Nûçeyên Iraqê
Aborî

Rejîma Sûrî bandora qeyrana sûtemenîyê kêm dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Rêzeke dirêj a otombîlan li sûtemenîgehekê çaverê dikin da ku parên xwe yên terxankirî dagirin, para ku ji alyê Wezareta Neftê ve hatiye danîn. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Rêzeke dirêj a otombîlan li sûtemenîgehekê çaverê dikin da ku parên xwe yên terxankirî dagirin, para ku ji alyê Wezareta Neftê ve hatiye danîn. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Çalakgerên Sûrî û çavdêr rejîm bersûc kirin ku ew hewl dide dijwarîya qeyrana sûtemenîyê veşêre,qeyrana ku gelek sektorên aborîyê pûç kirine.

Bandora qeyranê di gelek sektoran de dîyar e û bandor li gelek alîyên jîyana rojane kiriye, ji veguhestinê heta nangeh û bikaranîna ceneratorên kehrebeyê, parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re ragihand.

Wî daxuyand ku hinek nangehan karê xwe rawestandin ji ber kêmbûna mazotê, vê yekê hişt ku gelek kes vegerin rêbazên kevin ji bo pijandina nan bi rêya bikaranîna êzingan.

Wî dîyar kir ku Di heman demê de, kolan "bi awayekî balkêş ji otombîlan vala ne û komên gemarê li gelek deveran hene ji ber sûtemenîya kêm ji kamyonên gemarê re".

Hin navgînên ku di sînorê Lubnanê re derbas dibin hatin dîtin ku tankerên zêde bi wan ve hene, yên ku bo birina benzînê bi qaçaxî bo Sûrîyayê tên bikaranîn. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Hin navgînên ku di sînorê Lubnanê re derbas dibin hatin dîtin ku tankerên zêde bi wan ve hene, yên ku bo birina benzînê bi qaçaxî bo Sûrîyayê tên bikaranîn. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Wî got ku astengkirina navgînên veguhestina giştî hişt ku hêrseke berfireh derkeve holê, heta di nav alîgirên rejîmê de jî, "heta asta ku xeber û lanet bi zehfî li ser rejîm û wezîran bariyan ji alîyê welatîyên ku di dorê de bendewarîyê dikin".

Wî teqez kir ku lê heta bi vê kêmbûna sûtemenîyê, medyaya dewletê û medyaya alîgirê rejîmê berdewam in di weşandina lêdwanên berpirsan ên red dikin ku qeyran heye û teqez dikin ku berhemên petrolê gelekî li bazaran berdest in.

"Ew angaşt dikin ku ew ji derveyî welat hawirde dikin û angaşt dikin ku komployeke navdewletî li dijî wan heye," Besam got.

Kêmbûna sûtemenîyê, qaçaxîkirin

Besam daxuyand ku qasê benzîna ji her kesekî re terxankirî, ya ku di rêya karta zîrek re tê dayîn, 100 litr ji otombîlên taybet re, 350 litr ji navgînên veguhestina giştî re û 25 litr ji motoran re ye.

Wî teqez kir ku ev par têra hewcedarîya xelkê nake.

Wî got ku qasa terxankirî bi buhayekî zêdetir tê firoştin, berê her litrek bi 225 lîreyên Sûrî (0.43$) bû, aniha ji 375 lîreyên Sûrî (0.72$) dest pê dike.

Bi hezarên litran benzîn rojan ji Lubnanê ber bi Sûrîyayê ve di derbasgehên neqanûnî re yên li bakur û rojhilatê Lubnanê tên qaçaxîkirin, çalakgerê ji devera Şamê Mihemed Bêk ji Diyaruna re got.

Wî got ku Kamyonên Sûrî li van deveran hatine dîtin.

"Herwiha çalakîyên qaçaxîkirina lezgîn bi rêya hêleborîyên li devera Belbekê re tên pêkanîn, hêleborîyên ku berê ji bo qaçaxîkirina mazotê ji Sûrîyayê ber bi Lubnanê ve dihatin bikaranîn," wî ji Diyaruna re eşkere kir.

Herwiha qaçaxîkirin li asteke biçûktir bi rêya otombîlên ku depoyên sûtemenîyê yên zêde yên veşartî di wan de hene tê cîbicîkirin, herwiha bi rêya otombîlên taybet ên di nav herdu welatan re diçin û tên û li Lubnanê bi sûtemenîyê tên dabînkirin.

Gazinên ji kwalîtîya xazê

"Piranîya bîr û parzûngehên neftê li deverên ji derveyî kontrola rejîmê dikevin, ên ku 75% ji bîrên li Sûrîyayê pêk tînin," Bêk got.

Wî anî ziman ku mêjerên ku li deverên li jêr kontrola rejîmê tên berhemdayîn têra hewcedarîya bazara xwecihî nakin.

Wî got ku di salên berê de, xeteke dabînkarî ku Îranê kişandibû Sûrîyayê da wê bi bneftê dabîn bike li hember rêkeftinên bazirganî yên ku gelek berêtî didane alîyê Îranî.

Wî got ku lê dema ku piştivanîya Îranî rawestiya, "qeyrana kêmbûna sûtemenîyê ser asteke mezin dest pê kir", û destnîşan kir ku bazara reş gelek çalak e ji ber Sûrî ber bi bazirganên neqanûnî ve diçin da ku hewcedarîya xwe ji sûtemenîyê dabîn bikin.

Gelek xwedîyên siwareyên taybet gazinan ji kwalîtîya nebaş a benzîna bi rêya kerta zîrek dikin, çalakgerê ji Helebê Ehmed Salim got.

Piştî bendewarîya bo çend rojan da ku sûtemenîyê bi dest bixin, ajoker şok bûn dema ku siwareyên radiwestin ji ber kwalîtîya benzînê ya ne baş, wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku zêdetir, milîsên alîgirê rejîmê "dest dideynin ser sûtemenîya ku li sûtemenîgehan hatiye belavkirin da ku mêjerên mezin ji endamên xwe re dagirin".

Wî teqez kir ku vê yekê gelek pevçûn li devrên li jêr kontrola rejîmê encam dan, hin ji wan gihane şerê bi çekan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500