Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Îraqî ji dagirtina postên serekê yên hikûmetê razî ne

Xalid Taî

Wênyeke ku Duşemê (24ê Hezîranê) li ser malpera parlemanê Îraqê hatiye belavkirin parlemantarên ku li ser kandîdatan deng didin dîyar dike, kandîdên ku dê di postên wezarî yên vala de kar bikin.

Wênyeke ku Duşemê (24ê Hezîranê) li ser malpera parlemanê Îraqê hatiye belavkirin parlemantarên ku li ser kandîdatan deng didin dîyar dike, kandîdên ku dê di postên wezarî yên vala de kar bikin.

Parlemanê Îraqî Duşemê (24ê Hezîranê) deng li ser destnîşankirina wezîrên nû bo postên sereke da, di gavekê de ku bû cihê razîbûna miletê Îraqê.

Parlementerên Îraqî wezîrên hundir, berevanîyê û dadwerîyê di rûniştina parleman a 26mîn de ji dema hilbijartinên giştî yên Gulana 2018an ve, 233 nûner hazir bûn, destnîşan kirin.

Yasîn Taha Hesen Yasirî dê wezîrê hundir be, Necah Hesan Elî Şemerî dê wezîrê berevanîyê be û Farûq Emîn Osman Mihemed Şewanî dê wezîrê dadwerîyê be.

Parlemanê Îraqî "bi ser ket di temamkirina taximê kabîneya hikûmetê de piştî erêkirina navên ku serokwezîr pêşnîyar kirin da ku ew bi erkê postên wezarî yên vala rabin", parlementerê Îraqî Ebdul Xaliq Ezawî Sêşemê ji Diyaruna re got.

Serokwezîrê Îraqî Adil Ebdul Mehdî bi kabîneya xwe re di 25ê Cotmehê de dicivw, piştî wergirtina bawerîya parleman. [Wêne ji Ofîsa Serokwezîr hatiye wergirtin]

Serokwezîrê Îraqî Adil Ebdul Mehdî bi kabîneya xwe re di 25ê Cotmehê de dicivw, piştî wergirtina bawerîya parleman. [Wêne ji Ofîsa Serokwezîr hatiye wergirtin]

"Me valahîya wezarî dagirt û me ev babeta girîng temam kir, me kesayetên ji hundirê sîstemê hilbijartin," Ezawî, yê ku di komîteya berevanîyê û ewlehîyê ya parleman de kar dike, got.

Yasirî, yê 61 salî, weke şêwirmendekî di Wezareta Hundir de kar dikir, û berî vê wî di gelek postên cuda di wezaretê de kar kiriye, di nav wan de birêvebrîya welatîdarîyê li parêzgehên Wasit û Musenayê û birêveberê welatîdarîya giştî.

Şemerî, 51 salî, di gelek postên bilind de kar kiriye, di nav wan de fermandarê Firqeya Operesyonên Taybet, cîgirê femandarê Ajansa Dijî Terorîzmê û sekretêrê giştî yê ofîsa serperiştîyê ya Wezareta Berevanîyê.

Şewanî, yê 62 salî, berî vê weke serokê dadgehên îstînafê li Zî Qar, Enbar û Kerkûkê kar kiriye.

Qayimkirina aramîyê li Îraqê

"Em hêvî dikin ku hilbijartina van wezîran dê berjewendîyê welat qayim bike û dê gaveke sereke be ber bi bihêzkirina aramîyê ve," Ezawî got.

"Wezîrên nû dê berpirs bin ji gelek berhengarî û erkan," wî got.

Di nav wan zehmetîyan de "parastina welat û ewlehîya welatîyên wî, nehiştina gendelîyê, birêvebirina sazemenîyên xwe bi awayekî çalak û pîşedar û pêkanîa guhertina girîng di rêbazên kar de bo çalakkirina wezaretên xwe".

"Me ev yek di civînên xwe bi wan re berî û piştî hilbijartina wan teqez kir," Ezawî got, û not kir ku komîte berpirsyar e ji çavdêrî û nirxandina performansa wezareyên ewlehîyê.

Destnîşankirina her sê wezîrên nû tê piştî ku parleman bawerîya xwe da hikûmeta bi serokatîya Adil Ebdul Mehdî.

Wezaretên ku birêveberên nû di wan de hatine destnîşankirina "yekser bi ewlehîya giştî û bercewendîyên welatîyan ve girêdayî ne", Mihemed Welîd, niştecihekî taxa Îlam li Bexdayê got.

"Tevî ku dengdan dereng ma, ez bawer dikim ku hîn dem heye û têr dike ku wezîrên nû jêhatî û ezmûnên xwe bi kar bînin da ku wezaretê xwe pêş bixin," wî ji Diyaruna re ragihand.

Kabîne li ber temambûnê ye

Dagirtina postên wezarî yên vala "gaveke erênî ye", Edra Temîmî, nişteciheke taxa Şeib li Bexdayê, got.

"Divê ji aniha û pê de wezîr kar bikin bo dabînkirina xizmetguzarîyên herî baş ji xelkê re," wê ji Diyaruna re got.

Bi destnîşankirina wezîrên nû, kabîneya ji 22 wezîran pêk tê aniha temam bûye, ji bilî Wezareta Perwerdeyê.

Wezîra Perwerdeyê Şeyma Heyalî îstîqala xwe da piştî hat angaştin ku yek ji birayên wê girêdayî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bû.

Kandîda berdêl, Sefana Hemdanî, nikarîbû bawerîya parlementerên Îraqî di rûniştina Duşemê de werbigire.

Biryar heye ku parleman rûniştinekê roja Pêncşemê li dar bixe da biryarekê derbarê wezîra perwerdeyê bide.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500