Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Şirovekar: Îran dixwaze xaka Îraqî weke bingehekê bi kar bîne bo duristkirina gefê li ser herêmê

Faris Omeran

Ev şervanên Îraqî ne ligel milîsên ku Îran piştevanîya wan dike, wêne vedigere dîroka 11ê Nîsana 2018an. [AFP]

Ev şervanên Îraqî ne ligel milîsên ku Îran piştevanîya wan dike, wêne vedigere dîroka 11ê Nîsana 2018an. [AFP]

Berpirsên Amerîkayê gihiştin encama ku êrîşên bi dronan ên roja 14ê Gulanê li ser pîşesazîya neftê ya Erebistana Siûdî ji Îraqê hatine pêkanîn, ne ji Yemenê, li gorî raporteke Wall Street Journal ku 28ê Hezîranê belav bûye.

Raportê got ku rayedarên Amerîkayê yên xeberdar ji agahîyên hewalgirî têkildarî êrîşên bi dronan dibêjin ku ew ji başûrê Îraqê rabûne û wan penceyên xwe ber bi milîsên ku Îran piştevanîya wan dike dirêj kir weke alîyên herî gengaz e sûcdar bin.

Raportê got ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bang li serokwezîrê Îraqê Adil Ebdul Mehdî kir ku gavan bide bo misger bike ku Îraq weke bingeheke êrîşan neye bikaranîn.

Raportê got ku berpirsên Îraqî ji nirxandina Amerîkayê bi guman in û wan ji birêveberîya Trump delîlên zêdetir bo piştgirîkirina angaştên xwe xwestin.

Milîsên Hûsîyan yên ku Îran piştevanîya wan dike li Yemenê bi lez berpirsyarîya xwe ji êrîşên bi dronan li ser du navendên palawtina neftê li nêzî paytexta Erebistana Siûdîyê Riyadê ragihandin, êrîşên bûn sedema rawstana hêleke neftê ya serekî.

Hêla neftê, ya ku dikare pênc meylon bermîl nefta xav rojane veguhêze, rêyeke alternatîveke stratejî ji henardeyên Siûdîyê dabîn bike eger korîdora şandinê ji Kendavê di rêya Ziravgeha Hurmuz re bê rawestandin.

Îran dixwaze xaka Îraqê bi kar bîne

"Waşintonê Îraq haydar kir ku delîlên piştrast dikin ku êrîş ji xaka Îraqê pêk hatiye di destê wan de heye," parlemantarê berê Omer Ebdul Setar, ku pispor e di pêwendîyên navdewletî de, got.

"Milîsên ser bi Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) û milîsa Hizbulaha Lubnanî di êrîşê de cih girtine," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Îranî piştgirîya Hûsîyan li Yemenê û êrîşên wan ên berdewam li dijî Erebistana Siûdî dikin û dixwaze ku enîyeke nû li dijî şahnişînê bi rêya milîsên Îraqî veke," wî got.

"Îran hewl dide ku xaka Îraqî weke bingehek bo duristkirina gefê li ser Erebistana Siûdî û welatên din ên herêm bi kar bîne bi rêya milîsên Îraqî, yên ku fermandarê Hêza Qudis a Pasdaran, Qasim Sulêmanî wan bi rê ve dibin," Ebdul Setar got.

Duşemê (1ê Tîrmehê), Ebdul Mehdîbiryarek der xist bo tevlîkirina hemû komên çekdar di artêşa Îraqî de.

Li gorî biryarê, divê heman rênimayên li ser xebatkarên artêşa fermî tên sepandin li ser endamên Hêzên Heşda Şaebî jî werin sepandin û ew dê weke beşek ji hêzên çekdar ên Îraqî bên raçavkirin.

Ebdul Setar got ku dibe ev biryar "nerazîbûna navdewletî û herêmî li ser xeterîya zêdebûyî ji alîyê peyayên Îranê li Îraqê refleks bike".

Piştî êrîşa roja 14ê Gulanê li dijî Erebistana Siûdî, Ebdul Mehdî pêwendîyên bi şahnişînê re di pêwendîyeke telofonê de Duşemê bi sahê Siûdî Selam bin Ebdul Ezîz re nîqaş kirin.

Her du serkirdeyan hevahengîya dûalî bo gihiştin bi nirxekî seqamgîr ê neftê û girîngîya parastina ewlehîya herdu welatan nîqaş kirine, li gorî ofîsa serokwezîr.

Erebistana Siûdî herwiha belavkirina sîstema çavdêrîyê û koleçana hewayî li ser sînorê bi Îraqê re ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500