Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Li gel alozîya Îranî, desthilatên olî yên Îraqê rêya bêalîtîyê digirin

Elaa Husên li Bexdayê

Oldarekî Şîyî Îraqî xutba Înê li Kerbelayê dide. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Mizgefta Îmam Husên hatiye wergirtin]

Oldarekî Şîyî Îraqî xutba Înê li Kerbelayê dide. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Mizgefta Îmam Husên hatiye wergirtin]

Berpirsine olî got ku mezintirîn oldarên Şîyî li Îraqê di heyama alozîya wê ya bi civaka navdewletî ya aniha re dûrî Îranê diketin, ew jî ku banga peyrewan bo piştevanîya Komara Îslamî nekir.

Wan got ku mezintirîn oldar, di nav de Elî Sîstanî, bangî peyrewan nekir da piştevanîya Îranê li dijî Amerîkayê bikin, da zanîn jî ku desthilatên olî yên li Îraqê siyaseta bêalîtîyê dimeşînin.

Helwesta Sîstanî, ya di rêya xutbeya Înê hate ragihand de, bangî nedestwerdana di karûbarên hundir ên welatên din dike, Şêx Elaa Rebîyî, endamekî komîteya rizgarkirinê ya ofîsa Sîstanî eşkere kir.

Rebîyî ji Diyaruna re daxuyand ku Sîstanî teqez kiriye ku ew naxwaze Îraq ber bi alozîyên herêmê ve bibe.

Helwesta bêalîtîyê û nedestwerdanê siyasetek e ku deshilatên Îraqî yên Şîyî û Sinî li Îraqê pêk tînin, peyvdarê Dar Ifta li Îraqê Amir Beyatî wiha ji Diyaruna re ragihand.

Beyatî anî ziman ku "gotara olî ya nerm roleke girîng di nûavakirina civakê û guhertina ramanên nelirê de digerîne bi hêvîya civak ji zehmetîyan bi dûr bikeve.

Wî dîyar kir ku gotara nerm a desthilata olî li Necef û dezgeha Sinî, ji alîyê miftîyê Sinî yê Îraqê Şêx Mehdî Sumeydeyî ve hat temsîlkirin, "dê rê li ber azara ku nayê wesifkirin a şer û ne-aramîya rewşa hundir li pey hiştiye, bigire.

Beyatî bang li Îraqîyan kir ku guh bidin fermanên desthilatên olî "ji dêvla wan kesên ku dixwazin xortên Îraqî derbasî şerekî ku piştevanîya partîyên derve dikin, bikin.

Bêalîtîya olî

Desthilatên olî yên li Îraqê bi biaqilî diçe meseleya Îranê, ku banga sebirkişandinê dikin ji dêvla tevlî hêrsa olî bibin ku dê aramîya Îraqê bixe metirsîyê, analîzerê ewlehî Xanim Efiyan ji Diyaruna re dîyar kir.

Efiyan destnîşan kir ku helwesta sîyasî ya desthilatên olî li Îraqê "her tim berjewendîya Îraqê di ser her tiştî re digirt", da zanîn jî ku ev yek ji çaxa alozîya Îranê ve, baş belî bû.

Wî got ku dezgeha olî ya li Necefê xwedî nêrîneke olî taybet e ku rewşa siyasî ya welêt digire ber çavan.

Efiyan anî ziman ku oldar dibînin dê Îraq rastî metirsîyeke pir mezin were eger tevlî şerekî herêmê bibe, tiştê dihêle ew di tengijînên navbera Îran û Amerîkayê de bêalî bimîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500