Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hikûmeta Îraqî biryarekê der dixe bo sînordarkirina bandora milîsên Heşda Şaebî

Faris Omran

Ev dîmen ji vîdyoyeke ku di dîroka 26ê Hezîrana 2017an de hatiye belavkirin hatiye wergirtin, endamên milîsa Seraya Xuresanî ya Îran piştevanîya wê dike meşekê li Bexdayê li dar dixin.

Ev dîmen ji vîdyoyeke ku di dîroka 26ê Hezîrana 2017an de hatiye belavkirin hatiye wergirtin, endamên milîsa Seraya Xuresanî ya Îran piştevanîya wê dike meşekê li Bexdayê li dar dixin.

Serokwezîrê Îraqî Adil Ebdul Mehdî Duşemê (1ê Tîrmehê) biryarek der xist ku ferman dike hemû komên çekdar tevlî artêşa Îraqî werin kirin, biryara ku bû cihê piştgirîya Îraqîyan.

Li gorî biryarê, dê heman yasayên li ser endamên artêşa fermî tên sepandin dê li ser endamên Heşda Şaebî jî bên sepandin û ew dê weke beşek ji hêzên çekdar ên Îraqî tev bigerin.

Biryarê got ku ew dê li gorî fermanên fermandarê giştî yê hêzên çekdar tev bigerin û dê rêz, naznav û bingehên xwe bi rêxistin bikin li gorî standerên serbazî yên fermî.

Ji endamên Heşda Şaebî tê xwestin ku hemû pêwendîyên xwe bi kesayetên siyasî re û bi milîsên xwe yên berê re bibirin.

Ebdul Mehdî fermana girtina hemû ofîsên milîsên Heşda Şaebî der xist û herwiha hemû ofîsên aborî, xalên pişkinînê û pêgehên têkildar bi van koman re.

Girtina van ofîsan gaveke pir girîng e ji ber ku ew "aborîyê [ya Îraqî] û pereyên dewletên dibin", şirovekarê warê ewlehî Fadil Ebû Rexîf ji Diyaruna re got.

Milîsên Heşda Şaebî yên ser bi Îranê bi pêkanîna çalakîyên aborî yên neyasayî mîna komkirina pereyên parastinê, sepandina bacan li ser dukandaran û karên biçûk, û zorkirin li weberhîneran bo ew destê xwe deynin ser beşekî ji dahatên wan.

Wî got ku bi rêya van çalakîyan, milîsên çekdar ên li jêr sîwana Heşda Şaebî dixwazin destê xwe bigihînin pereyan û bandora xwe zêde dikin.

Ev milîs ji Ketaib Hizbulah, Hereket Nuceba, Asaib Ehil el-Heq û Rêxistina Bedir pêk tên.

Rêxistinkirina hilgirtina çekan

Beşên din ên biryarê "hemûyan giranî dane qedexekirina pêşkêşî û çalakîyên çekdar, qedexekirina hilgirtina çekên bêmohlet û herwiha sînordarkirina çekan di destê hêzên ewlehî de", Ebû Rexîf got.

"Hemû hêzên çekdar yan divê tevlî dezgehên ewlehî yên fermî bibin yan divê berê xwe bidin çalakîyên siyasî," wî got.

Egere komeke çekdar hilbijêre ku karê siyasî bike, "divê ew li gorî rênimayên yasayî yên avakirina partîyan [ên siyasîl] rêxistin dikin tev bigerin û dê rêgirî li endamên wan bê kirin ku bê muhlet çekan hilgirin", wî got.

Biryar piştî zincîrek ji êrîşan di meha dawî de li dijî mîsyonên dîplomasî û berjewendîyên navdewletî li Îraqê tê, êrîşên ku "komên çekdar ên Îraqî" yên ser bi Îranê ve bi wan hatin gunehbarkirin.

Ebû Rexîf da zanîn ku biryar encama zincîrek ji şêwiran di navbera rayedarên hikûmetê û rêberên Heşda Şaebî bi dirêjahîya çar mehan in.

Omer Qeys, şênîyekî ji Bexdayê re, ji Diyaruna re got ku ew piştgirîya "fermanên wêrek û yekalîker" ên di biryarê de hatin dikim.

"Ez hêvî dikim ku biryar nemîne hibreke li ser kaxezê, belê li ser zemînê were pêkanîn," wî got.

Ednan Xudeyir, ku ew jî ji Bexdayê ye, ji Diyaruna re got ku ev biryar daxwazên cemawerî yên bihêzkirina desthilatdarîya dewletê û serwerîya yasayê, û rêxistinkirina hilgirtina çekan li Îraqê reflêks dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Em hêvî dikin ku ew dê vê yekê bi cih bînin û dê dest berdin ji sloganan û ji hiştina biryaran li ser mêzê bê bicihanîn. Em bi hewcedarî ne ku dewleteke sazîyan ava bikin, ne dewleteke çeteyan û milîsên ku çekan li jêr navê xwe hildigirin ku ev yek ziyanê dighîne navdarîya welatekî ku cîhan fêr kir çawa bixwîne û binivîse.

BERSIV BIDE