Nûçeyên Iraqê
Enerjî

Îran hewl dide ku şerê Sûrîyayê dirêj bide da ku deskeftîyên xwe yên taybet bi dest bixe

Welîd Ebul li Qahîrayê

Bendergeha Banyasê ya Sûrî, cihê ku keştîyên bi nefta Îranî barkirî gihane wê û da ku wan prose bikin û li bazara Sûrî belav bikin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Bendergeha Banyasê ya Sûrî, cihê ku keştîyên bi nefta Îranî barkirî gihane wê û da ku wan prose bikin û li bazara Sûrî belav bikin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Di rêya Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) û milîsên girêdayî wê, Îran hewl dide ku qezencên xwe yên aborî zêde bike, qezencên ku ew ji şerê Sûrî yê heşt sala bi dest dixe.

Dirêjkirina şerê dikeve bercewendîyên Îranê, pispor dibêjin, ew not dikin ku wê rê li ber dabînkirina xwecihî û biyanî digirt ku Sûrîya bi kel û pelan dabîn bikin da ku ew berhemên xwe yên taybet bişîne, da ku di dawî de bazara Sûrî dorpêç bike.

Tevî ku Feyleqa Pasdaran teqez kir ku ew li Sûrîyayê hazir e, lê ew dûrî zevîyên neftê maye, lêkolînerê kar û barên Îranî Fethî Seyid ji Navenda Şerq obo lêkolînên stratejî û Herêmî got.

Feyleqa Pasdaran û milîsên girêdayî wê piştgirîya hêzên rejîma Sûrî nekirin da ku zevîyên neftê ewle bikin û hêleborîyan dabîn bikin, wî ji Diyaruna re got, ev hewldaneke dîyar e ku wê dixwest bimîne kontrola jêderên neftê bike.

Sûrî li Şamê siwareyên xwe didehifînin da ku benzînê bi dest bixin ya ku li bazaran bûye tiştekî kêmpeyda. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Sûrî li Şamê siwareyên xwe didehifînin da ku benzînê bi dest bixin ya ku li bazaran bûye tiştekî kêmpeyda. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Beşekî Îranî li pêşangeha aborî li Şamê. Îran hewl dide ku bi awayekî kûr bigire ser abora Sûrîyayê di rêya kompanîyên girêdayî Feyleqa Pasdaran. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Beşekî Îranî li pêşangeha aborî li Şamê. Îran hewl dide ku bi awayekî kûr bigire ser abora Sûrîyayê di rêya kompanîyên girêdayî Feyleqa Pasdaran. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Li gorî raportên cuda, wî got, Îranê mêjerên mezin ji nefta xav, şandin û hîn dişîne Sûrîyayê.

Ev neft bi sarincîkên Îranî digihe ku barê xwe li bendergeha Banyasê dideyne, cihê ew neftê diparzine û careke din di hundirê Sûrîyayê de tê belavkirin bi rêjeya dora 60,000 bemîl rojane, wî got, li gorî texmînkirina şîrovekerên cîhanî yên paye bilind.

"Ya ku li ber çavan alîkarî tê xuyakirin lê bi rast alaveke hêzdar e ku Feyleqa Pasdaran di Sûrîyayê de bi kar tîne, herwekî ku neft nagihe Sûrîyayê heta ku nirxê yekser neyê dan di rêya xeteke danerî de ku di nav herdu welatan de hatiye çêkirin," wî got.

Ev çalakî digihine asta berhengarîyeke Îranî ya tund ji cizayên Ewropayî û Amerîkî re yên li ser rejîma Sûrî hatine sepandin û alîkarîyê pê re dikin ku di desthilatdarîyê de bimîne û şer dûr û dirêj bike heta demeke nediyar, li gel serencamine neviyanbar.

Hewcedarîya Feyleqa Pasdaran "bi demê heye ku kontrola xwe qayim bike"

Li gorî lêkolîner Şiyar Turko, yê ku pispor e derbarê milîsê girêdayî Feyleqa Pasdaran, Peyleqa Pasdaran hewl dide ku demê bi dest bixe da hebûna xwe li Sûrîyayê qayim bike di rêya xurtxirina îdîolojîya xwe re û damezrandina komên girêdayî wê li deverên cuda.

