Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Dergehê sînorî yê Îraq-Urdinê dahat herî bilind ji vekirinê de dabîn dike

Xalid Taî

Rêbwarên Îraqî li dergehê sînorî yê Trêbîl ê di navbera Îraq û Urdinê de tên pişkinînkirin, di dîroka 9ê Sibata 2018an de. [Wêne ji birveberîya bacan li herêma navîn a Îraqê hatiye wergirtin]

Rêbwarên Îraqî li dergehê sînorî yê Trêbîl ê di navbera Îraq û Urdinê de tên pişkinînkirin, di dîroka 9ê Sibata 2018an de. [Wêne ji birveberîya bacan li herêma navîn a Îraqê hatiye wergirtin]

Êdî dahatên yên diravî yên dergehê sînorî yêTrêbîlê yê bi Urdunê re digihêjin asta xwe ya herî bilind ji dema ew dîsan hat vekirin, hevdem ligel pêşketina girîng di rewşa ewlehî de li parêzgeha Enbarê li rojavayê Îraqê, berpirsekî Îraqî ji Diyaruna re Duşemê (15ê Tîrmehê) ragihand.

Dergehê sînorî careke din di sala 2017an de hat vekirin piştî sê salan girtî ma ji ber nîgeranîyên ewlehî piştî dagirkirina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji rûberên berfireh re li Îraqê.

Weke nîşaneke baştirbûna rewşa ewlehî, barhilgirên Urdunî yên keresteyan hildigirtin meha Adarê dest pê kirin car din derbasî xaka Îraqê bibin di dergehê Trêbîlê re, piştî ku berî aniha wan barên li ser sînorê vala dikirin daku kamyonên Îraqî wan hilbigirin.

"Trêbîl dergehekî sînorî yê girîng e û xeteke jîyandar ji aborîya Îraqê re dabîn dike," peyvdarê encumena parêzgeha Enbarê Îd Emaş ji Diyaruna re ragihand.

Barhilgirên bazirganî derbasî Îraqê dibin di dergehê sînorî yê bi Urdunê re, di roja 17ê Îlona 2017an de. [Wêne ji birveberîya bacan li herêma navîn a Îraqê hatiye wergirtin]

Barhilgirên bazirganî derbasî Îraqê dibin di dergehê sînorî yê bi Urdunê re, di roja 17ê Îlona 2017an de. [Wêne ji birveberîya bacan li herêma navîn a Îraqê hatiye wergirtin]

"Dubare vakirina dergehê sînotî, piştî sê salan ji rawestanê bi destê terorîzmê, boneyeke dîrokî bû," wî got, û da zanîn ku trafîka rêbwarî û bazirganî vegerîyaye rewşa asayî.

"Îroj dergehê sînorî çalakîyên aborî yên mezin himbêz dike, bi hatina bi sedên barhilgirên bazirganî bo welat rojane, ligel trafîkeke hertîmî ya rêbwaran," wî got.

Êdî dergehê sînorî yê Trebîlê dahateke rojane bi qasî 1.9 milyar dînarên Îraqî (1.6 milyon dolar) tomar dike, Birêveberîya Dergehên Sînorî yên Îraqî Yekşemê di daxuyanîyekê de got.

Emaş daxuyand ku ev dahata herî bilind e ji çaxê binxistina DAIŞê û "cihê rezamendîyê ye," û got ku tê payîn ev hejmar zêde bibin li ber ronahîya rewşên ewlehî yên baş û pêşketina xizmetguzarîyên lojistî.

Şahrêya navdewletî êdî ewle ye

Emaş got ku "hêzên Îraqî desrbasgeh bi awayekî asê kontrol kiriye," û not kir ku xalên pêşkinînê yê girêdayî Zîrevanîya Sînor gelekî ber belav in li dirêjahîya sînorê bi Urdinê re.

Wî got ku şahrêya navdewletîya ku dora 400 kîlometran dirêj e, ji dergehê sînorî yê Trêbîlê heta bajarê Remadîyê "heta asteke bilind ewle ye", û not kir ku pasvanên artêşa Îraqî û xalên pêşkinînê yên ku tabûra polîsê Enbarê wan bi rê ve dibe li dirêjahîya rê cih digirin.

Emaş got ku ev yek hevdem e ligel pêngavên ewlehî yên berdewam li gund û deverên biyabanî yên nêzî rê.

Wî got ku herwiha Îraq operasyonên sazkirinê li dirêjahîya şahrêya navdewletî cîbicî dike, ya ku ji ber êrîşên DAIŞê ziyandar bûbû, û anî ziman ku operasyona jinûveavakirina herdu pirên ku ji alîyê rêxistinê ve hatibûn wêrankirin dê di demeke nêzîk de temam bibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500