Nûçeyên Iraqê
Civak

Şênîyên bêwar bi awayekî berfireh vedigerin Hemdaniyayê

Xalid Taî

Îraqîyên ji parêzgeha Nînewayê bêwar bûne vedigerin malên xwe, di Îlona 2017an de. [Wêne ji Wezareta Koçberî û Koçberan hatiye wergirtin]

Îraqîyên ji parêzgeha Nînewayê bêwar bûne vedigerin malên xwe, di Îlona 2017an de. [Wêne ji Wezareta Koçberî û Koçberan hatiye wergirtin]

Navçeya Hemdaniyayê li parêzgeha Nînewayê zêdebûnkê di hejmara bêwarên divegerin malên xwe de dibîne piştî deverên wan ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin rizgarkirin, encumena xwecihî Înê (12ê Tîrmehê) ragihand.

"Di mehên dawî de, pêşketineke girîng di mijara vegera malbatên bêwar bo malên wan li navenda Hemdaniyayê û derdorên wê tê dîtin," serokê encumenê Feysel Skendar ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku herwiha rewş li Keremlis, Bartêla, Qereqoş û Başîqayê jî wiha ye.

"Veger di nava şênîyên Şebek û Kakayî de gihiştiye 90%, û dora nîvê malbatên Xiristiyan yên navçeyê jî -- dora 24,000 kes -- vegerane," wî got.

Dagirkirina DAIŞê ji Hemdaniya parêzgeha Nînewayê re bûye sedema wêranbûyîna navçeyê. [Wêne ji Şaredarîya Hemdanîyê hatiye wergirt]

Dagirkirina DAIŞê ji Hemdaniya parêzgeha Nînewayê re bûye sedema wêranbûyîna navçeyê. [Wêne ji Şaredarîya Hemdanîyê hatiye wergirt]

Skender got ku herwiha gelek malbatên êlên Ereb ên ji başûrê Hemdanîyê, bi taybetî yên gundên Xazir, hîn bêwar in.

"Dora 130,000 kes ji eslê 190,000 vegerandine, ev jî hejmara giştî ya şênîyên Hemdanîyê ye, yên ku bêwar bûn piştî endamên DAIŞê dest danîn ser deverên wan di nîvê 2014an de," wî got.

''Rewşa ewlehî ne rêgir e li ber vegerê''

Wî teqez kir ku rewşa ewlehî ne rêgir e li ber vegera bêwaran, ji ber hêzên Îraqî navçe bi temamî kontrol kirine û rewşa ewlehî baştirbûyî ye.

Wî got ku herwiha xizmetguzarî li deverên serekî baştir dibin piştî çendîn projeyên ji hêla çekdaran ve hatin wêran kirin, hatin nûkirin.

Skender got ku kêşeya serekî li ber vegera 60,000 bêwarên mayî ew e "ku piranîya xanîyên wan bi temamî wêran bûne û derfetên wan ên diravî tune ne".

Wî daxuyand ku "bi hezaran mal bi awayekî parçeyî ji alîyê xwedanên xwe ve hatine çaksazkirin, bi alîkarîya rêxistinên niştîmanî û navdewletî," vê yekê jî alîkarî kir di sivikkirina kêşeya malbatên bêwar ên Hemdaniyayê.

Skender bang li hikûmetê kir ku "bêwaran ji hêla diravî ve qerebû bike bo ew bikarbin malên xwe dîsan ava bikin û bêwarîya xwe bi dawî bikin".

Wî herwiha bang bo "zêdekirina fînansên bo navçeyê yên ji bodceya dewletê tên terxankirin kir bo pêşxistina seqamgîrîyê û pêkanîna projeyên avakirinê".

"Hinek avahî ji hêla terorîstan ve hatine wêrankirin, mîna kenîseyan û perestgehan, ligel fînansê bi hewcedarî ezmûndarî û piştgirîya teknîkî ya navdewletî ne bo nûavakirina wan," wî got.

Skender daxuyand ku ew herwiha avahîyên ku temenên wan zêdetirî 500 salan in dihundirînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500