Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

3 xebatkarên hawarçûnê di nava 15 kesên di êrîşên asmanî yên rejîma Sûrîyayê de tên kuştin de ne

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ev dîmena ku ji vîdyoyeke ku çalakgerên Sûrî li parêzgeha Idlibê belav kirine hatiye wergirtin keçeke temen biçûk ku dibêje ew ne terorîst e nîşan dide, di bersivdayîna êrîşên asmanî yên Sûrî û Rûsî li herêmê de, yên ku sivîlên bêrî û bêsûc armanc dikin.

Ev dîmena ku ji vîdyoyeke ku çalakgerên Sûrî li parêzgeha Idlibê belav kirine hatiye wergirtin keçeke temen biçûk ku dibêje ew ne terorîst e nîşan dide, di bersivdayîna êrîşên asmanî yên Sûrî û Rûsî li herêmê de, yên ku sivîlên bêrî û bêsûc armanc dikin.

Bordumana rejîmê 15 sivîl kuştin, di nav de heft zarok û sê xebatkarên rizgarkirinê di ambûlansekê de li bakur-rojavayê Pêncşemê (20ê Hezîranê), AFP ragihand.

Zarok li çend deverên li jêr kontrola tundrewan li parêzgeha Idlibê hatine kuştin, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Êrîşeke asmanî ya rejîmê ambûlansek li bajarokê Maeret el-Numan armanc kir, û sê xebatkarên rizgarkirina xelkê hatin kuştin, di dawî bordumana herî kujêner de li ser herêmê.

Fotograferekî AFP li meydanê ambûlanseke rûxayî û rizgarkerên ku birîndarekî ji navgînê derdixin dîtin.

Endamekî Berevanîya Sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî) zarokeke birîndar hildigire û dibe nav ambûlansê piştî êrîşeke asmanî li parêzgeha Idlibê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamekî Berevanîya Sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî) zarokeke birîndar hildigire û dibe nav ambûlansê piştî êrîşeke asmanî li parêzgeha Idlibê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Rêxistina hawarçûnê ya Benefsecê got ku du ji xebatkarên wê hatine kuştin.

"Ev armanckirineke rasterast ji ambûlansê bû, du kes" ji xebatkarên hawarçûnê kuştin, Fûad Îsa, endamê desteya birêveber a rêxistina xêrxwaz got.

Wî got ku jinek jî di ambûlansê de mir çaxê ew bo tedawîyê dihat veguhestin.

Êrîşên asmanî yên Rûsî derdorên bajarê Idlibê û bajarokên Heş, Kefir Sijna, Şêx Mustefa û Sufuhûn armanc kirin û gelek qurbanî ketin, çalakger Heysem Idlibî ji Diyaruna re got.

Hejmara herî bilind a mirinê li bajarokê Benînê ye, ya ku herî kêm bi çar êrîşên asmanî hat armanckirin, ku heşt sivîl kuştin û çend kesên din birîndar bûn, li gorî Berevanîya Sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî).

"Rizgarkirina erdê"

Şer û pevçûn Pêncşemê li bakurê parêzgeha Hemayê gur bûn, û herî kêm 22 çekdarên dijberên rejîmê û 21 alîgirên wê di pevçûnên li derdora gundê Tel Meleh de hatin kuştin, li gorî Rewangehê.

Rewangehê got ku bêhtir ji 90 çekdaran berî du rojan hatin kuştin li heman deverê.

Wezîrê Derve yê Sûrî Welîd Muelim Çarşemê soza vegerandina hemû Idlibê da, ev jî haydarîya herî dawî ya ji alîyê hikûmeta Şamê ve.

"Idlib parêzgeheke Sûrî ye û operasyonên ku artêşa Sûrîyayê pêk tîne di çarçoveya xaka Sûrîyayê de ne û karekî rewa ye ber bi rizgarkirina xakê ve," wî ji televîsyona Meyadîn, ya ofîsa wê ya serekî li Lubnanê ye, got.

Rejîma Sûrîyayê û Rûsyayê borduman li ser deverê zêde kirine ji dawîya Nîsanê ve, bêhtir ji 440 kesan kuştine, li gorî Rewangehê.

NY got ku bêhtir ji 23 nexweşxane û ambûlansek li herêma Idlibê hatine armanckirin ji dawîya Nîsanê de. Dora 330,000 kes jî neçar man ku ji malên xwe birevin.

Serokê Karûbarên Mirovî yên NY Mark Lowkok Sêşemê haydarî daku cîhan rastî "bobelateke mirovî ku berî aniha çavan nedîtiye" tê.

Emîndarê NY Antonyo Guterres heman rojê bang li Rûsya û Turkîyayê kir ku "rewşê hêmin bikin", û haydarî da "sivîl baceke bizdêner" didin.

Çalakger haştagekê dest pê dikin bo ronîxistin li ser tundîyê

Weke bersiv ji êrîşên asmanî yên Sûrî û Rûsî re, çalakgeran li Idlibê haştaga #ez_ne_terorîst_im dest pê kir bo ronîxistin li ser tundîya li hember şênîyên bêrî yên herêma Idlibê û gundewarê parêzgeha Hemayê.

Idlibî got ku haştag bi awayekî berfireh ji alîyê çalakgeran û bikarhînerên medyaya civakî ve hat parvekirin, yên ku ew rêyek dîtin bo bêvirandina kiryarên tundîyê yên rejîmê û Rûsyayê li dijî sivlîn li jêr behaneya "şerkirina li hember terorîstan".

Haştag hevdem bûn ligel vîdyoyeke ku dîmeninan dihundirîne ku sivîlên li herêma armancbûyî û pîşeyên wan didin naskirin û ew dibêjin ku ew ne terorîst in, wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku gelek ji kesên di vîdyo de diaxêvin gotin ku "ew dijberên rejîmê ne lê ne terorîst in", û da zanîn ku vîdyo dîmenê keçeke temenê wê xwarî pênc salan e dihundirîne, keçik dibêje "ez ne terorîst im".

Idlibî got ku haştag "bi awayekî berfireh li ser Facebookê û Twitterê hat parvekirin", û da zanîn ku herêm wê weke baştirîn rê bo veguhestina dengê xwe ji cîhanê re dibîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Wêneyên şehîdên Dîmeşqê/Şamê.

BERSIV BIDE