Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî DAIŞ ji beşekî mezin ê biyabana rojavayî derdixin

Xalid Taî

Leşkerine Îraqî nîşana serkeftinê di 11ê Tîrmehê de hildidin di pêngava "Vîna Serkeftinê" de ya bo paqijkirina biyabana rojavayî ya Enbarê ji paşmahîyên DAIŞê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin] 

Leşkerine Îraqî nîşana serkeftinê di 11ê Tîrmehê de hildidin di pêngava "Vîna Serkeftinê" de ya bo paqijkirina biyabana rojavayî ya Enbarê ji paşmahîyên DAIŞê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin] 

Hêzên Îraqî 30,000 kîlometrên ducar ji paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) paqij kirin ji çaxa pêngava "Vîna Serkeftinê" ya ewlehîberî du heftîyan dest pê kir, rayedarekî artêşê Sêşemê (16ê Tîrmehê) ragihand.

Ji 7ê Tîrmehê de, hêzên hevbeş beşdarî pêngaveke mezin bûn da li pey paşmahîyên DAIŞê bikevin li deverên biyabanî yên di navbera parêzgehên Selahedîn, Nînewa û Enbarê de, ku heta bi sînorê bi Sûrîyayê dirêj dibin.

"Hêzên Îraqî karîbûn deverekê bi rûbera 30,000 kîlometrên ducar" ji biyabana di navbera sê parêzgehan de paqij bikin, peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re eşkere kir.

Resûl got ku "yekîneyên me bi temamî ev dever parastin û gihaştin kûrahîya biyabanê ku berî niha nigihştibûn devereke wisa ji çaxa çeteyên DAIŞê derbasî welêt bûn di 2014an de," û nîşan bi xebatên ku heta niha hatine kirin kir ku ew "destkeftîyeke mezin" e.

Yekîneyên artêşa Îraqî li biyabana rojavayî belav dibin di 10ê Tîrmehê de di çarçoveya pêngava "Vîna Serkeftinê" ya ewlehî de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Yekîneyên artêşa Îraqî li biyabana rojavayî belav dibin di 10ê Tîrmehê de di çarçoveya pêngava "Vîna Serkeftinê" ya ewlehî de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Resûl anî ziman ku "pêvgavê karîbû karînên dijmin bi awayekî mezin wêran bike," û da zanîn jî ku hejmareke mezin a deverên lojistîk, stargeh, veşatgehên çek û teqemenîyan hatin wêrankirin.

Wî got ku hejmareke endamên DAIŞê hatin kuştin, hejmarek jî hat girtin, bêyî tu hûrgulîyên zêdetir bide, û da zanîn jî ku "dest li ser alav û belgeyên wan ên giring ên têkildarî şanên wan ên razayî hat danîn."

Wî dupat kir ku hêzên Îraqî dê paqijkirina biyabanê berdewam bikin heta derxistina dawîn endamên DAIŞê.

Kontrolkirina biyabanê bi temamî

Resûl dîyar kir ku Fermandarîya Operasyonên Hevbeş "planeke stratejîk dariştiye bo bi temamî biyabanê kontrol bike û nehêle dijmin di hundirê wê de xwe veşêre û karibe xwe xurt bike".

Xalên sereke yên vê plana nû, bikaranîna balafireke bêpilot e da çavdêrîya deverên biyabanê yên berfireh 24 saetan bike.

Wî daxuyand ku "kamîrayên germî yên mîna li yên ser sînorê Sûrîyayê ne dê werin danîn da çavdêrîya liv û tevgera dijmin bikin li nêzî gundên biyabanî."

Resûl got ku "xebatên hewalgirîyê dê ligel niştecihên xwecihî werin xurtkirin, û dê sê operasyonên parêzî berdewam bin da terorîst nikaribin dîsan xwe bi rêxistin bikin û baregehine nû ava bikin."

Wî ragihand ku "em dixwazin bi temamî biyabana rojavayî biparêzin û hebûna dijim li wir bi dawî bikin, ev jî hevdem e ligel operasyonên berdewam ên ku ewlehîya sînor biparêzin, bi taybetî bi başûrê Sûrîyayê re."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500