Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Şênîyên Swêdayê rejîma Sûrîyayê bi revandina çalakvanan gunehbar dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Revandina çalakgerê ji Swêdayê Muhened Şihab Edîn roja 17ê Hezîranê bû sedema gurbûna alozîyê li bajêr. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Revandina çalakgerê ji Swêdayê Muhened Şihab Edîn roja 17ê Hezîranê bû sedema gurbûna alozîyê li bajêr. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Hêzên çekdar ên ser bi komên herêmî ve li bajarê Swêdayê, yê li başûrê Sûrîyayê Duşemê (17ê Hezîranê) 10 hêzên ewlekarîya rejîmê girtin bo fişarkirin li ser rejîmê bo serbestberdana çalakgerekî xwecihî yê opozîsyonê.

Çalakgerê ji Swêdayê Nîzar Bû Elî got ku wan herwiha baregehên hewalgirîya serbazî ya rejîma Sûrîyayê dorpêç kir û bi tifingan bi hêzên rejîmê yên li hundir dorpêçkirî şer kirin.

Du leşkerên rejîmê di pevçûnan de birîndar bûne, wî ji Diyaruna re got.

Kesine çekdar ku siwarî vaneke pencere reş dibûn Yekşemê çalakger Muhened Şihab Edîn ji pêş firoşgeha wî revandin. Şênî û hêzên herêmî hewalgirîya serbazî ya rejîmê bi pêkanîna êrîşî gunehbar kir.

Alozîyeke mezin li bajêr qewimîye piştî revandinê û kehreba li deverên ku serbazên rejîmê û yekîneyên ewlekarî lê bi cih bûne hatiye birîn.

"Hêzên herêmî 10 endamên hewalgirîya serbazî [ya rejîmê] girtin û dest danîn ser sê navgînan, û ew birin cihekî nedîyar," wî got.

Ji wê demê de komên çekdar dorpêça li ser baregehên hewalgirîya serbazî bi dawî kirin piştî wan 24 demjimêr dem da rejîmê bo serbestberdana Şihab Edîn, lê ew hîn li bajar cih digirin, li borî Bû Elî.

Wî got ku hêzên rejîmê piştevanî anîne herêmê.

Swêda cihê alozîyan di navbera rejîmê û xelkê de ye, ji ber ku ciwanên deverê tevlî leşkerîya neçarî di rêzên hêzên rejîmê de nabin û di şûn de dixwazin tevlî komeke çekdar a herêmî dibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500