Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî 7 çekdarên DAIŞê dikujin û 8an di operasyonên ewlehî de digirin

Xalid Taî

Leşker ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê di 21 Tîrmehê de tên dîtin di qonaxa duyem de ji pêngava "Vîna Serkeftinê" da ku deverên bakurê paytextê ji bermayîyên DAIŞê paqij bikin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê hatiye wergirtin]

Leşker ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê di 21 Tîrmehê de tên dîtin di qonaxa duyem de ji pêngava "Vîna Serkeftinê" da ku deverên bakurê paytextê ji bermayîyên DAIŞê paqij bikin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî bi piştgirîya balefirên şer ên hevpeymanîya navdewletî roja Yekşemê (2yê Tîrmehê) zincîrek ji operasyonên ewlehî pêk anîn da ku deverên li bakur û orta Îraqê teftîş bikin û li bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bigerin.

Di encama Operasyonan de 15 endamên DAIŞê yan hatin Kuştin û yan hatin girtin, lê gelek armancên terorîst hatin wêrankirin.

Hêzên Fermandarîya Operasyonên Nînewayê û hêzên êlî yên hevbeş biyabana Nînewayê malaştin li ser bingeha raportên hewalgirî ku destnîşan dikin ku şanên razayî li wir hene, şirovekerê ewlehî Fadil Ebû Rexîf ji Diyaruna re ragihand.

Yekîneyên êlî û ewlehî kûr di biyabanê de çûn da ku gelek deveran li başûr û rojavayê bajarê Mûsilê paqij bikin, di nav wan de Gola Sunêslayê (Sesol), Şemsiyat, Tel Şoq, Bîr Ukla û Tel Xezal, wî ji Diyaruna re got.

Hêzên Îraqî li biyabana Nînewayê bi pêş ve diçin da ku li baregehên DAIŞê bigerin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî li biyabana Nînewayê bi pêş ve diçin da ku li baregehên DAIŞê bigerin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Balefirên hevpeymanîyê 19 cihê DAIŞê wêran kirin, di nav wan de malên vehesînê û kampên li rojavayê Gola Sunêslayê yên ku çek, teqemenî, kemerên teqîner, cebirxane, dabînên xwarinê û yên lojistî dihundirandin.

Ebû Rexîf got ku herwiha hêzên Îraqî heft endamên DAIŞê li deverê kuştin, çar baregehên DAIŞê armanc kirin û sê siwareyên bombekirî bêfitîl kirin, û anî ziman ku wan dest danî ser navgînan, motoran, cebirxaneyan, çekên sivîk û du kemerên teqîner.

Wî got ku bermahîyên DAIŞê bi awayekî nepenî çalak bûn li rojavayê Gola Sunêslayê û gefek bûn li ser ewlehîya welat, û not kir ku operasyonên ewlehî yên vê dawîyê planên wan têk birin.

Pêngava "Vîna Serkeftinê" berdewam e

Ev operasyon serhev bû bi destpêkirina qonaxa duyem ji pêngava "Vîna Serkeftinê" re, operasyona ku armancê wê tunekirina şanên DAIŞê ye li deverên biyabanî li Îraqê heta sînorên bi Sûrîyayê re.

Qonaxa yekem, di 7ê Tîrmehê de dest pê kir ew paqijkirina deverên biyabanî yên berfireh ên digihine parêzgehên Enbar, Selahedîn û Nînewayê dihundirîne, û "encamên ewlehî yên girîng" bi dest xistine, Ebû Rexîf got.

Wî anî ziman ku qonaxa duyem, a ku di berbanga Şemîyê de dest pê kir "deverên li derora Bxdayê ji bakur ve mîna Tajî û Termîyayê dide ber xwe, yên digihine heta parêzgehên Diyala, Selahedîn û Enbarê".

Wî da zanîn jî ku yekîne ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê, ajansên hewlgirî û birêveberîya trafîkê û polîsê çem di vê qonaxê de beşdar dibin li gel fermandarîyên operasyonan li van parêzgehan.

Wî teqez kir ku Yekşemê "heşt terorîstên DAIŞê hatin girtin û heft malên vehesînê ên depoyên cebirxaneyan bûn û baregeheke nepenî hatin wêrankirin", û anî ziman ku herwiha hêzên ewlekarîyê hejmareke mezin a malan û erdên çandinîyê teftîş kirin.

Ebû Rexîf dîyar kir ku ev operasyonên ewlehî "bandorbar û girîng in", û bang kir ku bêtir operasyon werin cîbicî kirin da ku derfetê nedin endamên DAIŞê ku careke din xwe bidin hev.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bedew e!

BERSIV BIDE