Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Çalakgerên Sûrî armanckirina xebatkar û sazîyên bijîşkî şermezar dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamekî Berevanîya Sivîl a Sûrîyayê (Xûzeyên Sipî) xwarinê dide pisîkekê li bajarê Xan Şêxûnê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Endamekî Berevanîya Sivîl a Sûrîyayê (Xûzeyên Sipî) xwarinê dide pisîkekê li bajarê Xan Şêxûnê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Çalakgerên Sûrî li parêzgeha Idlibê hêzên rejîma Sûrîyayê û Rûsya bi armanckirinaambûlansan, nexweşxaneyan, tîmên xelaskirinê û kesayet û sazîyên berevanîya sivîl bi topbaranan û êrîşên asmanî li gundewarên Idlibê û Hemayê gunehbar kirin.

Bûyerên ku kesayet û sazîyên bijîşkî tê de dibin armanc ev çend meh in dest pê kirine, çalakgerê ji Idlibê Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku çalakgerên Tora Sûrî bo Mafên Mirov armanckirina 31 navendên Berevanîya Sivîl a Sûrî belgeh kirin, armanckirinên ku li zona kêmkirina-şer di heyama sê mehan de pêk hatine.

Wan herwiha kuştina çar endamên barevanîya sivîl (Xûzeyên Sipî) û birîndarbûna 22 kesan di vê heyamê de belgeh kir.

Ev nexweşxane bûye armanca êrîşeke asmanî ku ew bi temamî ji xizmetê derxistiye. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin] 

Ev nexweşxane bûye armanca êrîşeke asmanî ku ew bi temamî ji xizmetê derxistiye. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin] 

Ev projeya ava vexwarinê li Maeret Numanê di êrîşeke asmanî rûsî de hat wêrankirin roja 7ê Tîrmehê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Ev projeya ava vexwarinê li Maeret Numanê di êrîşeke asmanî rûsî de hat wêrankirin roja 7ê Tîrmehê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Piştî van bûyerên mirinê amara giştî ya xebatkarên berevanîya sivîl bûye 229 ji sala 2013an de.

"Êrîşên rasterast ne bi tenê xebatkar û sazîyên berevanîya sivîl armanc dikin, lê belênavendên bijîşkî û nexweşxane jî," wî got, "yên ku bi awayekî berfireh hatin armanckirin, bêyî liberçavgirtin ka nexweş di wan de hene yan na."

Wî daxuyand ku bêhtir ji 20 nexweşxane û navendên bijîşkî hatine armanckirin û êdî li derveyî xizmetê ne bi tenê di sê mehê dawî de, û wiha şênî, nexweş û birîndarên ji ber operasyonên serbazî de di rewşeke hestyar de ne ku ji hinekan ji wan re dibe sedema mirinê.

Idlibî got ku dîsan armanckirinê dest pê kiriye, roja 7ê Tîrmehê jî balefirên şer ên Rûsî projeyeke avê û tankeke depokirina avê ku Maeret Numan û deverên li derdora wê bi ava vexwarinê dabîn dikirin armanc kirin.

"Êdî tu projeyeke avê li nêzî tu devereke ku dibe hebûneke serbazî ya tundrewan û hêzên operasyonê, yên ku li Idlibê tev digerin, li wan hebe tune ye," wî got.

Wî heydarî da ku dê nebûna avê, û pileyên germahîyê yên bilind vê havînê, bibin sedema belavbûna nexweşîyan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500