Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Dora 1,200 zarokên DAIŞê li Îraqê ne

Xalid Taî

Ev zarokên ji dêûbavên DAIŞî re ne, di wanegehekê de li navendeke çaksazîyê ya Îraqî tên dîtin. [Wezareta Dadê ya Îraqê ev wêne roja 17ê Sibatê post kiriye]

Ev zarokên ji dêûbavên DAIŞî re ne, di wanegehekê de li navendeke çaksazîyê ya Îraqî tên dîtin. [Wezareta Dadê ya Îraqê ev wêne roja 17ê Sibatê post kiriye]

Komîsyona Serbixwe ya Bilind bo Mafên Mirov li Îraqê Çarşemê (24ê Tîrmehê) eşkere kir ku bi giştî 1,191 zarokên endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) aniha li Îraqê di zindanan û navendên çaksazîyê de li seranserê welat girtî ne.

Komîsyonê raportek ji Wezareta Dadê wergirt derbarê hejmara DAIŞên Îraqî û zarokên biyanî yên di navendên çaksazîyê yên taybet bi sîpekan de, peyvdarê komîsyonê Elî Beyatî wiha got.

Ev hejmar zarokên ku dêyên wan bi wan re di girtîgehên wezaretê de girtî ne dihundirîne, wî wiha ji Diyaruna re got.

"Bi giştî 1,191 zarok hene, 21 ji wan Îraqî ne û yên din hemû biyanî ne," wî got, û da zanîn ku ew di dema şerê li dijî DAIŞê de hatine girtin.

Beyatî daxuyand ku hinek zarokên temen biçûk gunehbarîyên têkildarî terorîzmê li dijî wan hene, û yên din ji alîyê dadgehê ve hatine sûcdarkirin û aniha ew cezayên xwe di navendên çaksazîya sîpekan de diqedînin.

Wî da zanîn ku zarokên li jêr temenê sê salan li zindanên jinan tev dêyên xwe yên DAIŞî yên Îraqî û biyanî tên bicihkirin, yên ku ji ber terorîzmê tên cezakirin.

"Dora 700 jinên biyanî ji ber gunehên têkildarî terorîzmê li Îraqê girtî ne," wî got, û da zanîn ku ev hejmar tê guhertin ji ber hinek yan tên bêrîkirin yan jî heyama zindanîkirina xwe diqedînin û tên serbestberdan.

Wî got ku di van rewşan de, hikûmet têkilîyê bi welatên wan re dikin bo wan û zarokên wan pêşwazî bikin, û dayikên ku di zindanê de ne zarokên wan ji wan tên standin.

Di her sê salên borî de, Wezareta Derve473 zarokên biyanî radestî welatên resen ên dêûbavên wan hatine kirin piştî xebatên diplomasî û hikûmî, wezaretê 15ê Tîrmehê ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500