Nûçeyên Iraqê
Aborî

Piştî Îranî rewşeke aborî ya zehmet li welatê xwe jîyan dikin, ew li derfetên kar li Îraqê digerin

Ala Husên li Bexdayê

Ev dîmen weşana kenala asmanî ya Diclayê ya Îraqî hatiye wergirtin çaxê nûçegihanek hewl dide bi rêbwarekî Îranî di kolanekê de li Bexdayê biaxêve. [Dicla TV/Facebook]clay

Ev dîmen weşana kenala asmanî ya Diclayê ya Îraqî hatiye wergirtin çaxê nûçegihanek hewl dide bi rêbwarekî Îranî di kolanekê de li Bexdayê biaxêve. [Dicla TV/Facebook]clay

Ve dawîyê tê dîtin ku Îranî bi sedan diherikin Îraqê, yên ji welatê xwe direvin ji berkambaxbûna rewşên aborî û ew li derfetên kar li bajarên mezin ên Îraqê digerin, şênî û pisporên Îraqî ji Diyaruna re got.

Bajarê Necef êdî mişt firoşyarên Îranî û firoşyarên gerok bûye, yên ku derbasî welat bûne bo firoştina tiştên erzanî li ser wan heye, û xebatkarên Îranî bajarê Hewlêrê li ber xwe birine, û ew pêşbazîyê ligel karkerên Îraqî yên kêm-dahat di karên avakirinê de dikin.

Bêomîdîya karkerên Îranî

Heyder Kerîm, xwedanê hotêlekê li Necefê, ji Diyaruna re got ku carê bajar her roj bi sedên seredankerên Îranî weke geştyarên ji ber serdanên olî didîtin.

Wî daxuyand ku lê vê dawîyê hejmara van geştyaran bi awayekî berçav daket, û aniha gelek Îranî bo debara jîyana xwe tên -- ne ji bo xerckirina pereyan li ser geştyarîya olî.

"Îro, em dibînin ku Îranî li kolanên Necefê û Kerbelayê firoştinê dikin," wî got, û ew serdankerên hindik jî bi tirs û haydarî pereyên xwe xerc dikin ji ber daketina mezin di buhayê riyalê Îranî (tûmen) de.

Televîzyona asmanî ya Dicla ya Îraqî di Gulanê de raportek belav kir derbarê bi dehên jinên Îranî yên ku li ser resîfên Bexdayê qonax bûne û gustîlk û tizbehên erzan difroşin rêbwaran.

Raport jinine temendar yên ku abayê Îranî li xwe dikin û bi aksenteke Farisî dibêjin ku ew tiştên xwe difiroşin nîşan dide. Wan red kir ligel nûçegehanê televîzyonê biaxêvin, û wan rûyên xwe nixumand bo xwevedizîn ji berpirsyarîya yasayî.

Li gorî raprotê, ev jin bûne cihê nerazîbûn û hêrsa Îraqîyan ji ber ku ew bê rêdan dixebitin, û ev yek ziyanê digihîne derfetên ciwanên Îraqî yên ku weke firoşyarên gerok debara xwe peyda dikin.

Di heman demê de, bi sedan karkerên avakirinê yên Îranî ji bajarên Îranî yên piranîya rûniştîyên wan Kurd in berê xwe didin bajarê Hewlêrê, ew ji ber nebûna kar û rewşa aborî ya zehmet li welatê xwe direvin, belêndarekî avakirinê yê Îraqî bi navê Ehmed Xoşnaw ji Diyaruna re ragihand.

"Piranîya karkerên Îranî karkerên avakirinê ne û karên dest dikin ku heqdestên kêmtir ji karkerên Îraqî werdigirin," wî got.

Siza dibin sedema koçberîya aborî

Herikîna karkerên Îranî bo Îraqê û welatên din ên aborî bihêz encameke sirûştî ye ji fişara aborî ya Îranê li jêr wê ye re ji ber sizayan, Ebdul Hedî Rakanî, şêwirmendekî mezin ê Rêxistina Pêşxistina Pîşesazî ya NY (UNIDO) li Îraqê ye wiha got.

Fişara aborî dibe sedema koçberîyeke samanê mirovî bo welatên cîran, û pişt re şopa xwe dli gelek welatên din dike, wî ji Diyaruna re got.

Wî dîyar kir jî ku dibe aborîya Îranê sûdê ji koçberîya karkeran û herikîna diravên biyanî wergire, "ev yek jî samaneke jîyanbar jê re dabîn dike ku alîkarîya wê dike di sivikkirina kêşeyên aborî de, eger bi awayekî sînordar be jî".

Wî got ku di heman demê de, dibe ku ev koçberî berfireh bibe û bibe sedema derketina weberanînan û sermayedarê herêmî ji Îranê, "ev yek jî dê bi awayekî xerab bandorê li aborîyê bike".

Parastina karkerên Îraqî

Rewşên aborî yên zehmet ên ku welatîyên Îranî jîyan dikin dihêle ku ew li karên nû li Îraqê û li cihê din bigerin, Ûdey Bîceyî, serokê beşê civaknasî li Zanîngeha Zî Qarê wiha şirove kir.

Ev karker "sûdê ji cêwazîya di navbera nirxê diravan de werdigirin û heqdestên kêm qebûl dikin, û mifayê ji hêsanîya veguhestina pereyan bo welatên xwe û sirûşta dahatdarî ya aborîya Îraqî werdigirin", wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku dibe ev bandoreke bed li ser çîna kerkeran a Îraqî bike, "ku ew bi piranî ji karkerên kêmdahat û kêmzîrekî yên ku nikarin hevrikîya karkerên biyanî bikin, ji ber ku zîrekîyên wan bilind in û heqdestên wan kêm in, pêk tê".

Necim Eqabî, serokê beşê medyayê yê Wezareta Kar û Karûbarên Civakî, got ku wezaret kar li ser pêşxistina zîrekîyên karkerên Îraqî dixebite bo bihêle ew karibin derbasî bazara xwecihî bibin û pêşbazîyê li ser derfetên kar bikin.

"Wezaret xwedan çend navendên rehînana pîşeyî ye ku ew taybet in bi rahînana karkerên Îraqî li ser çendîn pîşe û hostetîyan bo wan bibin nava bazara xwecihî," wî ji Diyaruna re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

5 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Pir baş e

BERSIV BIDE

Piştî amadekarîya bo operasyonê ji şeva borî de, hêzeke hevbeş a Lîwayê Husên yê 53yan û Lîwayê 40ê, Ketîbeyên Îmam Elî (Hêzên Heşda Şaebî), vê sibehê çiyayek li nêzî devera Şêc Brahîm, a di navbera Tel Efer û Mehlebiyayê de dorpêç kirin. Wan çar endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di tunêleke raz de kuştin û dest danîn ser çekên wan. Wan termên wan jî li Tel Eferê nîşan dan.

BERSIV BIDE

Ji kerema xwe re rêza Îranîyan kêm nekin. Wekî din, çima hûn dinivîsin "parsek" di babeta xwe de? Ev yek ne baş e.

BERSIV BIDE

Parsekî peyveke Erebî ya klasîk e.

BERSIV BIDE

Îran çawa dibe bila bibe, kesê Îranî her şêr e! Amerîka nekarî wê [Îran] deyne ser çokan. Rast e, aborî ne baş e. Lê, kesê Îranî tu carî xwe na-avêje bextê tu kesî, belê ew bo debara xwe dixebite.

BERSIV BIDE