Nûçeyên Iraqê
Jîngeh

Wezîrê Samanên Avî: Bendava Mûsilê di rewşa xwe ya herî baş de ye

Xalid Taî

Ev bendava Mûsilê ye, wêne di 15ê Nîsanê de hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Samanên Avî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Ev bendava Mûsilê ye, wêne di 15ê Nîsanê de hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Samanên Avî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Berpirsên Îraqî dibêjin ku bi rêya beşdarîya wan di projeyeke mezin de bo seqamgîrkirina rewşa Bendava Mûsilê, Feyleqê Endazyaran ê Artêşa Amerîkayê rol gerand di parastina bunyadê de û di baştirkirina ewlehîya avê ji miletê Îraqê re.

Ji dema ku ew di sala1986an de katiye kar de, Bendava Mûsilê bi hewcedarê çaksazîyeke taybet e, ji ber ew li deverekê hatiye avakirin ku zevîya wê mişt cebsîn e, ku ew jî di avê de dihele û bi hêsanî tê kolandin.

Ew ji alîyê Wezareta Samanên Avê ya Îraqî bi hevkarî ligel komele navdewletî hat pêkanîn, lê rewşa ewlehî ya neseqamgîr û êrîşa "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di Tebaxa 2014an de xebatên çaksazîyê rawestandin.

Dora şeş heftîyan -- heta ku hêzên Îraqî bi piştevanîya Hevpeymanîya Navdewletî bendav ji destê DAIŞê vegerandin -- tu xebateke çaksazîyê nehatibû kirin.

Ev endazyarine Îraqî ne li yekîneyek derzîkirina çemnto ne li jêr Bendava Mûsilê roja 21ê Nîsanê. [Wêne ji Wezareta Samanên Avî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Ev endazyarine Îraqî ne li yekîneyek derzîkirina çemnto ne li jêr Bendava Mûsilê roja 21ê Nîsanê. [Wêne ji Wezareta Samanên Avî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hevdem ligel nîgeranîya navdewleyî ji zêdebûna egera şikestina bendavê, Hikûmeta Îraqî ji Feyleqê Endazyaran ê Artêşa Amerîkayê xwest ku alîkarîyê bike.

Di Adara 2016an de, Hikûmeta Îraqî girêbesteke bi 296 milyon dolaran ligel Koma Trevî, ku kompanîyeke endazyarî ya Îtalî ye, wajû kir bo pêkanîna çaksazîyeke tengavî, bi mercê ku proje ji alîyê Feyleqê Endazyaran ê Artêşa Amerîkayê were birêvebirin.

Feyleqê Endazyaran ê Artêşa Amerîkayê tîmek ji serbazên Amerîkayê, xebîrên birêveberîya Amerîkayê û teknîkkarên bigêrbest pêk anî bo serpereştîkirina Koma Trevi piştî wê dest bi xebatên emercensî kirin, bi armanca seqamgîrkirina rewşa bendavê.

Feyleqê Endazyaran ê Artêşa Amerîkayê girêbestek bi kompanîyeke endazyarî ya ji çend welatan bi navê AECOM wajû kir bo dabînkirina piştgirîya meydanî. Ligel AECOM, hejmara giştî ya endazyarên navdewletî li cihê bendavê gihişt dora 70 bo alîkarîkirin di projeyê de.

Rahîneke çirûpir

Kompanîya endazyarî got ku ji dema ku Koma Trevi dest bi karên xwe kir, staf û endazyarên Îraqî rahînaneke çirûpir derbarê bikaranîna teknelocî û alavên pir pêşketî wergirtin li dibistanekê ku li cihê projeyê hatibû amadekirin.

Vê yekê rênmayên li dor çawanîya pêkanîna çaksazîya kiraskirinê û pêgehandina tunêlên derketingeha jêrîn a li jêr Bendava Mûsilê dihewandin.

Feyleqê Endazyaran ê Artêşa Amerîkayê herwiha rahîneke bo xebatkarên Îraqî dabîn kir bo pêşxistina karînên wan ên teknîkî û misogerkirin ku ew karibin bi xwe çaksazî û karê bendavê bi cih bînin.

Ji ber rewşa neseqamgîr a zevîya ku Bendava Mûsilê li ser hatiye avakirin, xebatên çaksazîyê bi hewcedar in ku çemento bi kûrahî bikeve bin zevîya li jêr bingehên bendavê bo sazkirina dîwarbendekê bo nehiştina herifandinê.

Li gorî raporteke divegere sala 2007an, dora 200 ton çemento salane pêwîst in bo misogerkirin ku bendav dikare fişara ava li pişt bendavê kom dibe debar bike.

