Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Ji ber bombebaranên hêzên rejîmê, parêzgeha Idlibê "zindan e ji kesên azad re"

AFP

Kesek maye zîq li moloz û navgînên wêranbûyî dinêre piştî êrîşên asmanî yên ji alîyê rejîma Sûrî û hevalbenda wê Rûsyayê, li bajarokê Kefer Nibulê li parêzgeha Idlibê di 20ê Adarê de. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Kesek maye zîq li moloz û navgînên wêranbûyî dinêre piştî êrîşên asmanî yên ji alîyê rejîma Sûrî û hevalbenda wê Rûsyayê, li bajarokê Kefer Nibulê li parêzgeha Idlibê di 20ê Adarê de. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Başûrê wê xeteke şer ya alozdar e, sînorê wê yê bakurî kampeke vekirî ye bêwaran e û navenda wê daristaneke bajarî ye.

Herêma Idlibê ya ku çekdar wê kontrol dikin li Sûrîyayê welat e ji dora sê milyon kes re, yên ku bi awayin cuda bandor li wan hatiye, ji ber êrîşên rejîmê li wir zêde bûne ji Nîsanê ve.

Bajarokê berdayî

Dema ku melayê mexrebê azan dide li bajarokê Kefer Nibulê yê ku meydana şer e, kolan vala dibin û perdeyên malan tên berdan.

"Tê bêhe qey biyaban e tenê tava heyvê ronî dide," Mihemed Şêx, çalakgerekî temenê wî 28 sal got. "Tu kes newêre derkeve."

Ev wêneya ku di 8ê Gulanê ve ji jor ve hatiye kişandin bêwarên Sûrî li hev civiyane li zevîyekî li nêzî kampeke bêwaran li gundê Etmayê, li bakurê parêzgeha Idlibê. [Arif Weted/AFP]

Ev wêneya ku di 8ê Gulanê ve ji jor ve hatiye kişandin bêwarên Sûrî li hev civiyane li zevîyekî li nêzî kampeke bêwaran li gundê Etmayê, li bakurê parêzgeha Idlibê. [Arif Weted/AFP]

Mêrek û hevjîna xwe yên temen dirêj li bin dareke zeytûnan rûdinin li kampeke bêwaran li nêzî bajarokê Eqrebatê li parêzgeha Idlibê di 4ê Hezîranê de. [Arif Weted/AFP]

Mêrek û hevjîna xwe yên temen dirêj li bin dareke zeytûnan rûdinin li kampeke bêwaran li nêzî bajarokê Eqrebatê li parêzgeha Idlibê di 4ê Hezîranê de. [Arif Weted/AFP]

Kefer Nibula ku li gundewarê Idlibê yê başûrî dikeve ne her û her "bajarokekî berdayî ye", çalakgerê ji Kefer Nibulê ji AFP re ragihand

Hema berî pênc mehan, yarîgeha wê ya futbolê mişt alîgirên ku dengê wan bilind bû di pêşbirkeke xwecihî de, dengê wan ê bilind digiha derveyî yarîgehê.

Lê niştecîyên wê nema diwêrin herin deverên vekirî ji çaxê bûyerên li bazar, nexweşxane, bêrên avê, fêrgrh û li firnan di van herdu mehên borî de.

Wî anî ziman ku tundîyê hişt ku bi zorê piranîya niştecîyên Kefer Nibulê yên hejmara 20,000 bû ku birevin, lê ew kesên ku di veşartgeh û malên xwe de mane asê mane.

Şêx got ku ew nema diçe mizgeftê ji ber ew ji êrîşên rejîmê ditirse ku di dema nimêjê de biqewimin.

Weke piranîya niştecîyan, ew jî naçe bazarên bervekirî ji ber ew bawer dike ku ew bi awayekî taybet bêtir rastî êrîşan tên.

"Tu di mala xwe tê girtin," wî got. "ew zindan e, lê tenê ji mêrên azad re."

