Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Li Deraayê serhildana sivîl ji ber ku rejîm serbazîya neçarî disepîne

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ciwan li Deraayê li dijî rejîma Sûrîyayê derdikevin xwepêşandanan, ew serbazîya neçar red dikin û rejîmê şermezar dikin ji ber ku ew ji sozên xwe vegeriya. [Wêne li ser medyaya civakî hatiye belavkirin]

Ciwan li Deraayê li dijî rejîma Sûrîyayê derdikevin xwepêşandanan, ew serbazîya neçar red dikin û rejîmê şermezar dikin ji ber ku ew ji sozên xwe vegeriya. [Wêne li ser medyaya civakî hatiye belavkirin]

Alozî li parêzgeha başûrê welat zêde dibe ji ber rejîm israr dike ku xortan bi zorê bibe serbazîya neçarî û zincîrek ji êrîşên toldarî li dijî rejîmê pêk hatine, çalakgerekî xwecihî got.

Mohleta ku Duşemê (24ê Hezîranê) qediya rol gerand di zêdekirina qeyranê de, mohleta ji ciwanan re alîkar bû ku rewşên xwe bi desthilatdarîyê re çareser bikin, çalakgerê ji Deraayê Cuma Mesalma ji Diyaruna re ragihand.

Mesalma got ku rejîm li ser soza xwe nema ku dê muhletê berdirêj bike, bi taybet ji kesên ciwan re, da ku ew karibin vegerin fêrgehên xwe û xwendina li wan çûye berdewam bikin.

Wî daxuyand ku niştecihên Deraayê herwiha red dikin ku tevlî serbazîyê bibin ji ber serbaz bo şerê li Idlibê tên şandin.

Yek ji xalên pêşkinînê ku li seranserî bajarê Deraayê hatine danîn da ku li kesên ji serbazîya neçarî re tên xwestin bigerin. [Wêne di medyaya civakî hatiye de belavkirin]

Yek ji xalên pêşkinînê ku li seranserî bajarê Deraayê hatine danîn da ku li kesên ji serbazîya neçarî re tên xwestin bigerin. [Wêne di medyaya civakî hatiye de belavkirin]

Wî not kir ku ew kesên bi zorê ji alîyê Hêzên Hewalgirîya Cewî ve bi darê zorê tevlî serbazîyê hatibûn kirin li herêma Idlibê hatin kuştin.

Mesalma got ku weke beşekî ji pêngava rejîmê, karmend li xalên pêşkinînê yên Deraayê belgeyên nasnameyan ligel xwe dihêlin û ji ciwanan dixwazin ku herin ofîsa serbazîya neçarî û rewşa xwe çareser bikin.

Wî got ku hin ji wan yekser hatin girtin û bo kampên rahînana serbazî ve hatin şandin.

Bangewazîyên bo serhildanê

Mesalma got ku weke bersiv ji pêngana serbazîya neçar re, gelek bangewazî ji bo serhildana sivîl li Deraayê hatin kirin.

Wî got ku demeke aramîyê ya kurt li herêmê peyda bû piştî rêkeftinên lihevhatinê yên ku kiryarên çekdar ên çekdarên opozîsyonê bi dawî kirin, çekdarên ku çekên xwe radest kirin û soz dan ku kiryarên xwe yên serbazî raawestînin.

Lê wî da zanîn ku ev rewşa aramîyê pir dirêj neda.

Ebû Sulêman Şaebî endamekî ya jê re tê gotin berxwedana gelêrî li başûr e, ji Diyaruna re got ku koma wî vê dawîyê çend êrîş li dijî hêzên rejîmê li Deraayê pêk anîne.

Wî got ku êrîşa herî dawî nîvê şeva Duşemê qewimî, dema ku yekîneyekê êrîşî navenda polîs û baregeha partîya Baes li bajarokê Dailê kir.

Wî da zanîn ku êrîşeke din xaleke pêşkinînê ya birêveberîya hewalgirîyê li bajarokê Kerek Şerqî armanc kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500