Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq refên hêzên êlan li Enbarê qayim dike

Xalid Taî

Şervanên êlên Enbarê di pêngaveke lêgerînê li endamên DAIŞê yên xwe li biyabana li bakurê Qaimê vedişêrin di 14ê Hezîranê de cih digirin. [Wêne ji hêza êlî ya Ferata Jorîn hatiye wergirtin]

Şervanên êlên Enbarê di pêngaveke lêgerînê li endamên DAIŞê yên xwe li biyabana li bakurê Qaimê vedişêrin di 14ê Hezîranê de cih digirin. [Wêne ji hêza êlî ya Ferata Jorîn hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî plan dike ku hejmara şervanên xwecihî di hêzên êlan de li parêzgega Enbarê zêde bike, berpirsekî êlan Çarşemê (19ê Hezîranê) ragihand.

"Hikûmet dê refên hêzên êlan li parêzgehê qayim bike, hêzên ku aniha hejmara wan digihe dora 10,000 şervanan," serkirdeyê hêzên êlan li Enbarê Şêx Qeterî Semermed ji Diyaruna re ragihand.

Wî eşkere kir ku ji wan, 7,500 şervan li navçeyên rojhilatî yên Enbarê ne, mîna Remadî û Felûcayê hatine tecnîdkirin, û 2,500 şervan li navçeyên rojhilatî yên parêzgehê mîna ne, Hît, Hedîsa û Qaimê.

"Ev şervan bi awayekî fermî beşek ji hêzên heşda êla ne, ku mehane mûçeyan werdigirin û mîsyonên ewlehî cîbicî dikin da ku çareserîyekê ji bermahîyên DAIŞê re deynin û piştgirîya artêş û polîs di gelek sektorên berpirsyarîyê de bikin," wî anî ziman.

"Dora 4,000 şervanên din hene ku beşek in ji ya jê re tê gotin 'lîsteya B'," Obêdî eşkere kir.

"Lîsteya B" " ji endamên ku berê rahênana serbazî wergirtine û yên ku fermanên îdarî ligel wan hene ku wan wek şervanên fermî destnîşan dikin pêk tê, lê derbasî nav hêzên êlan nebûne û tu mûçeyan wernagirin", wî şirove kir.

Wî da zanîn ku hikûmet plan dike ku wan şervanan di nav refên hêzên Wezareta Berevanîya tecnîd bike, û anî ziman ku ew dê weke hêzên "heşda berevanîyê" werin naskirin.

Obêdî got ku mûçeyên wan dê ji budceya wezaretê werin dan, û ew dê ji mûçeyên ku ji endamên hêzên Sehwa Îraqî re diçû dê werin dan.

''Gaveke girîng''

Wî teqez kir ku heşdkirina van şervanan "gaveke pêwîst e ji bo qayimkirina ewlehîyê" li parêzgehê, û not kir ku hêzên xwecihî dikarin alîkarîyê bi hêzên ewlekarî re li biyabana fireh û sînorê rojavayî bikin û gefên terorîst ji ser bajaran biguherin.

"Mêrên êlan deverên xwe nas dikin û di şer de pispor bûne ji ber şerê wan bi terorîstan re. Bi vî awayî, qayimkirina beşdarbûna wan a ewlehî gaveke rast e," Obêdî got.

Hêzên êlan îroj bi awayekî çalak di pêngavên berdewam de beşdar in da ku bidin pey bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

"Hêz ji Firqeya 7mîn û 8mîn ên artêşê, bi piştgirîya mêrên êlan, 12 terorîst di operasyonên ewlehî de kuştin di van herdu heftîyên borî de li biyabana Mehbûbiyayê, li nêzî Gola Sersarê û Wadî Helqûmê li başûrê Qaimê," wî êşkere kir.

Wî got ku herwiha van operasyonan wêrankirina 11 veşartgehên çekdaran encam da, di nav wan de malên vehesînê, penageh û pêdivî û veşartgehên çekan.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Qeydkirina navê min.

BERSIV BIDE