Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Miştbûna zindanên Îraqê tirsên ji ramanên tund zêde dike

Xalid Taî

Berpirsên Îraqî serdana Girtîgeha Navendî ya Nasirîyayê dikin di 1ê Nîsanê de da ku şert û mercên di hundirê zindanê de seh bikin. [Wêne ji Komîsyona Bilind ya Serbixwe bo Mafên Mirov li Îraqê hatiye wergirtin]

Berpirsên Îraqî serdana Girtîgeha Navendî ya Nasirîyayê dikin di 1ê Nîsanê de da ku şert û mercên di hundirê zindanê de seh bikin. [Wêne ji Komîsyona Bilind ya Serbixwe bo Mafên Mirov li Îraqê hatiye wergirtin]

Zindanên Îraqî cihê ku gumanbarê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di wan de hatine girtin gelekî mişt in û xeter heye ku bibin erdeke biber ji îdîolojîya tundrew re, pisporan ji Diyaruna re ragihand.

Hikûmetê di meha Hezîranê de biryara planekê derbarê firehkirina zindanan da, lê piranîya zindanan û navendên girtinê bi birêveberîyên nebaş rapêçkirî ne û gelekî bi zindanîyan mişt in, ku gelek ji wan ji ber sûcên tawankarî yan ji ber terorîzmê girtî ne.

Li gorî hin texmînan, Îraq "20,000 girtîyên guman heye ku têkilîya wan bi DAIŞê re heye" digire, parlementerê Îraqî Qusey Ebas, ê ku serokatîya komîteya parlemanî ya mafên mirov dike ev yek eşkere kir.

"Em gelekî ditirsin ku terorîst fikrê xwe yên tundrew di hundirê zindanan de belav bikin," wî ji Diyaruna re got, û hişyarî da ku zindan "erdeke biber dabîn dike, ya ku alîkarîyê dike ku ev zindan bibine dergûş û terorîst jê der biçin".

Ebas got tevlîbûna endamên DAIŞê yên gumanbar bi girtîyên din re li devrên mişt mijareke xeternak e û dibe ku "serencamên serêşker" derxine holê.

Wî got ku girtîyên ku îdîolojîya radîkal ji wan re hatiye gotin ji alîyê rêxistinên mîna DAIŞê dibe ku "sûdê ji jîngehên mîna van wergirin da ku ramanên xwe bi xelkê han bidin û bandorê li girtîyên din bikin".

"Em gelek caran serdana zindanên navendî dikin û bi awayekî demkî serdana navendên girtinê jî dikin û tiştê ku bi rastî pê şok dibin hejmara girtîyan a mezin e," wî got.

Wî daxuyand ku hinek ev çend salin girtî ne li hêvîya darizandinê ne, wî nor kir ku "ji hêla destûrî û qanûnî ve, nayê qebûlkirin ku xelk bê darizandin were girtin".

Wî teqez kir ku tev ku dê were misogerkirin ku proseya dadmendî dê di dema guncan de pêk were, divê hikûmet xebatên xwe yên avakirin û berfirehkirina zindanan zê bike û girtîyan li gorî tawanên wan di hev veqetîne.

Erdeke biber ji tundîyê re

Rewşa zindana li Îraqê "wan dike erdeke biber ji tundîyê re li şûn ku navendek be ji guhertin û anîna ser rêyê", Enes Ezawî ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Mafên Mirov li Îraqê got.

"Em bi awayekî rêzî serdana zindan û navendên girtinê dikin li seranserî welat û di raportên xwe de me gelek binpêkirin têkildarî şert û mercên girtinê me qeyd kirin," wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî teqez kir ku desthilatdarîyê dereng bersiv da û çareserî têrê nakin, tevî ku "em alîkarîyê ji alîyê birêveberîya zindanê ve dibînin da ku karê tîmên me yên çavdêrîyê hêsan bike û ev geveke baş e".

Ezawî got ku miştbûna zindanan bi girtîyan û tevlîhevbûna niştecîyên zindanê "ku terorîstên hişk" di heman zindanê de bi tawanbarên gumanbar re ne, tiştekî nîgeranbar e.

Wî da zanîn ku divê hikûmet bi lez guhertinan cîbicî bike da ku hejmara girtîyan di her navendekê de kêm bike di rêya çareserkirina rewşên wan girtîyên ku li hêvîya peygerîn û darizandinan ne.

Wî got ku divê zindanine nû yên ku pîvanên mafên mirov pêk tînin werin vekirin.

Herwiha wî pêşniyaz kir ku giranîyê bidin programên tahîlkirina derûnî û reftarî ji bo girtîyan herwiha însyatîfên aşnayîya çandî û olî yên "ku xeterîya îdîolojîyaên tund ronî dikin".

Nînewa derdê kêmbûna zindanan dikişîne

Navendên girtinê gelekî li parêzgeha Nînewayê kêm in, endamê encumena parêzgeha Nînewayê Xezwan Dawudî ji Diyaruna re eşkere kir.

"Aniha sê navendên girtinê yên demkî ligel me hene li Mûsil û Tel Keyfê ku mişt girtî ne heta asta ku hola ji bo çalakîyên guhertinê jî hatiye terxankirin aniha mişt girtî ye," Dawudî got.

"Raportên me pêwîstîya çareserkirina pirsgirêka miştbûnê û pêşxistina xizmetguzarîyên ji girtîyan re tên dabînkirin teqez kir" wî got, û bang li hikûmetê kir ku bi lez ew girtîyên hukim li wan hatiye birîn ber bi zindanê federal ve biguhêze.

Wî got ku 2,000 girtî hene ku hukim bi tawanên terorîzmê li wan hatiye birîn û gelek hukman diqedînin, û anî ziman ku "ti hewcedarî nîne di navendên girtinê de li parêzgehê bimînin".

Wî got ku divê ev girtî karibin hukmîn xwe li zindanên federal ên li seranserî welat hene biqedînin.

Wî daxuyand ku dema ew li navendên girtinê dimînin cihê ew dikarin tevlî girtîyên din bibin, girtîyên ku li hêvîya darizandina bo tawanên siviktir in, ew dikarin îdîolojîya xwe ya tund bo girtîyên din hîn bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Hikûmet, di kesayeta komîsyona mafên mirov de, divê wan ciwanên ku hatine xapandin bo tevlî rêzên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li ber çav bigire, yên ku destên wan bi xwîna Îraqîyan sor nebûne, û yên ku tu tawan nekirine. Ew dikarin bên azadkirin li gorî kefaleyekê û bi hebûna garantorekî bo ew vegerin jîyanên xwe yên asayî dorî tundrewîya olî û çandî. Divê ew herwiha lêpirsînên bi tohmetbaran re, encamên van lêpirsînan û gelo ew li jêr zorê hatine pêkanîn û mukurhatinên di encama lêpirsînan de bişopîne. Ew herwiha divê zindanan û rewşên wan bişopîne.

BERSIV BIDE