Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Pevçûn di navbera rejîma Sûrîyayê û milîseke Pasdaran piştevanîya wê dike li Meyadînê diqewimin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çekdarên Lîwaya Fatemiyûn a Pasdaran piştevanîya wê dike li ser tixûbên parêzgeha Dêra Zorê ya li rojhilatê Sûrîyayê tên dîtin. [Wêne di mdyaya civakî de hatiye belavkirin]

Çekdarên Lîwaya Fatemiyûn a Pasdaran piştevanîya wê dike li ser tixûbên parêzgeha Dêra Zorê ya li rojhilatê Sûrîyayê tên dîtin. [Wêne di mdyaya civakî de hatiye belavkirin]

Çalakgerekî xwecihî got ku pevçûn di navbera hêzên rejîma Sûrîyayê û milîseke ser bi Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranî (Pasdaran) ve li bajarê Meyadînê li parêzgeha Dêra Zorê li rojhilatê Sûrîyayê hejmarek ji kuştî û birîndar di rêzên leşkerên rejîmê de hiştin.

Piştî pevçûnan, alozî di navbera hêzên rejîma Sûrîyayê ûLîwaya Fatemiyûn a ku Pasdaran piştevanîya wan dike, ku ji çekdarên Afxanî pêk tê, zêde bûn, çalakgerekî ji Dêra Zorê bi navê Cemîl Ebid ji Diyaruna re got.

Wî got ku pevçûna herî dawî li Kolana Kornîş li nava bajar dest pê kir û tê de şeş leşkerên rejîmê hatine kuştin û hejmareke din birîndar bûn, herwiha hejmarek ji kuştî û birîndaran di nav rêzên milîsa Afxanî de.

Wî got ku hejmara kuştîyên Lîwaya Fatemiyûn nehat zanîn ji ber xeleka ewlehî û tarîya medyayî ya ji alîyê milîsê ve hat sepandin.

Fermandarê Hêza Qudis a Pasdaran, Qasim Sulêmanî di nava çekdarên Lîwaya Fatemiyûn de radiweste di serdanekê de bo Sûrîyayê. [Wêne di mdyaya civakî de hatiye belavkirin]

Fermandarê Hêza Qudis a Pasdaran, Qasim Sulêmanî di nava çekdarên Lîwaya Fatemiyûn de radiweste di serdanekê de bo Sûrîyayê. [Wêne di mdyaya civakî de hatiye belavkirin]

Çekdarên milîsa Hêzên Berevanîya Niştîmanî li bajarê Meyadînê li parêzgeha Dêra Zorê tên dîtin. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Çekdarên milîsa Hêzên Berevanîya Niştîmanî li bajarê Meyadînê li parêzgeha Dêra Zorê tên dîtin. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Ebid got ku pevçûn çend rojan piştî girtina efserî rejîma Sûrîyayê ji hejmarek ji endamên milîsê re, yên ku di pevçûnên bi hêzên rejîmê re cih girtibûn û qebûlnekirina azadkirina wan, tevî alozîya li bajêr, hat.

Piştî du rojan, efser bi kuştî ji ber guleyên di serê wî de hat dîtin li meydaneke giştî li nêzî Yanaya Sportê ya Meyadînê.

Ebid got ku milîsên ser bi Pasdaran ve zordarîyê li sivîlan li Meyadînê dikin, û kehrebeyê li ser wan gut dikin û wan neçar dikin ku bacan bidin, tevî ku sivîl di rewşeke darayî ya şerpirze de ne ji ber nebûna derfetên kar û çalakîyên bazirganîyê.

Wî got ku ev hewldaneke bo derkirina sivîlên mayî ji bajar, hevdem ligel hebûneke mezin a milîsên ji hemû neteweyan, bi taybetî endamên milîsên Îraqî û Afxanî.

Wî got ku ev milîs hewl didin bi temamî Meyadînê kontrol bikin, û dest deynin ser deverên li jêr destê hêzên rejîma Sûrîyayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500