http://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2019/07/15/feature-02

×
×
Ewlehî |

Birîtanya daxwaza garantîyan dike berî ku tankerê berde

Sultan el-Barî li Riyadê û AFP

image

Wêneyeke tankera mezin Grace 1 li berava Cebel Tariqê di 6ê Tîrmrhê de dîyar dike. [Jorge Guerrero/AFP]

Wezîrê Derve yê Brîtanî Jeremy Hunt (15 ê Tîrmrhê) de got ku kirarên Îranê "heta asteke mezin aramîyê xilûle dikin" lê wî got ku wî xwest alozîyê kêm bike, berî danûstandinan bi hemberên xwe re li Yekîtîya Ewwropayî re bikin da ku peymana Kakilî ya sala 2015an giftûgo bikin.

"Ber bi Broksilê ve diçin ji bo giftûgoyên lezgîn li dar bixin bê çawa alozîyên bi Îranê re kêm bikin," Hunt di medyaya civakî de got.

Wî rêbaza dan û standina Îranê ji Rojhilata Navîn re weke alîyekî ku "heta asteke mezin aramîyê xilûle dike" şiyanse dike, û anî ziman "em dixwazin alozîyan kêm bikin ne zêde bikin derbarê 'Grace 1' û em nehêlin devereke kakilî çêbibe".

Berpirsên Brîtanî li devera Cebel Tariqê di 4ê Tîrmehê de dest danîne ser tankereke neftê ya Îranî, 'Grace 1'.

image

Rêzeke siwareyan li Şamê bendewarîya benzînê dikin di demekê de ku petrol gelekî kêm e. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Berpirsên Amerîkî bawer dikin ku tanker ber bi Sûrîyayê ve diçû da ku neftê bigihîne, weke binpêkirinekê ji cizayên Amerîkî û yên Yekîtîya Ewropayî yên cuda re.

Hewcedarî bi garantîyan heye

Di axaftineke telefonê de bi Wezîrê Derve yê Îranî Mihemed Cewad Zerîf re, Hunt got ku tanker dê were berdan eger Îran misoger bike ku ew dê ber bi Sûrîyayê ve neçe.

Wî got ku wî "axaftineke avaker" bi Zerîf re kir, ê teqez kir ku Îran "naxwaze alozîyan" di nav herdu welatan de zêde bike.

"Min careke din teqez kir ku ê me mebesta me ji vê yekê merema wê ne neft bi xwe ye di Grace 1 de," Hunt got.

Daxuyanîyeke Îranî axaftin teqez kir û got ku Hunt "mafê Îranê di hinardekirina neftê de" teqez kir. Daxuyanîyê got ku Îran hêvî dike ku peygerîneke li Cebel Tarîqê derbarê keştîya hatiye desteserkirin "dê bi awayekî lezgîn encam bide ku tankera Îranî were berdan".

Hunt got ku Brîtanya "dê berdana tankerê hêsan bike eger wê misogerkirin wergertin ku ew dê ber bi Sûrîyayê ve neçe, piştî tedbîrên qanûnî li gorî dadgehên li [Cebel Tariqê]".

Tehranê bi hêrs betek kir ji ber desteserkirina tankerê û Brîtanyayê got ku keştîyên serbazî yên Îranî hewl dan ku "derbasbûna tankereke neftê ya Berîtanî" li tengava Hurmizê asteng bike.

Îran, di daxuyanîyekê de ku ji alîyê medyaya dewletê ve hat belavkirin, got ku Zerîf ji Hunt re got ku welatê wî dê berdewam bike û nefta xwe "di hemû şert û mercan de" hinarde bike û merema Grace 1 "qanûnî" bû li " rojhilatê Deryaya Sipî".

Wî destnîşan nekir bê li kûderê.

Hunt got ku Serokwezîrê Cebel Tariqê Fabian Picardo baş kar dikir "wî pir baş kar hevahengî dikir derbarê [dozê] û ew hevkar bû di warê nerîna Mîrnişîna Yekbûyî di dema tê de".

''Kiryareke pêwîst''

Li gorî Picardo, keştîya Îranî radihêje barê herî pêkan 2.1 milyon bermîl nefta xav

Picardo îlan kir ku Kaptinê keştîyê û sê endamên taxim hatin girtin û di pişt re hatin berdan bêy ku ew bi ti gunihî werin bersûckirin roja Înê.

"Girtina Grace 1 kiryareke pêwîst bû," parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku desteserkirina tankerê li gorî qanûnên navdewletî yên girêdayî cezayên ku li ser Sûrîyayê hatine sepandin e, û not kir ku merema tankerê gumanbar bû li ser bingeha agahî û hewalgirîyên ku desthilatdarîya Berîtanî bi dest xistin.

Wî got ku îlankirina Berîtanyayê ku tanker dê were berdan piştî sehkirina wê ne sûrprîz e, û not kir ku ev rêbazê rast e ji kar re piştî lêkolîna derbarê dozê bi dawî bû.

"Pêwîst û girîng e ku em tedbîrên herî dijwar bikin da ku em cizayên li ser rejîma Sûrîyayê hatine sepandin cîbicî bikin da ku em tawanên wê li dijî xelkên Sûrî rawestînin," Besam got, di nav de xebatên wê ku guhertineke dîmografî çêke.

Wî got ku mijara pêkhatîyên petrol û neftê bandoreke wê ya mezin heye ku fişarê li rejîma Sûrîyayê bikin li deverên alîgirê wê, û not kir ku rejîm bi awayekî sereke berpirs e derbarê kêmbûna dijwar di materyalên xav de.

Wî got ku deverên alîgirê rejîmê gelek protesto li wan tên dîtin ji ber kêmbûna xaza malê û benzînê, wî anî ziman ku pareke mezin ji berhemên neftê yên berdest ji artêşê û milîsên alîgirê rejîmê re diçe.

Kêmbûna wê bêtirê wiha dê dê bandoreke neyênî li tevger û opersyênên serbazî bike.

Tu vê mijarê diecibînî?
6
Na

0 KOMÊNT

Rêbazên Komentan
Captcha