Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Dîdareke li Sûrîyayê hewl dide ku li dijî îdîolojîya DAIŞê derkeve

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Panelvan di gengeşeyekê de roja 6ê Tîrmehê beşdar dibin, roja yekem ji dîdareke navdewletî bo rûbirûbûyîna îdîolojîya DAIŞê, li bajarê Amûdê li Sûrîyayê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin] 

Panelvan di gengeşeyekê de roja 6ê Tîrmehê beşdar dibin, roja yekem ji dîdareke navdewletî bo rûbirûbûyîna îdîolojîya DAIŞê, li bajarê Amûdê li Sûrîyayê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin] 

Dîdareke navdewletî bo nîqaşkirina şopên kiryarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û pêşxistina stratîjîyekê bo rûbirûbûyîna wê jialîyê îdîolojî roja Şemîyê (6ê Tîrmehê) li bakur û rojhilatê Sûrîyayê dest pê kir.

"Dîdara Navdewletî derbarê DAIŞê, ya ku sê rojan dirêj kir: Rehend, Zehmetî û Atratejîyên Rûbirûbûyînê" hat organîzkirin ji hêla Navenda Rojava bo Lêkolînên Stratejî û li bajarê Amûdê li gundewarê herêma Qamişloyê hat lidarxistin.

Bêtirî 100 lêkolîner, akademîkar û rojnameger ji seranserê cîhanê di vê fdîdarê de hazir bûne da ku awayên çikandina berametên terorîzmê û danîna çarçoveyekê da ku bidin dûv bermahîyên DAIŞê û li dijî wan derkevin giftûgo bikin.

Dîdar şehadetên kesên sivîl ên ku ji alîyê rêxistinê zerer li wan hatiye dihundirîne, herwiha pêşangeheke fotograf û kêşanan jî.

Lêkolîner, akademîkar û rojnamegerên jineteweyên cuda li dîdareke têkildarî dijberîkirina îdîolojîya DAIŞê li Sûrîyayê, li herêma Qamişloyê amade dibin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Lêkolîner, akademîkar û rojnamegerên jineteweyên cuda li dîdareke têkildarî dijberîkirina îdîolojîya DAIŞê li Sûrîyayê, li herêma Qamişloyê amade dibin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Destpêkirina şerê îdîolojî li dijî DAIŞê li bakur û rojhilatê Sûrîyayê sembolîk e, piştî ku ew di warê serbazî de li vir hat têkbirin, serokê Navenda Qahîrayê bo Lêkolînên Kurdî û rojnamegerê Mesrî El-Seyid Ebdul Fetah Elî ji Diyaruna re ragihand.

Şerekî îdîolojî li dar e

"Şerê li dijî DAIŞê bi temamî bi dawî nebûye ji ber şerê îdîolojî berdewam e," Ebdul Fetah, ê ku di dîdarê de beşdar bûbû, got.

Wî teqez kir ku ew dê bi dawî nebe "heta îdîolojîya ku terorîzm û wêranîyê ji herêmê û cîhan re anî neyê tinekirin".

Wî daxuyand ku dîdar derfeteke girîng û bêhempa bo alûgorkirina nerînan dabîn dike, û da zanîn ku kesên beşdar ji civak û çandên cuda ne.

Wî got ku ev yek dê bihêle ku ew karibin qewêtîyên corecor pêşkêş bikin da ku di van rojên tên de lêkolînê berdewam bikin weke hewldanekê bo çikandina kanîyên vê îdîolojîya ladankar û neiştina ku careke din bi awayekî berfireh berbelav bibe.

"Rûbirûbûyîna îdîolojî pêngava duyem a şerê li dijî DAIŞê ye û ne kêmî şerê serbazî ye," Ebdul Fetah got, û bermahîyên DAIŞê û kesên ku îdîolojîya wê dişopînin mîna "bombeyên demkî yên dimeşin" bi nav kirin.

Wî hereiha bang bo avakirina dadgeheke navdewletî ya taybet kir bo dadgehkirina endamên DAIŞê yên li Sûrîya û Îraqê di şer û piştî şer de hatine girtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500