Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Şaredar: Rutba ewleh e, lê divê hişyarî berdewam be

Xalid Taî

Navgînên serbazî yên Îraqî di operasyoneke ewlehî de beşdar bibin bo armanckirina asêgehên paşmahîyên DAIŞê li biyabana li bakurê bajarê Rutbayê, roja 19ê Gulanê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Navgînên serbazî yên Îraqî di operasyoneke ewlehî de beşdar bibin bo armanckirina asêgehên paşmahîyên DAIŞê li biyabana li bakurê bajarê Rutbayê, roja 19ê Gulanê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Rewşa ewlehî li navçeya Rutbayê li rojavayê parêzgeha Enbarê seqamgîr e, û êl û hêzên elwekarîyê ji her tengavîyekê re amade ne, berpirsên navçeyê Sêşemê (23yê Tîrmehê) ragihand.

Medyaya navxweyî Duşemê ragihand ku yekînene taybet ên fewcê taktîkî yê polîsê Enbarê, yên ku tev piştgirîya hewayî û koleçanê ya Hevpeymanîya navdewletî tev digerîyan, ji Rutbayê vekişîyan.

Hinek berpirsên xwecihî nîgeranîya xwe anîn ziman ku dê vekişîn bibe sedema kambaxîyekê di ewlehîyê de, ji ber ku ew yekîne didin ser pişta"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li deverên biyabanî yên navçeyê.

Wan heydarî da ku paşmahîyên DAIŞê hewl didin ku sûdê ji "valahîya ewlehî" wergirin û çalakî û êrîşên xwe yên li dijî şênîyên herêmî pêk bînin.

Helîkoptereke Îraqî operasyoneke koleçanê li deverên biyabanî yên navçeya Rutbayê li parêzgeha Enbarê di dîroka 10ê Mijdara 2018an de pêk tîne. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Enbarê hatiye wergirtin]

Helîkoptereke Îraqî operasyoneke koleçanê li deverên biyabanî yên navçeya Rutbayê li parêzgeha Enbarê di dîroka 10ê Mijdara 2018an de pêk tîne. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Enbarê hatiye wergirtin]

Lê şaredarê Rutbayê Îmad Dulêmî Sêşemê ji Diyaruna re piştrast kir ku bajarok "seqamgîr e û kembereke ewlehî ya tund li hawîrdorê wî ye".

Wî teqez kir ku êdî navçeya Rutbayê "dûrî gefa terorê ye".

"Navenda navçeyê ji alîyê yekîneyên Firqeya Piyade ya 1ê ya artêşa Îraqî ve, û fewcê 20ê yê hawarîyê yê ser bi polîsê parêzgehê û polîsê Rutbayê ve, û herwiha hêzên êlan tê kontrolkirin," wî got.

"Ev hemû hêz misyonên xwe yên ewlehî bi awayekî asayî pêk tînin û di rewşa amadebaşîya berdewam de ne bo nehiştina gefên terorî," wî got. "Operasyon û pagerên wan berdewam in bo parastina bajarok û ewlekirina biyabanê."

Hewcedarî bi hişyarîya berdewam heye

Dulêmî got ku ew nîgeranîyên ku hinek endamên encumena parêzgeha Enbarê tînin ziman têkildarî vekişîna taktîkî ya fewc tê digihêje.

"Ez van weke haydarîyan dibînin, ku armanc ji wan haydarkirina hikûmetê ye û hişyarî ye ji hewlên bermahîyên DAIŞê yên avakirina cihê pêyê xwe li deverên biyabanî yên dûrdest," wî got.

"Terorîst hewl didin ku derfetên heyî bi kar bînin û li valahîyan bigerin bo xwe dîsan bi rêxistin bikin û karên terorî encam bidin bo moralên xwe yên şikestî bilind bikin," wî got.

Wî got ku lê "hemû wextan hêzên me amade ne û endamên DAIŞê nêçîr dikin û hemû liv û tevgerên wan armanc dikin".

"Ev sê sal in ku deverên me ewleh û seqamgîr in."

Wî got ku navçeya Rutbayê yek ji mezintirîn biyabanên Îraqê dihundirîne, û heta sînorê Îraqê yê rojavayî bi sê welatan re berfireh dibe: Sûrîya, Undun û Erebistana Siûdî.

Wî teqez kir ku ev yek dihêle kontrolkirina vê deverê zehmet be, û estem be ku kontrola ewlehî bi awayekî temamî were sepandin, û wî bang bo bihêzkirina xebatên çavdêrîkirina biyabanan bi rêya dronan, kamîrayan û alavên koleçana ji dûr ve kir.

Di heyama du heftîyên borî de, hêzên Îraqî pêngavekeewlehî ya berfireh li biyabana rojavayî ya Enbarê pêk anî, û ziyanên mezin gihandin paşmahîyên DAIŞê, û çekên wan û karînên wan ên lojistî wêran kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500