Nûçeyên Iraqê
Aborî

Îran û wekîlên xwe sektora çandinîyê li Îraqê têk dibin

Faris Omran

Cotkar ji parêzgeha Kerbelayê genimê xwe didin hev da ku bifiroşin depoyên zadan ên hikûmetê di Gulana 2019an de. [Wêne ji Wezareta Çandinîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Cotkar ji parêzgeha Kerbelayê genimê xwe didin hev da ku bifiroşin depoyên zadan ên hikûmetê di Gulana 2019an de. [Wêne ji Wezareta Çandinîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Pisporên ewlekarîyê û coykarên Îraqî dibêjin ku rejîma Îranî û wekîlên wê di şerê aborî de beşdar dibin li Îarqê, bi taybet di sektorê çandinîyê de.

Herikîna berhemên çandinîyê yên Îranî ber Îraqê ve yek ji awayên sebotaca aborî ye, tevî cezayên Amerîkî yên li ser Îranê hatine sepandin di Tebaxa 2018an de, û pêbendîya Îraqê ku piştgirîya cezayan bike weke alavekê bo parastina bercewendîyên xwe yên taybet.

Cotkarên Îraqî xwedîyên pîşeyên çandinî gazinan ji erzaqên Îranî dikin ên ku bazara xwecihî li ber xwe birine, bi taybet şînkayî, tevî ku Wezareta Çandinîyê ya Îraqî hawirdinên çandinî yên Îranî qedexe kirine.

"Em rastî komployekê tên ji ber alîyên desthilatdar hene [yên girêdayî Îranê] ku naxwazin sektorê çandinîyê li Îraqê geş bibe û li çûn wê ew dixwazin ziyanê bigihînin cotkarên Îraqî bi giştî," cotkarekî ji Bexdayê ku xwest navê wî neyê gotin ji Diyaruna ragihand.

"Em gelekî dixebitin û gelek pereyan xerc dikin bo em zadên xwe biçînin, û dawîyê berhemên Îranî diherikin û şerê me di qûtê me de dikin û tiştekî ji bilî bêhêvîyê ji me re nahêlin," wî got .

Nabe ku berhemên Îraqî yên kwalîte bilind pêşbirkê bi fêkî û şînkayîyên Îranî yên erzan re bikin.

"Bi piranî divê em berhemên xwe bi ser bi ser difiroşin tenê ji bo ku em nexisirin," Ebû Hesen, cotkarekî din li Bexdayê got.

"Tevî xisarên me, em nikarin bi pêşbirkê bi buhayên berhemên Îranî re bikin ên ku kwalîteya wan ne baş e," wî ji Diyaruna re got.

Rasthatineke gumanbar

Dagirtina bazarên Îraqî bi kel û pelên Îranî ligel nexweşîyên çandinî li Îraqê tu carê ne rashatineke.

Weke mînak, di destpêka salê de, êşeke şînkatî ya nedihat naskirin hebû ku li hezarên donimên zevîyên bacanan da li parêzgeha Besrayê.

"Di mûsimê bacanan de, cotkar li Îraqê her sal derdê xisarên giran dikişînin ji ber fêkî û şînkatîyên Îranî yên bazar bi awn tên dabînkirin, bi taybet bacan, ên ku çêz û rengê ne tişteke li ber bacanên Îraqî," cotkar Casim Hisên ji Xelic Online re got..

"Dagirtina bazara Îaraqî bi fêkî û şînkatîyên Îarnî di mûsimê çinînê de siyaseteke armanc dike ku aborîya Îraqî lawaz bike û çandinîya Îraqî wêran bike," wî got.

Herwiha zevîyên genim û ceh jî bandor li wan hatiye.

Ne tenê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ziyanê digihîne aborîya Îraqîbo sedema agirên ku bêtirî 16,000 hiktar erd bi genim çandî wêran kir, lê herwiha milîsên ku Îran piştgirîya wan dike bi aramanca ku misoger bike ku "Îraq bimîne xwarinê hawirde dike, bi taybet ji Îranê û ti carê nikaribe bigihe ewlehîya xwarinê", pisporê stratejî Ala Neşû got.

Agiran hêvîyên Îraqîyan şikandin ku berhemdayîna xwe ya xwecihî ya salane bigihîne 4.5 milyon ton, a ku du taq berhemdayîna salane ya mûsimên berê ye bi saya barana pir ji zivistana sala borî de.

"Destên [milîsên] Îranî di hemû krîzên ku Îraq rastî wan hat heye, ji ber delîl tawanbarîyê heye ku wê ji qesd zêvî şewitandine herwiha çemên jehrkirî û belavbûna êşên çandinî," Neşû got.

Parastina berjewendîyên niştimanî yên Îraqê

Rola Îranê di wêrankirina aborîya Îraqî de dîyar e, Xazî Fêsel Hisên, şêwirmendekî di Navenda Îraqî bo Lêkolînên Stratejî, got.

"Stratejîya Îranî xwe dispêre xilaskirina samanên dewletên din û bi vî awayî ew kontrola berhemên wê yên aborî dike, bi vî awayî ew serdestîyê dike û destwerdanê di proseya çêkirina biryarê de dike," wî ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ku di rêya vê stratejîyê de, Îranê karîbû "plan û programên niştimanî yên [Îraqî] bo pêşxistin, nûavakirin û xweşkirina çandinîyê lawaz bike, ev yek bû sedema diêşîyê ji cotkar û kesên ku pez xwedî dikin herwiha bandor li sektorê çandinîyê û xwarinê li seranserî welat kir.

Wî got ku xwespartina Îraqê bo hawirdeyên xwarinê ji Îranê tenê giha 6 milyar $di salekê de.

"Bandora statejîyeke mîna vê şopa xwe li ser hemû sektorên aborîyê [yên Îraqî] hiştin, ne bi tenê li ser çandinîyê," wî anî ziman.

"Îran bi çi awayê gengaz be hewl dide ku derbasî bazara Îraqî bibe bi mebesta kudorpêçkirina cizayên aborî yên ku barê aborîya wê giran kiriye," abornas Besam Cemîk Anton got.

Ev yek dîyar e ji hecmê bazirganîyê di nav herdu welatan de, ya ku giha bêtirî 13 milyar dolar ji sala par ve.

"Divê em hay ji bercewendîyên xwe yên niştimanî hebin û berhemên xwe yên çandinî biparêzin di rêya qedexekirina hawirdeyên ketober û bacên gelek li ser kel û pelên dikevin welat de bisepînin," wî got

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500