Nûçeyên Iraqê
Penaber

Li jêr fişara Pasdaran, şênîyên Dêra Zorê ji bajêr koçber dibin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamekî çekdar ê milîseke ser bi Pasdaran ve li bajarokê Elbû Kemal ê parêzgea Dêra Zorê piyase dike. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin] 

Endamekî çekdar ê milîseke ser bi Pasdaran ve li bajarokê Elbû Kemal ê parêzgea Dêra Zorê piyase dike. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin] 

Çalakgerekî xwecihî teqez kir ku Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) û milîsên alîgir fişara xwe li ser şênîyên parêzgeha Dêra Zorêya Sûrîyayê zêde dikin, û wiha dibin sedema pêleke nû ya bêwarbûyînê.

Dest li ser gelek malan tê danîn bi behaneyên cuda û ew bo vehewandina milîsan tên bikaranîn, bi taybetî li bajarokê Elbû Kemalê, çalakgerê ji Dêra Zorê Cemîl Ebid ji Diyaruna re teqez kir.

Ebid daxuyand ku ev beşeke ji prosesekê ku bi rêya wê Pasdaran û milîsên alîgir bi awayekî sîstematîk Dêra Zorê ji şênîyên wê vala dikinbi taybetî li Elbû Kemalê û gundewarê li derdorê wê û li Meyadînê.

Wî got ku bo neçarkirina sivîlan bo ji deverê koçber bibin, milîs rê nadin xelkê ku kavil û mozilên şer rakin û xebatên wan bo dîtina derfetên kar û berdestkirina xizmetguzarîyên bingehîn asteng dikin.

Milîsên ser bi Pasdaran ve bi sivîlên ku alîkar in bi wan re li gundewarê Elbû Kemalê digerin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Milîsên ser bi Pasdaran ve bi sivîlên ku alîkar in bi wan re li gundewarê Elbû Kemalê digerin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Wî da zanîn ku ev bû sedema koçberîya bi hezarên sivîlan, ên ku berê xwe didin deverên din ên Dêra Zorê, Şamê û deverên li jêr kontrola Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD).

Wî got ku hevdem milîs bandor û kontrola xwe li deverên ku xelkê ji wan bar kiriye zêde dikin û malên wan dikin cihên vehewanê û navendên ewlehî, û da zanîn ku gundên Suwîyayê bi temamî hatiye valakirin.

Destdanîn li ser mal û zevîyan

Wî teqez jî kit ku mal û xanî ji sîvîlên deverê hatine kirîn ji alîyê endamên milîsan ve yan jî simsarên ku Pasdaran ew bi vî karî erkdar kirine.

Ev kirîn yan bi rêya rêkeftinên rasterast bi rejîma Sûrîyayê re pêk tên, yan jî navênkarên Sûrî yên bi navê Pasdaran tev digerin wan hêsan dikin, çalakvanekî ji Dêra Zorê.

Wî got ku kirîn ji alîyê rejîma Sûrîyayê ve tê hêsankirin, efserên Pasdaran ligel sazîyên hikûmeta Sûrîyayê kar dikin bo bidestxistina kargehên ku li ser zevînan hatine avakirin ku xwedanên wan li derve ne -- Sûrîyên ku bi salan li derveyî welatê xwe dijîn.

Wî got ku dema kirîn diqede, kaxezên fermî bo Wezareta Pîşeszîyê ya Sûrîyayê tên şandin.

Hewla Îranê ya çesipandina bandorîya xwe li rojhilatê Sûrîyayê dikeve xizmeta ajandeya wê ya herêmî bo vekirina korîdorekê heta bi Lubnanê û Deryaya Sipî, bo ew bikaribe bi rêya wê çek û çekdaran veguhêze û bazirganîyê berfireh bike.

Sivîl, çalakger li jêr fişarê ne

Wî daxuyand ku çalakgerên Sûrî alarm û haydarî li dor cihgirtina milîsên ser bi Pasdaran ve li Dêra Zorê dan, bal kişandin li ser hebûna elementên Îranî û endamên Hizbulaha Lubnanî, Hereket el-Nuceba ya Îraqî û milîsên Fatemiyûn û Zeynebiyûn, yên ku ji çekdarên Afxanî û Pakistanî pêk tên.

Piranîya van milîsan xwedan hebûn in li Elbû Kemalê, yê ku hevsînorê Îraqê ye.

Ebid got ku piştî ku wan ev agahî eşkere kirin, milîsan gelek dever girtin, û depoyên xwe yên çekan veguhestin û dever ramaliştin bo lêgerîn li kesên ev agahî belav kirine.

Wan herwiha bertengkirinên tund li ser alavên pêwendîyê û wênekêşanê sepandin.

Wî got ku taktîkine din jî tên sepandin bo tirsandina sivîlan û nehiştina vegera jîyana asayî, di nav de sepandina mercên negengaz li ser nûavakirina mizgeftan li Elbû Kemalê û Dêra Zorê.

Wî got ku milîsan biryar daye ku kesên dixwazin dîsan ava bikin divê pesendkirina ewlehî ji wan werbigirin berî dayîna destûrên avakirinê, heta ku ew xelkên resen ên deverê bin jî.

Ebid teqez kir ku rêgirî li hinek bazirganan hat kirin ku dîsan firoşgehên xwe ava bikin.

Wî got ku milîs herwiha bertengkirinan li ser bikaranîna mizgeftan li Elbû Kemal, Meyadîn û hinek deverên din ên Dêra Zorê disepînin, û da zanîn ku hêzên taybet nimêjên Înê serpereştî dikin.

Wî got ku hevdem, Hûsênîyat berbelav bûn û bi awayekî serbest tev digerin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500