Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Îraq piştgirîya darizandina çekdarên DAIŞê yên biyanî dike

Xalid Taî

Hêzên Îraqî pasvanîya endamekî DAIŞê dikin, endamê ku rastî tawanbarîya têkildarî terorîzmê tê di 12ê Gulanê de. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî pasvanîya endamekî DAIŞê dikin, endamê ku rastî tawanbarîya têkildarî terorîzmê tê di 12ê Gulanê de. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Îraqê zelal kir ku operasyonên darizandina endamên biyanî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li gorî qanûnên niştîmanî tên cîbicîkirin.

Ji sala 2018, dadgehên Îraqî hukmên cuda li 514 welatîyên biyanî birîn, jin û mêr, ln hatin bersûckirin ji ber ew tevlî DAIŞê bûbûn û li gel wê kar dikirin.

Cezayê îdamê li ser 11 ji van haletan hat birîn -- ev yek bû sedema nerazîbûna hin rêxistinên navdewletî û çalakên mafên mirov -- tevî ku hîn ti hukmê îdamê bi kesên biyanî nehatiye cîbicîkirin.

"Her kes dikare têbînîyên xwe derbirîn bike û li dijî hukman derkeve," serokê Komela Çanda Qanûnî Tariq Herb ji Diyaruna re ragihand. "Lêbelê, em dixwazin teqez bikin ku hukmê îdamê di qanûnê Îraqî de heye."

Girtîyên DAIŞê bendewarîya lêpirsîna ji alîyê peygerên Îraqî ve dikin. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Girtîyên DAIŞê bendewarîya lêpirsîna ji alîyê peygerên Îraqî ve dikin. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Hukimê îdamê di hin haletan de li ser welatîyên biyanî hat birîn ji ber "wan çalakîyên terorîst li Îraqê kirin û qurbanîyên wan Îraqî ne", wî got.

"Çi welatîyê biyanî tawanekê bike li çi welatî ew ji alîyê sazemenîya dadmenî ya wî welatî tê darizandin û ev pîvaneke qanûnî ye kub li ser asta navdewletî tên naskirin,".

Ew kesên rastî darizandinê tên ji ber sûcên terorîzmê "rastî danişînên dadgehê tên li gorî qanînan Îraqî", wî got, di nav wan de Yasaya Dijî Terorîzmê ya hejmara 13 ya sala 2015an û Yasaya Prosedûrên Tawanî ya hejmar111 ya sala 1969an.

Herb got ku hukmên hatine birîn li gorî xweza û cureyê tawana hatiye kirin û ziyanên ku encam dane.

Qanûna Îraqî ferqîyê nake

Darizandina çekdarên DAIŞê yên biyanî li Îraqê "li gorî prosedûrên qanûnî yên bingehîn" tên cîbicîkirin ji peygerînê heta birîna hukm, pisporê siyasetê Îsam Feylî ji Diyaruna re got.

"Hemû mikurhatinên ku ji alîyê gumanbaran ve hatin dan ew û şehadet û şihûdan hevparên wan (di tawanê de) li hev tên," wî got.

"Proseya peygerînê delîlên ji cihê tawan li hatiye kirin dabîn dike, delîl derbarê bê çawa kesên gumanbar tawanên xwe kirin, ên ku di dawî de ji dadgehê re tên pêşkêûkirin," wî anî ziman.

"Her kesê gumanbar encumena qanûnî ji mafê wî ye, yan dadgeh dikare parêzerekî berevanîyê destnîşan bike û dadger dê bi hûrayî doza ber çav bibe berî ku ti hukmî bibire" Feylî got.

Wî not kir ku heta eger hukm ji alîyê dadgehê ve were birîn jî, ev hukm yekser nayên cîbicîkirin herwekî ku dadgeha pêdeçûnê heye ku hukman erê dike, wan sivik dike yan jî wan dişîne da ku careke din darizandin were vegerandin eger delîl nevebir hebin.

Qanûna Îraqî "ferqîyê naxe navbera tawanbarên Îraqî yan biyanî yên bersûc in ku tawanên terorîst an tawanbarî li ser xaka Îraqê kirine", Feylî got, wî not ku hukmê îdamê li ser her kesê bi tawana kuştin bersûc tê cîbicîkirin.

''Sîstema qanûnî qayim e''

Feylî got ku hejmarek ji çekdarên biyanî çûne Îraqê û sitemkarî li wir kirin, û not kir ku gelek ji wan anîha ji ber tawanên xwe tên darizandin.

Darizandinên Îraqî tên lidarxistin dema hejmareke welatan red dikin ku pêşwazîya welatîyên xwe yên bi terorîzmê bersûc bikin.

Di destpêka Hezîranê de, gelek welatên Ewropayî pêşniyar kirin ku dadgeheke navdewletî li Îraqê çêkin bo ku çekdarên DAIŞê bidarizînin.

Lê çavdêr mikur hatin ku dê zehmet be ku ev yek were cîbicîkirin û pirsîn gelo kîjan qanûn di van haletan de dê werin bikaranîn. Herwiha wan got ew ditirsin ku darizandin dirêj bidin an jî tawanbar dê ji adaletê birevin.

Zêdey vê yekê, damezrandina vê dadgehê "dibe ku ji alîyê Îraqîyan ve neyê pejirandin ji ber mijarên girêdayê serwerîyê û serxwebûna sîstema dadmendî", serokê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Enbarê Neiîm Kiûd got.

"Sazemenîya dadmendî ya Îraqî qayim e û sicilekî dirêj destpakî û dadperwerîyê de li gorî pêvanên navdewletî," wî teqez kir.

"Sîstema me ya dadmendî bi van terorîstên ku welatên wan red kirin ji ber tawanên wan ên kirêt û ji ber gefa ku ke ew dê li ser ewlehî û hêminîya civakên xwe çêkin, bi dadmendî û zelalî dide û distîne," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500