Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Iraq 473 zarokên çekdarên biyanî yên DAIŞê bo welatên wan ên resen dişîne

Xalid Taî

Ev wêneya ku di dîroka 29ê Nîsana 2018an hatiye kişandin li Dadgeha Tawankarî ya Navendî li Bexdayê jinên Rûsî yên ku bi bihûrandina tevahîya jîyanê di zindanê de hatine dadgehkirin li ser bingeha tevlîbûna di nav rêzên DAIŞê de, ligel zarokan li salonekê rawestîyayî ne, nîşan dide. [Emar Kerîm/AFP]

Ev wêneya ku di dîroka 29ê Nîsana 2018an hatiye kişandin li Dadgeha Tawankarî ya Navendî li Bexdayê jinên Rûsî yên ku bi bihûrandina tevahîya jîyanê di zindanê de hatine dadgehkirin li ser bingeha tevlîbûna di nav rêzên DAIŞê de, ligel zarokan li salonekê rawestîyayî ne, nîşan dide. [Emar Kerîm/AFP]

Bi sedan zarokên çekdarên biyanî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bo welatên resen ên dêûbavên wan hatine radestkirin, Wezareta Derve ya Îraqî Duşemê (15ê Tîrmehê) eşkere kir.

Desthilatdarên Îraqî ji dawîya 2017an de dora 473 zarokên biyanî radestî welatên wan ên resen kirine piştî xebatên diplomasî û hikûmî.

Zarok ji deh welatan in: Rûsya, Tacekistan, Azerbêcan, Elmanya, Fransa, Gorcîya, Belarûsya, Filanda, Ukranya û Turkîye, li gorî wezaretê.

Îraqê "xebatên girîng têkildarî vê mijara tevlîhev dane pêş", cîgirê serokê komîteya parlemanî ya mafên mirov Qusey Ebas ji Diyaruna re Çarşemê ragihand.

Wî got ku Wezareta Dad û Kar û Karûbarên Civakî, Encumena Bilind a Dadwerî û ajansên ewlekarîyê xizmetguzarîyên bijîşkî, mirovî û yasayî ji zarokan re dabîn kirin, û got ku "li gorî pirensîpên mafên mirov" danûstandin bi wan re hat kirin.

Wî eşkere kir ku Wezareta Derve danûstandin bi wezaretên derve yên welatên biyanî re kirin, yên ku vegera wan zarokan hêsan kirin.

Hinek welat ''naxwazin'' pêşwazîya zarokên DAIŞê bikin

Wî got ku "hinek welatan ji berî aniha ji Îraqê xwestibû ku welatîyên xwe yên temen biçûk vegerînin," û da zanîn ku hikûmeta Îraqî bersiva van daxwazan da û zarok bi nofan radestî welatên wan kirin.

Wî got ku lê hinek welat hene hîn jî "naxwazin pêşwazîya"zarokên ku dayikên wan ên DAIŞî ji hêla dadgehên Îraqî hatine dadgehkirin, û sîpekên ku cezayên xwe di navendên girtinê de qedandine, bikin.

Roja 10ê Tîrmehê, Îraqê bêhtir ji 33 zarokên ji jinên Rûsî yên tên gunehbarkirin ku bi DAIŞê re ne radest kirin.

"Radestkirin bi hevahengî ligel balyozxaneya Rûsî li Bexdayê hat pêkanîn," Ebas got.

Tu amareke fermî têkildarî hejmara giştî ya zarokên biyanî yên li Îraqê ne tune ye.

Zarok di sê beşan de tên katîgorîkirin: zarokên biçûk ên dêûbavên DAIŞî yên biyanî yên ku di şerê Îraqê de li dijî rêxistinê hatine kuştin; sîpekên ku di girtîgehê de ne ji dayîkên DAIŞî yên biyanî re, ku hinek ji wan hatine dadgehkirin, û yên din jî hîn lêpirsîn bi wan re tên encamdayîn û tên dadgehkirin.

Beşê sêyem ji sîpekên biyanî pêk tê, 108 ji wan di dawîya 2018an de bi endamtîya DAIŞê hatin gunehbarkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500