Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êrîşên li dijî hêzên rejîmê li Deraayê zêde dibin

Welîd Ebûl Xêr li Qahîrayê

Baseke leşkerî ku beşek karawana Firqeya 4an bû, rastî êrîşekê li gundewarê Deraayê di bûyera roja Çarşemê de (17ê Tîrmehê) hat ku herî kêm şeş leşker hatin kuştin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Baseke leşkerî ku beşek karawana Firqeya 4an bû, rastî êrîşekê li gundewarê Deraayê di bûyera roja Çarşemê de (17ê Tîrmehê) hat ku herî kêm şeş leşker hatin kuştin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Êrîşên li ser hêzên rejîma Sûrî di dema dawî de li başûrê parêzgeha Deraayê zêde bûne, çalakgerekî herêmî ji Diyaruna re ragihand.

Roja Çarşemê (17ê Tîrmehê) bombeyeke bidestçêkirî karwanek kiribû armanc ku endamine Firqeya 4an a artêşa Sûrî tê de bûn.

Şeş leşker hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn diêrîşa li devera Meftera li navçeya Dahîyê de li ser rêya Deraa- Yeduda li derdora bajarê Dearayê.

Teqîneke din, li ser rêya Şêx Saed li bakurê gundewarê Deraayê rû daye, dîyar bû ku dixwest eqîdê yek ji hêzên ewlekarîyê yê Sûrî bikuştaya.

Leşkerekî Sûrî ber bi siwareyeke leşkerî ve diçe ku li gundewarê Deraayê hatibû bombekirin. [Wêne ji medyaya civakê hatiye wergirtin]

Leşkerekî Sûrî ber bi siwareyeke leşkerî ve diçe ku li gundewarê Deraayê hatibû bombekirin. [Wêne ji medyaya civakê hatiye wergirtin]

Piştî êrîşan, bajarê Deraayê û deverên derdora wî ketin di rewşeke awarte de, çalakgerê ji bajarê Deraayê Cuma Mesalma ji Diyaruna re ragihand.

Wî got heta niha tu alîyî ev êrîş negirtiye ser xwe.

Dîrokeke pevketinê

Li gorî serokê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan Ramî Ebdul Rehman, çekdarên opozîsyonên yên berê yên ji komabi navê berxwedana cemawerî li başûr carinan êrîşên bi vî rengî pêk tînin, AFP roja Çarşemê ragihand.

Di 21ê Gulanê de, Human Rights Watch (HRW) ragihand ku rejîmê pêleke girtinên bêserûber li dijî çalakgerên berê li deverên oposîzyonê yên ku li gorî lihevkirineke bi serpereştîya Rûsyayê hatibûn radestkirin, dest pêk kiriye.

Rejîmê efû ji hemû kesên ku nema li dijî wê kar dikin derxist, gelekan jî xwest ku wan bibin deverên li jêr destê opozîsyonê.

HRW dîyar kir ku rexnegirên rejîmê yên berê û çekdarên opozîsyonê yên berşdarî "lihevanînê" bûn baceke buha ji ber vê biryarê dan, û gelek girtin û nebedîkirinên bêserûber belge kirin.

HRW got ku ev kiryar bi piranî li Deraa, Xûtaya Rojhilatî û taxên başûrî yên Şamê ne.

"Şerê çalak li piranîya Sûrîyayê bi dawî bûye, lê belê tiştek nehat guhertin di şêwazê ku şaxên hewalgirîyê mafên dijberan [ên rejîmê] binpê dikin," Lama Feqî, berpirsa karûbarên Rojhilata Navîn di HRW de got.

Lama da zanîn ku "neşopandina proseyê, girtinên bêserûber û destdirêjî û zordarî, heta li wan deverên ku aram bûbûn jî, dengê wan ji sozên hikumetê yên vala yên têkildarî veger, çaksazî û çareserkirinê bilindtir bû."

Bilindbûna tundîyê

Piştî êrîşa li ser basê roja Çarşemê, hêzên rejîma Sûrî rewşa awarte ya leşkerî û ewlehî ragihandin, di hewlekê de bo dîtina êrîşkaran an jî yên bi wan re alîkar bû, Mesalma ji Diyaruna re got.

Mesalma daxuyand ku hejmara êrîşên ku li deverine cihêreng li Deraayê di heftîyên dawî de pêk hatin zêde bûn, di nav de êrîşa Şemîyê (13ê Tîrmehê) ya li ser pagereke artêşa Rûsî li bajarokê Sehwa li rojhilatê gundewarê Deraayê rû da.

Wî destnîşan kir ku hewldanine kuştinê jî hebûn di van demên dawî de, ku di encamê de hejmarek mirî û birîndar çêbûn.

Berî çend rojan, rêbendeke pişkinînê ya Firqeya 14an li bajarokê Emûriyê li Wadî Yermûk li rojavayê gundewarê Dearayê rastî êrîşeke mûşek û gulebaranê hat, û êrîş bû sedema hejmareke ji qurbanîyan di nava refên leşkerên ku li rêbendê diman de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500