Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êrîşên Rûsî û Sûrî sivîlan li Idlib û Hemayê dikujin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Dûman bilind bû piştî çend kêlîyan ji êrîşên asmanî yên Rûsî û balefirên şer ên Sûrî li ser bajarokê Mar Şurînê. [Wêne ji medyaya civakî]

Dûman bilind bû piştî çend kêlîyan ji êrîşên asmanî yên Rûsî û balefirên şer ên Sûrî li ser bajarokê Mar Şurînê. [Wêne ji medyaya civakî]

Di dema tundîya zêde ya berdewam de li bakur û rojavayê Sûrîyayê, balefirên şer ên rejîma Sûrî û yên Rûsî Sêşemê (16ê Tîrmehê) gundê Mar Şurînê bambebaran kir, 10 sivîl kuştin, çalakgerekî Sûrî û AFP ragihand.

Sê zarok di nav mirîyan de bûn li Mar Şurînê, gundeke li başûrê Idlibê ku yê ku îro hejmara mirîyan a herî bilind tomar kir.

Êrîşê li nêzî mizgeftekê xist li orta gund, bestekên şîkayî û dikan wêran kirin, AFP ragihand.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku herwiha gund û bajarokin din li gundewarê Idlibê rastî bombebarandina dijwar hatin.

Sivîl û endamên Berevanîya Sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî) radihêjin kesekî birîndar bûye di êrîşên li ser bajarokê Mar Şurînê li gundewarê Idlibê. [Wêne ji medyaya civakî]

Sivîl û endamên Berevanîya Sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî) radihêjin kesekî birîndar bûye di êrîşên li ser bajarokê Mar Şurînê li gundewarê Idlibê. [Wêne ji medyaya civakî]

Endamekî Berevanîya Sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî) agirekî ku bi benzînxaneyekê ketiye vedimirîne li başûrê Helebê, banzînxaneya ku yekser rastî bombebarandina topavêjê hat a jêdera wê ji cihên li jêr kontrola hêzên rejîma Sûrî ye. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Ligel êrîşên asmanî, gelek dever rastî bombebarandinê hatin ji deverên li jêr kontrola rejîma Sûrî yên li hember wan, çalakgerê Idlibî Miseb Esaf ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku hejmara mirîyan a tam hîn nehatiye ragihandin, û not kir ku gelek ji birîndaran rewşên wan dijwar in.

Wî got ku rewşa wan dê xirabtir bibe ji ber siwênkarên guhdana bijîşkî kêm in, herwekî ku nexweşxaneyên herêmê nema dikarin xizmetê dabîn bikin dema ku ew yekser ji alîyê êrîşên asmanî ve dihatin armanckirin.

Êrîşên asmanî, bombebarankirin û agir

Esaf got ku li devrin din ji parêzgeha Idlibê, êrîşên asmanî li bajarê Cisr el-Şixûr û bajarokê Eyn el-Berde li rojava da û li bajarokên Xan Şêxûnê, Dêr Sunbil û Telmenis li başûr jî da.

Wî daxuyand ku herwiha bajarê Kefer Zêta û bajarokên Letamnê Mûrik li bakurê gundewarê Hemayê jî rastî bombebaranên dijwar hatin.

Esaf eşkere kir ku raportên pêşî destnîşan dikin ku sê kes hatin kuştin û çemde din li wan deveran birîndar bûn, lê li deverin din bi mûşekan hatin bombebarankirin ji deverên li jêr kontrola rejîmê li kampa Corînê li parêzgeha Hemayê.

Bajarokê Kefer Eweyid li başûrê Idlibê ya ku ziyana her dijwar lê bû li wê neîyê.

Esaf got ku agir bi gelek devera ket ji ber bombebarana topan û êrîşên asmanî, erdên çandinîyê şewitandin û gemar gihande zad û malan li gelek deveran li gundewarê Idlibê.

Wî got ku agirekî mezin bi benzînxaneyekê ket li bajarokê Zerbayê li başûrê Helebê, ya ku yekser rastî agirê topavêjê hat ji deverên li jêr kontrola rejîmê.

Wî got ku agirkujên Berevanîya Sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî) kar li ser nehiştina gihiştina agir bo malên sivîlan dikin û anî ziman ku germahîya bilind jî bandora wê haye di belavbûna agir de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500