Herwiha ew dixwaze demê bi dest bixe "da ku kontrolkirina xwe li ser deberên parêzgeha Dêra Zorê ya nêzî sînorê Îraqê qayim bike, deverên mîna Meyadîn û Elbû Kemalê", wî got.

Hewcedarîya wê bi vê yekê heye da ku milîsên biyanî yên ku wê li deverê belav kirine misoger bike, di nav wan de milîsên Zeynebiyûn û Fatimiyûn, ên ku ji çekdarên Pakistanî û Afxanî pêk tên, Hereket Nujebaa ya Îraqê û Hizbulah ya Libnanê.

Derbasgeha sînorî di nav Îraq û Sûrîyayê de rêya dabînkirinê ya sereke ye ji van milîsan re, wî got.

Turko got gengaz e ku Feyleqa Pasdaran derbasgeha Elbû Kemalê bi kar bîne da ku neftê di rêya Îraqê re bi qaçaxî derbas bike, yan ew nêt dike ku xeta tirênê ya Îran- Sûrîyayê ya pêşniyarkirî bi kar bîne da ku rejîma Sûrî bi nefta xav dabîn bike.

Li gorî texmînên aniha, Îran nêzî 6 milyar $ salane li Sûrîyayê xerc dike da ku pişgirîya milîsên xwe bike, wan temwîl bike û wan bi çek bike û planên Feyleqa Pasdaran ên berfirehkirinê cîbicî bike, abornas profesorê aborîyê li Zanîngeha Eyn Şemsê Şahir Ebdula got.

Li gel piştgirîya rejîma Sûrî, wî ji Diyaruna re eşkere kir.

"Îran hewl dide ku bide xuyakirin ku ev piştgirî alîkarîya Îranî bi gelê Sûrî re ye," wî got, "lê bi rastî piranîya vê xerckirinê tê cîbicîkirin li gorîpeymanên dualî di nav herdu alîyan de."

Qezencên van weberhênan dê bibin weke deynên Sûrîyayê li Îranê, li gel ku ew dê rê li pêşîya hemû sektorên aborî û jîndar veke, mîna sektorên peywendî, enerjî û jinûveavakirin, li pêşîya kompanîyên Îranî yên girêdayî Feyleqa Pasdaran, wî got.

Ev dê bihêle ku Feyleqa Pasdaran sereke ya ku Sûrîyayê kontrol dike, wî got.

Ji bercewendîyên Îranê re ye ku kirîz dirêj bide

Ebdula got ku tiştek nikare vê rewşê biguhere ji bilî di warê serbazî de berdin Îranê ji Sûrîyayê yan jî peymanên bi Îranê re betal bikin di rêya parlemanekî nû yan hikûmeteke nû re.

Bi gotineke din, dê hewcedarî bi guhertineke cewherî hebe ku ev rejîma aniha hukim dike were guhertin da ku rewş jî were guhertin, wî got.

Ji bo vê yekê, Ebdula got, dem ji Feyleqa Pasdaran re girîng e, ji ber ji bercewendîyên wê re ye ku kirîz dirêj bide da ku planên xwe cîbicî bike.

Neft alava sereke ya ku di rêya wê re Feyleqa Pasdaran hewl dide ku kontrola xwe li ser Sûrîyayê bi dest bixe, wî anî ziman, ji ber rejîm û deverên li jêr kontrola wê di nav lepê Feyleqa Pasdaran de ne, ji ber ew wan bi pêkhatîyên neftê dabîn dike.

"Dibe ku Feyleqa Pasdaran dereng hiştiye ku keştîyên bi neftê barkirî bigihin weke alavekê da ku fişarê li alîgirên rejîma Sûrî bike" wî got, wî not kir ku alozî di nav herdu alîyan de li Dûra Zorê zêde bûye.

Ev yek bi taybet li Meyadîn û Elbû Kemalê dîyar e, cihê ku şer û pevçûn di nav herdu alîyan de çêbûn, şerê ku tê de Feyleqa Pasadarn û milîsên xwe bi awayekî tam dest danîn ser devera Elbû Kemalê.

Ev bûye korîdorekî locistî yê sereke ji Feyleqa Pasdaran û milîsên li wê deberê bi cih in re, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500