Idlib -- a ku weke zone bêçek di Îlonê de hat tayînkirin li gorî rêkeftinekê di navbera Rûsya û Turkîyayê de -- rastî bombebarandina zêde tê ji alîyê rejîmê û hevalbenda wê a Rûsî ji çaxê ku hevalbenda tundrew Tehrîr el-Şam dest daniye ser piranîya parêzgehê ji destpêka salê ve.

Li penageheke ewle digerin

Tundî di Nîsanl de zêde bû, ku bêtirî 490 kesên sivîl mirin, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Herwiha ji ber vê rewşa xirab 330,000 kesên din bêwar bûn, li gorî NY, ji ber vê yekê tirs heye ku yek ji bobelatên mirovî yên herî xirab çêbibe di şerê heş salan de.

Li bakurê Idlibê, nêzî sînorê bi Turkîyayê re, bistanên zeytûnan û deştên kevirî ên berfireh bûne penageheke ewle ji hezarên malbatên ku ji ber tundîyê reviyane.

Ebdul Munim Şemaa, yê 37 salî li bin dareke ku bi mişemeiê nixumandiye dijî, li gel hevjîn û pênc zarok û dê û bavê xwe.

Wî got ku malbata wî ji gundê Maeret Horma reviya di meha Gulanê de û di meha Hezîranê zaroka wî ya pêncemîn li bin dareke zeytûnê ji dayîk bû.

Lê devera ku dûrî bombebarandina rejîmê ye, ne devereke ewle bêqisûr e ji jîyana malbatê re.

"Tu tişt li vir nîne ji bilî dar û erda zuha," Şemaa got.

Wî got ku ew piranîya dema xwe dibiwêre li xwarinê digere, ew rojane herî kêm pênc kîlomitran diçe da ku alîkarîyê ji rêxistinên mirovî û encumenên xwecihî wergire.

Dema ku ew dest vala vedigere, ew xwe dispêre wan çend qiroşên ku dane alîyekî: 18 dolar.

"Her tişt hatiye guhertin," wî ji AFP re got.

"Berê ez di malekê de dijîm ku aniha wêran kirin," wî got. "Berê ez radizam û zarokên min têr bûn, lê aniha, kêm ez radizim û gelek caran em birçî ne."

''Jîyan berdewam dike''

Rewş yek car cuda ye li nêzî ya jê re tê gotin paytexta parêzgeha Idlibê.

Ji bilî êrîşên asmanî yên belave li derdora bajar, heta asteke mezin asêgeha Tehrîr el-Şam dûrî êrîşên zêde bû, êrîşên hiştin ku bi hezaran xelk ber bi Turkîyaya cîran ve birevin.

Li bajarokê Binişê, tenê 10 kîlomitran dûrî bajarê Idlibê, "bazar mişt xelk in, xelk li kolan û xwaringehan in," Xeyrîyê Nîna, mamosteya 22 salî, got.

Wê got ku heta aniha ew bêtir tije xelk e piştî bi hezaran xelkên bêwar reviyan nêzî paytextê di van hefteyên dawî de ji ber tundîyê direvin.

"Xelk li derve bawer dikin ku bombebarandin tê wateya ku jîyan rawestiya," Nînal ji AFP re got. "Hin caran wiha ye, lê herwiha xelk dixwazin ku bi lez û awayekî gêrekî dest bi jîyana xwe bikin."

Weke mînak behsa mala xwe kir ya ku êrîşeke asmanî par lê xist, tenê çend rojan berî Cejna Remezanê.

"Bi çi awayî be me cejn pîroz kir," wê got.

Heta aniha, di van êrîşên zêde yên li ser herêmê. wê got ku ew mijûl e ji zemawenda birayê xwe re plan dike meha tê.

"Jîyan berdewam e," Nînal got.

Lê tirs heye ku hikûmet êrîşeke berfireh li herêmê pêk bîne.

"Em hîn hewl didin ku em hazirîya zemawendê bikin dibe ku em karibin bikin berî ku tundî li herêma min belav bibe," wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500