Nûçeyên Iraqê
Aborî

Peymankerên Îranî dibine sedema nakokîyan li Îraqê

Faris Omran

Projeya tora avaqirêj li navçeya Şetrayê li parêzgeha Zî Qarê ya Îraqê dereng ma ji alîyê kompanîya Îranî ya ku ev sê salî in bi rê ve dibe. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Birêveberîya Giştî ya Avaqirêj, di 1ê Kanûna Duwem de hatiye belabkirin]

Projeya tora avaqirêj li navçeya Şetrayê li parêzgeha Zî Qarê ya Îraqê dereng ma ji alîyê kompanîya Îranî ya ku ev sê salî in bi rê ve dibe. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Birêveberîya Giştî ya Avaqirêj, di 1ê Kanûna Duwem de hatiye belabkirin]

Gelek projeyên xizmetguzarîyan li Îraqê yên ku dane peymankerên Îranî yan karmendên bi girêbestên lawekî hîn bi dawî nebûne, tevî ku di hin rewşan de ev bûne çend sal wan dest bi wan projeyan kiriye, pisporên Îraqî ji Diyaruna re got.

Herwiha wan destnîşan kir ku xalin lawaz di qanûnê de hene ku derfetê didin kompanîyên peyman bi dest xistine ku kar hemûyî yan hin ji kar bide dest karmendên bi girêbestên lawekî da ku wî karê spartî bi lêçûneke kêmtir pêk bîne, hin caran materyalên jêrpîvanî bi kar tînin.

Di sala 2008an de, hikûmeta Îraqî peymanek da kompanîya ABC ya Îranî da ku 200 fêrgehan ava bike di rêya bikaranîna heykelên hesinî li gelek parêzgehan, di nav wan de Enbar, ku 280 milyar dînarê Îraqî (235 milyon $) hat terxankirin ku li awn here.

Lê Pêkanaîna projeyê gelekî hêdîk bû û proje hîn bi dawî nebûye, û hin angaşt dikin ku kompanyê hin bendên peymanê bin pê kirine.

Kompanîyeke Îranî berhemên xwe yên xwarinê li Pêşangeha Navdewletî ya Bexdayê raber dike. kompanîyên Îranî hewl didin ku bazara Îraqî li ber berhemên xwe bibin, bi vî awayî bandorê kargehên berhemdayînê yên xwecihî li Îraqê dike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Pêşangeha Nvdewletî ya Bexdayê ye, di 2ê Hezranê de hatiye belavkirin]

Kompanîyeke Îranî berhemên xwe yên xwarinê li Pêşangeha Navdewletî ya Bexdayê raber dike. kompanîyên Îranî hewl didin ku bazara Îraqî li ber berhemên xwe bibin, bi vî awayî bandorê kargehên berhemdayînê yên xwecihî li Îraqê dike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Pêşangeha Nvdewletî ya Bexdayê ye, di 2ê Hezranê de hatiye belavkirin]

Projeyên sektorê giştî yên dereng mayî yên din ku dabûne kompanîya Îranî avakirina kompleksên niştechî û sîstemekî avaqirêj li navçeya Şetrayê li parêzgeha Zî Qarê.

Gelek kompanîyên Îranî "bi pêdivîyan ne dabînkirî ne ne di warê malî û ne di yê teknîkî de da ku dest bi projeyên ku dane wan bikin", niştecîyê Remadîyê Leys Cenabî got..

Di dawî de, tade li Îraqîyan tê û ew derdê xizmetguzarîyên giştî yên lawaz dikişînin, wî ji Diyaruna re eşkere kir, wî not kir ku sektorên perwerdey, şaredarî û avakirinê ew in ên bêtir ziyan gihaye wan.

Fişar ji alîyê mêrên milîsan ve

Endamin ji milîsên ku Îran piştgirîya wan dike, yên ku di parlemanê Îraqê de cih girtine "fişareke mezin dikin" da ku peymanên projeyên sektorên giştî bidin kompanîyên Îranî, niştecîyekî Bexdayê ku xwest nenaskirî bimîne ji Diyaruna re ragihand.

Ew vê yekê dikin da ku Îranê razî bikin û xizmeta bercewendîyên wê bikin, wî got, wî anî ziman ku hin kompanîyên Îranî "ne baş pispor in û ne jî dikarin karê tê xwestin cîbicî bikin".

Lêkolînerê kar û barên siyasî Ebdul Qadir Nayil gelek projeyên rawestandî bi nav kirin ku berî vê dabûne kompanîyinan ku ew weke "enîyên aborî ne ji Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran)" şiyanse kirin.

"Hi projeyên bi avakirina fêrgeh û nexweşxaneyan hene, mîna nexweşxaneya li Necefê, ya ku ev deh sal in bingehên wê hatine danîn û hîn proje heta Îro jî bi dawî nebûne," wî ji Diyaruna re got.

Bi sed milyonên dolaran ji gencîneya dewleta vala hatin xerckirin ji ber van projeyên ku bi awayekî bed hatin îdarekirin, wî got.

Ev kompanî ne tenê dixwazin di warê madî de qezencan ji aborîya Îraqê wergirin, lê herwiha guman heye ew hewl didin ku bandorê li çêkerên biryarê bikin, wî got.

"Ev yek yekser tê kirin bi alîkarîya milîsên Îraqî yên ku Qassim Silêmanî serperiştîya wan dike, fermandarê Hêza Qudsê di Feyleqa Pasdaran de," wî got.

Bandor li aborîya Îraqî

Hayê Îraqîyan ji bandora vekirina şaxên kompanîyên pîşedarî yên Îranî li Îraqê li ser aborîya wan heye, Nayil got.

Ev kompanî kewl didin ku bazara Îraqî li ber berhemên Îranî bibe, ya ku dê bandorê li navendên berhemdayînê yên xwecihî li Îraqê bikin, wî got.

Îran bi awayekî çalak hewl dide ku bandora xwe ya aborî li Îraqê hêzdar bike "bi çi awayî be, da ku li cizayên aborî yên Amerîkayê sepandine bifitile û qezencan bi dest bixe", abornas Selama Smêsim ji Diyaruna re got.

Wê pêşniyar kir ku derî li pêşîya kompanîyên niştimanî û navdewletî vekin da pêşbirkê bikin di projeyên nûavakirin û pêşxistinê de li ser bingeha pîvanên "Şarezayî, pisporî û dîwederîyê".

"Em dikarin vê yekê pêk bînin piştî guhertin û handanê yên pir girîng in," wê got, û tiştê herî girîng dabînkirina jîngeheke ewle û pêşwazîya weberhêneran bikin, jîngeha ku ne bîrokrasî û ne gendelî tê de nebe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500