"Xebatkarên niştîmanî zîrekî û ezmûnên baş di bikaranîna alav û amûrên taybet bi zêdekirina çemento li kelaxê bendavê û çavdîrkirina yedekên avê û rewşa bendavê de wergirtine,"Adil Muxtar, ku şêwirkarekî komîteya av û çandinîyê ya parlemanê Îraqê ye, got.

"Endazyarên me, bi saya ezmûnên navdewletî yên wergirtine, û aniha ew karatir in û hazirtir in ji pêkanîna hemû karên pêwîst bo çaksazîyeke berhemdar û birêvebirina bendavê re," wî ji Diyaruna re got.

Muxtar teqez kir ku piştî tirsên serdema DAIŞê ya ku bû encama rawesana xebatên çaksazîyê, bendav aniha "di rewşeke ewleh de ye".

"Çaksazî û karê zêdekirina çementê bi navber didome, û herikîn û derketina ava embarbûyî di derhegên serekî re bi hêsanî û herakbarî pêk tê," wî got.

"Bendav bi awayekî normal wezîfedar e û pir kar û baş bû di hilmijîna lehîyan de di zistana borî de di encama xebatên pêgehandinê yên ku hatine encamdayîn de," wî got.

Rewşa Bendavê pir baş e

Bendava Mûsilê "di baştirîn astê de ye", Wezîrê Samanên Avê yê Îraqî, Cemal Adil di serdanekê de bo sazîyê roja 29ê Gulanê ragihand.

Dîwar û bingehên bendavê di "çiyayekî ji çemento" de çikandî ne, wî wiha di civîneke hevbeş a nûnerên Koma Trevi û Feyleqê Endazyaran ê Artêşa Amerîkayê de ya bo nîqaşkirina rasipartina karên çaksazîyê got.

Yedekê avê yên bendavê bêhtir ji "heşt milyon mertên sêcar in", xebîrê siyasetên avê û bendavan Remedan Hemza ji Diyaruna re eşkere kir.

"Asta avê di yedeka bendavê de gihiştîye 325 metran bilindtir ji asta deryayê, ku bilindbûneke ku di gelek salên dawî de nehatiye dîtin, ew jî bi saya barana gelek," wî got.

"Baranê rewşa avê li Îraqê baş kir, û xebatên hikûmetê tên dîzayinkirin bo peydakirina hewcedarîyên cotkaran ji avê" re û nehiştina biyabanbûyînê.

Wî bawerîya xwe bi karînên xebatkarên Îraqî ku bikevin cihê xebîrên Îtalî û Amerîkî de û operasyon û çaksazîya Bendava Mûsilê bi rê ve bibin anî ziman.

Baştirkirina jêrxaneya avê

Hikûmeta Îraqî kar li ser baştirkirina jêrxaneya avê ya welat dike.

Ligel Bendava Mûsilê, ew hazirîya nûavakirina Bendava Badûşê li parêzgeha Mûsilê dike, bendava ku ji çend dehsalan ve bêkêr e.

Wezareta Samanên Avê 18ê Gulanê dest bi amadekirina xwendinên teknîkî kir di weke amadekarî ji projeyê re.

Bendava Bexmayê li hewlêrê ji kar re amade ye, bo destekê bide avadana bêhtir ji 560 hektar ji zevîyên çandinîyê û berhemkirina 1,500 megawatan ji kehrebeyê.

Îraq herwiha plan dike ku 30 bendavên nû li ser sînorê bi Îranê nû bike bo kontrolkirin û sûdwergirtin ji ava lehîyan a ji bilindahîyên Îranî diherike.

Hemza daxuyand ku Îraqî "dora pênc bendavên qerase yên nû ye bo embarkirina her dilopeke avê ji welat re şi ji çemên herêmî çi ji ava baranê".

"Divê palneke rewşên awarte bê daraştin û pereyên bes bo projeyan bên terxankirin bo xwebidûrkirin ji şopên zuhayîyan yên ku dibe di salên bên de dijwartir bin," wî got.

Hevdem, komîteya plandanînê ya encumena parêzgeha Nînewayê hazirîyan dike bo daxwazê ji hikûmeta federalî bike ku bendavên lawekî li parêzgehê ava bike,seorkê komîteyê Xelef Hedîdî ji Diyaruna re ragihand.

"Xwendin û pêşinyarname hatine pêşxistin bo sûdwergirtin ji mêjerên pir ên ava baranê bi rêya projeyên avakirina bendavên biçûk û birina ava wan a yedek bo nav zevîyên berfireh ên çandinîyê li parêzgehê bi rêya kolandina cokan," wî got.

"Nînewa selika nanê Îraqê ye, û avakirina bendavan li parêzgehê dê piştgirîya ewlehîya xwarinê li welat bike û dê aborîya niştîmanî xurt bike û geşekirinê bibe pêş," wî got.

Wî got ku av sameneke nayê qerbûkirin "û armanca me ew e ku em wê weke tê xwestin bi pêş bixin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500