Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Îraq zarokên ku li deverên li jêr kontrola DAIŞê bûn ji dayîk bûne qeyd dike

Xalid Taî

Berpirsekî ewlehî serperiştîya derxistina belgeyên fermî li parêzgeha Nînewayê di 18ê Sibatê de dike. [Wêne ji Wezareta Karê Hundir a Îraqî hatiye wergirtin]

Berpirsekî ewlehî serperiştîya derxistina belgeyên fermî li parêzgeha Nînewayê di 18ê Sibatê de dike. [Wêne ji Wezareta Karê Hundir a Îraqî hatiye wergirtin]

Desthilatdarîya Îraqî di 1ê Hezîranê de dest pê kir zarokên ku deverên berê li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji dayîk bûne qeyd dike.

Dadgehên Îraqî bi awayekî hevpar li gel desthilatdarîyên ewlekarî kar dike da ku şehadetên jidayîkbûnê ji zarokên nehatine qeydkirin re derxin li ser bingeha belgeyên nasnameyên dê û bavên wan an şehadetên şihûdan.

Ev tedbîr dê pirsgirêkeke herî kelemdar ku di serdema DAIŞê de derkete holê çareser bike, pirsgirêka ku bi hezaran zarokên bi awayekî ferîmî nehatine qeydkirin li şûn xwe hiştin, ji ber belgeyên ku ji alîyê rêxistinê ve hatine weşandin hikûmeta Îraqî îtirafê bi wan nake.

Ev gava qeydkirina zarokan "însyatîfeke girîng e", ji ber ne dadmendî ye ku ew wan ji mafê welatîtîyê bê par bihêlin di welatê jidayîbûna wan de, Elî Beyatî, peyvdarê Komisyona Bilind ya Serbixwe bo Mafên Mirov, got.

Jin bi zarokên xwe re di rêzekê de bendewarîyê dikin da ku belgeyên fermî li parêzgeha Nînewayê bixwazin di 25ê Hezîrana sala 2017an de. [Wêne ji Wezareta Karê Hundir ya Îraqî hatiye wergirtin]

Jin bi zarokên xwe re di rêzekê de bendewarîyê dikin da ku belgeyên fermî li parêzgeha Nînewayê bixwazin di 25ê Hezîrana sala 2017an de. [Wêne ji Wezareta Karê Hundir ya Îraqî hatiye wergirtin]

"Bidestxistina belgeyan tê wateya ku ew dê karibin mafên welatîtîyê bi awayekî tam bijîn û tevlî civakê bibin û bi vî awayî siberoja wan dê were parastin," wî ji Diyaruna eşkere kir.

Berî vê malbat rastî hejmereke astengîyan dihatin dema wan dixwest zarokên xwe qeyd bikin, wî got, ji ber ji jin û mêrên Îraqî yên ku li deverên li jêr kontrola DAIŞê bûn zewicîne dihat xwestin ku pêşî zewaca xwe biçespînin.

"Pirsgirêk zehmettir dibe eger yan dê yan bav û bi taybet bav miribe, winda bûbe yan jî tevlî koma terorîst bûbe," Beyatî got.

Ji desthilatdarîya ewlekarî hat xwestin ku sehkirineke ewlehî ya dirêj cîbicî bike, wî got, bi taybet di rewşên ku bav çekdarekî DAIŞê yê biyanî be ku bi jineke Îraqî re zewicî be.

"Em hêvî dikin piştî vê biryarê, dê bêtir bi awayekî cidî bi vê pirsgirêkê re were danûstandin tevî ku ew zehmet û alozîdar e, ku dibe çend ji wan rewşan werin çareserkirin," wî got.

Herwiha Beyatî bang kir ku qanûninan bigirin dest ku pirsgirîka zarokên eslê wan nenaskirî ye çareser bikin û ew zarokên kes nikare zanibe bê ji kê ne, herwiha wî bang kir ku malbatên zarokên sêwî werin şûndan.

Wî teqez kir ku adaleta guhastinê di civakên rizgarkirî de girîng e "da ku mafên hemû malbat û zarokên di dema kontrolkirina terorîstan de jidayîk bûne, di nav wan de zarokên çekdatên DAIŞê, werin parastin".

Biryara mirovî

"Ev biryar tirsa ku nifşekî nû ji terorîst û tawanbaran çêbibe sivik dike," endamê encumena parêzgeha Nînewayê Xezwan Dawidî got.

Di van mehên dawî de, encumenê "gelek daxwaz ji malbatan wergert, bi taybet ji hevjînên çekdarên DAIŞê, ji bû ku destwerdanê bike û yekser zarokên wan qeyd bike", wî ji Diyaruna re got.

"Herwiha em berdewam bang dikin ku ev pirsgirêk were çareserkirin û dixwazin bi awayekî mirovî pê re bidin û bistînin," wî got, da zanîn jî ku zarokên dê û bavên DAIŞî bûn divê bi gunehê tawanên dê û bavên xwe neyên şewitandin.

Divê ev zarok "bê belge nemînin ku dê bihêle di siberojê de rastî guneh, tundî, tolhildan û hestên margînalîzkirin û ferqîyê werin", Dawidî got.

Wî pêşniyar kir ku ev pirsgirêka alozdar li ser qonaxan were çareserkirin.

"Berî her tiştî, divê em pirsgirêka wan zarokên ku hîn dê û bavên wan sax in çareser bikin, di pişt re sêwî û ew zarokên ku kes nizane bê ji kî ne," wî got.

Biryara qeydkirina zarokên ku li deverên li jêr kontrola DAIŞê ji dayîk bûne "pirsgirêkeke mirovî ya kelemdar çareser dike", Eyser Fexrî yê ku derûnîyê li Zanîngeha Bexdayê hîn dike got.

Bi taybet têkildarî wan zarokên "ku di şert û mercên awarte de ji dayîk bûn û aniha temenê di nav çar û pênc salan de ye", wî ji Diyaruna re eşkere kir.

Ev biryar derfetê dide van zarokan ku tekekesin baş bin û tevlî civakê bibin, Fexrî got, wî destnîşan kir ku herwiha tê xwestin xizmetguzarîyên piştgirîyê û nûtahîlkirina derûnî ji wan re dabîn bikin.

Ev gava hikûmetê dê "cilikê ji bin terorîstan bikişîne, yên dixwazin sûdê ji van zarokan wergirin" di rêya ku mejîyê wan bi îdîolojîya tundrew bişo û wan di nav refên xwe de tecnîd bike, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500