Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Îraq 6 Êzîdîyan ji kampa Holê li Sûrîyayê werdigire

Xalid Taî

Xebatkarên bijîşkî alîkarîyê didin jineke Êzîdî piştî ew ji nav destên DAIŞê hat rizgarkirin, di 31ê Adarê de. [Wêne ji Husên Qaidî, serokê Ofîsa Karûbarên Êzîdîyên Revandî]

Xebatkarên bijîşkî alîkarîyê didin jineke Êzîdî piştî ew ji nav destên DAIŞê hat rizgarkirin, di 31ê Adarê de. [Wêne ji Husên Qaidî, serokê Ofîsa Karûbarên Êzîdîyên Revandî]

Şeş Êzîdîyên ku ji navçeya Şengalê hatin revandin ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di sala 2014an de ji kampeke bêwaran li bakurê-rojhilatê hatin wergirtin, berpirsekî Îraqî Çarşemê (10ê Tîrmehê) ragihand.

"Karbidestên kampa Holê li parêzgeha Hesekê pênc jinên Êzîdî û zarokek radestî tîma Ofîsa Karûbarên Êzîdîyên Revandî ya Îraqî kirin," serokê ofîsê Husên Qaidî ji Diyaruna re ragihand.

"Temenên jinan di navbera 23 û 30 salî de ne, û zarok 12 salî ye," wî got.

"Pêşî ew bo navçeya Şengalê hatin veguhestin (ji Hesekê), paşê bo parêzgeha Duhokê, û li wir xizmên wan ew wergirtin," Qaidî got.

Kesên rizgarbûyî di nav bi hezarên jin û zarokên Êzîdî de bûn, ên ku DAIŞê ew revandin dema ku wê dest danî ser Şengalê.

"Ew rastî rewşên dijwar û zehmet hatine, ji ber çeteyên DAIŞê ew bi qaçaxî birin, ew êşkence kirin û ew birçî jî kirin," wî got.

Qaidî got ku piştî DAIŞ hat binxistindi operasyoneke bejahî de ji hêla Hêzên Sûrîyaya Demokratîk ve bi hevahengî bi Hevpeymanîya Navdewletî re, ew hatin rizgarkirin û bo kampa Holê hatin şandin.

"Ew aniha çareserîyeke nûjdarî ya pir werdigirin bo ew dîsan tevlî komelgehê bên kirin û bo rakirina şopên derûnî û îdyolojîya ku DAIŞê hewl dabû di hişên wan de biçîne," wî got.

Wergirtin û pêgehandina Êzîdîyan

"Ofîs navendeke taybet e bi pêgehandina derûnî ye li parêzgeha Duhokê, û ew serpereştîya çareserîya tundirustî û xizmetguzarîyên piştgirîyê bo hemû Êzîdî revandî yên ku ji destên terorîstan hatine rizgarkirin," Qaidî got.

Wî eşkere kir ku amadekarî li dar in bo wergirtina komeke din a Êzîdîyan ji Sûrîyayê.

"Agahîyên me li dor zarok û jinên Êzîdî yên li deverên ji DAIŞê hatine rizgarkirin li bakurê-rojhilatê Sûrîyayê hene, û xebatên mezin tên meşandin bo vegerandina wan bo welat û bo nav himêza malbatên wan," wî got.

Qaidî got ku di her pênc salên dawî de 3,476 Êzîdîyên ji tawanên DAIŞê rizgar bûne hatine navnivîsîn, ku piranîya wan jin û zarok in.

Wî got ku tevî şikestina DAIŞê li Îraq û Sûrîyayê, "dora 2,900 Êzîdîyan hîna çarenivîsa wan ne dîyar e".

"Tîmên me, bi hevahengî ligel alîyên pêwendîdar ên din, bi hemû karîna xwe dixebitin bo lêgerîna li cihê Êzîdîyên sax, çi li Îraqê û çi li Sûrîyayê, û bo hêsankirina vegera wan bo malbatên wan," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500