewlekarî yên nû dê dawîyekê ji gefên ku bermahîyên DAIŞê û şanên razayî disepînin deynin.