Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Mîdyavanek di nav qurbanîyên êrîşa asmanî li Idlibê de ye

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Heval û malbat, çalak û endamên Xûzeyên Sipî cenazeta mîdyavan Enes Diyab li bajarê Idlibê Yekşemê (21ê Tîrmehê) hazir dibin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Heval û malbat, çalak û endamên Xûzeyên Sipî cenazeta mîdyavan Enes Diyab li bajarê Idlibê Yekşemê (21ê Tîrmehê) hazir dibin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Sih û pênc sivîl di nav wan her 37 kesên hatin kuştin di Duşemê de (22ê Tîrmehê) de di êrîşeke asmanî ya Rûsî de li ser bazarekê li bakur û rojavayê Sûrîyayê.

Herî kêm 100 kesên din di êrîşeke asmanî de li ser "Bazareke şînkayîyê ya firoştina seryek li bajarok Maeret Numanê" li parêzgeha Idlibê birîndar bûn, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Dibe ku hejmara mirîyan zêde bibe ji ber gelek ji birîndaran rewşa wan dijwar e û hîn hin ji wan di bin molozan de ne, Rewangehê got.

Serokê Rewangehê Ramî Ebdil Rehman got ku 35 ji wan kesên ku Duşemê hatin kuştin sivîl bûn, lê çar laş man nenaskirî.

Du mêr li ser motorekî ne radihêjên qefesekî ku teyrikên ji êrîşên asmanî xilas bûne di nav moloza bajarê Idlibê û Kefer Nubilê de lê mêrekî din rawestîyaye zirarê seh dike. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Du mêr li ser motorekî ne radihêjên qefesekî ku teyrikên ji êrîşên asmanî xilas bûne di nav moloza bajarê Idlibê û Kefer Nubilê de lê mêrekî din rawestîyaye zirarê seh dike. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Bajarê Kefer Nibulê yê Idlibê rastî ziyanên mezin hatiye di êrîşên asmanî yên Rûsî û rejîma Sûrî yên çir. [Wêne jimedyaya civakî hatiye wergirtin]

Bajarê Kefer Nibulê yê Idlibê rastî ziyanên mezin hatiye di êrîşên asmanî yên Rûsî û rejîma Sûrî yên çir. [Wêne jimedyaya civakî hatiye wergirtin]

Mosko berpirsîya xwe derbarê vê êrîşê red kir, û raportên derbarê wê weke "sexte" şiyanse kirin.

Êrîşên herî dawî piştî rojekê ji êrîşên asmanî yên Sûrî û Rûsî li ser herêma Idlibê hatin, herêma ku heta asteke mezin li jêr kontrola hevalbenda tundrew Tehrîr el-Şam e, 18 kes tê de hatin kuştin, di nav wan de mîdyavanekî ciwan.

Enes Diyab, ê 22 salî wênekêşeke û vîdyokêşeke, endamekî Berevanîya Sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî) bû û herwiha bi AFP re je tevkar bû.

Di êrîşên asmanî yên Rûsî li ser bajarokê wî Xan Şêxûnê li başûrê parêzgeha Idlibê roja Yekşemê hat kuştin, li gorî jêderan, Rewangehê û çalakgerekî xwecihî got.

"Xisareke mezin e"

Xan Şêxûn bi taybet bi awayekî dijwar rastî êrîşan hat, zor li hezaran hat ku ji malên xwe birevin, li gorî NY.

Lê Diyab "bijart ku bi hevalên xwe yên xwebexş re bimîne li Xan Şêxûnê heta îro", Xûzeyê Sipî roja Yekşemê got.

Raid Salih, serokê Xûzeyên Sipî, got ku Diyab hat kuştin dema "wî hewl dida ku cîhanê re bide xuyakirin bi çi li Sûrîyayê diqewime".

"Xisareke mezin e," wî got.

Diyab, ê ku Azib e, dê û bavê xwe û sê birayên xwe li şûn xwe dihêle, yek ji wan ji alîyê rejîma Sûrî ve hatiye girtin, Salih got.

Di belavokekê de li ser medyaya civakî, Xûzeyên Sipî dibêjin ku kom "bi mirina lehengekî weke Enes Diyab, xwebexşek û mîdyavanek bi Navenda Berevanîya Sivîl a Sûrî re li Idlibê".

Pênc ji endamên Xûzeyên Sipî hatine kuştin ji çaxa ku şer zêde bûye li ser Idlibê, koma rizgarkirinê got.

Dayîka Diyab û bavê wî, bi hevalên wî yên mîdyavan û bi karkerên rizgarkirinê re li bajarê Idlibê civiyane roja Yekşemê daku xatir jê bixwazin, laşê wî bi kefenê sipî pêçayî ye.

Bombebarandina berdwam nehişt ku wî li Xan Şêxûnê veşêrin.

Zarok û jin tên kuştin

Neh zarok û hejmareke jinan di nav qurbanîyên roja Yekşemê de bûn û bi dehan jî birîndar bûn, gelek ji wan hîn rewşa wan dijwar e, çalakgerê xwecihî Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku dibe ku hejmara mirîyan ji ber kirarên tund zêde bibe, li gorî çakakên ku li herêmê kar dikin yên ku birîndar hejmartin.

Idlibî got ku êrîşên asmanî gelek dever li Idlibê arnac kirin, lê giranî dane bajarê Urum el-Coz, cihê ku 12 kes hatin kuştin, di nav wan de pênc zarok û du jin.

Li bajarokê Kefrûmayê, pênc kes hatin kuştin, di nav wan de çar zarok, wî got, û li bajarokê Cibalayê, hesek hat kuştin.

Idlibî anî ziman ku êrîşên asmanî Xan Şêxûn armanc kir, cihê ku Diyab hat kuştin, li gel Kefer Nibulê, ya ku aniha teqrîben bi temamî hatiye wêrankirin.

Bajarokên Temane, Kefer Sijna, Seraqib, Has, Mar Şurîn, Hizarîn, Şêx Mistefa, Abdîn, Urinbe, û herwiha Sitûh el-Dêr hatin bombebarankirin, wî got, li gorî çalakgerinan li herêma Idlibê.

Çalakgerên xwecihî got ku êrîşên asmanî yên Sûrî û Rûsî agirê bi topavêjê yê dijwar dihundirandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500