Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êrîşên rejîmê sivîlan li kampeke li gundewarê Idlibê dikujin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamine Berevanîya Sivîl ya Sûrî (Xuzeyên Sipî) digihêjin kampeke bêwaran li parêzgeha Idlibê piştî ew ji alîyê balefirên şer ên rejîmê ve hat armanckirin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Endamine Berevanîya Sivîl ya Sûrî (Xuzeyên Sipî) digihêjin kampeke bêwaran li parêzgeha Idlibê piştî ew ji alîyê balefirên şer ên rejîmê ve hat armanckirin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Bombebarandina cewî ji alîyê Rejîma Sûrî ve çar sivîl li kampeke li nêzî bajarokê Dêr el-Şerqî li gundewarê rojhilatî yê Idlibê kuştin, çalakgerekî xwecihî Çarşemê (10ê Tîrmehî) got.

Her çar kesên mirî endamên heman malbatê bûn û di konê xwe de hatin kuştin, çalakger Heysem Idlibî ji Diyaruna re got, û Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku ew du jin û du zarok bûn.

Idlibî got ku kamp ne nêzî cihekî yan çalakîyeke serbazî ye, û not kir ku niştecîyên kampê ji deverên xwe li xetên pêşî yên ku rastî guleyan hatin reviyan û hin ji wan şivan in.

Wî got ku hin bajarok bi êrîşên asmanî û mûşekan hatin armanckirin,di nav wan de Rekaya, Maezîta, Hobêt, Medaya, Şêx Mustefa, Erneba, Tarî, Sukeyk, Kefer Eyn û Tel Ebas.

Dûmanê girtiye ser devera Çiyayê Turkmen piştî ku depoyên cebilxaneyên hêzên rejîmê hatin teqandin. [Wêne ji Medyaya civakî hatiye wergirtin]

Dûmanê girtiye ser devera Çiyayê Turkmen piştî ku depoyên cebilxaneyên hêzên rejîmê hatin teqandin. [Wêne ji Medyaya civakî hatiye wergirtin]

Idlibî got ku di heman demê de, şerên dijwar di nav hêzên rejîmê û komên çekdar de li devera Çiyayê Turkmen li gundewarê parêzgeha Laziqîyayê dest pê kirin.

Êrîşê dest pê kir dema ku komên çekdar dest bi êrîşeke nişkayî di berbangê de kirin, êrîşa ku heta astekê pêşketinek pêkanî, berevanîyên rejîmê derbas kirin li gelek xalan û hejmarek tank û navgînên serbazî ruxandin.

Wî got ku çar leşkerên rejîmê hatin dîlkirin û bêhtirî dehan jî hatin kuştin.

Wî anî ziman ku şer li Telet Zahiyayê berdewam e, Telet 428 (Girê 428), gundê Atirya û girekî stratejî yê nêzîkî devera ku cihekî sereke lê li jêr kontrola rejîmê ye.

Idlibî got ku agir li deverên daristanî li devera Çiyayê Turkmen dilîze piştî teqîneke li depoyên cebilxaneyên rejîmê.

Wî teqez kir ku hêzên rejîmê ji hin devran reviyan ji ber tirsa ku agir belav bibe.

Nexweşxane nema dikarin xizmetguzarîyan dabîn bikin.

Êrîşên asmanî yên rejîmê Çarşemê heft sivîl kuştin, di nav wan de sê zarok, li gundewarê Cisir Şixûr ê parêzgeha Idlibê û di encamê de nexweşxaneyek êdî nema dikare xizmetguzarîyan dabîn bike, Rewangehê got.

Sê sivîl mirin piştî nexweşxane bû armanc, û çare din li devereke din ji bajarok hatin kuştin, serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

Berevanîya Sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî) got ku mûşekan nexweşxane û taxên nişrtecihî li Cisir Şixûr armanc kirin, AFP ragihand.

Bijîşkekî li wir got ku swênkara tendirustî nema dikare xizmetguzarîyan dabîn bike piştî kuc enerator hatin hedefkirin û birîndar ber bi nexweşxaneyeke din ve hatin veguhestin.

"Tu cenerator ligel me neman ku em bihêlin nexweşxane bimîne di xizmetê de. Ev nexweşxane tenê berdest e li Cisr el-Şixûr û gundên derdorê," Besam Xetab ji AFP re ragihand.

NY dibêje 25 swênkarên tendirustî li herêmê hatin lêdan, tevî rêkeftineke meha Îlonê di navbera Rûsya û Turkîyayê de bo bidûrkirina deverê ji êrîşeke berfireh a rejîmê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500