Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

16 çekdarên DAIŞê di êrîşeke asmanî ya Hevpeymanîya Navdewletî de tên kuştin li başûrê Nînewayê

Xalid Taî

Leşkerekî Îraqî temaşe dike dema ku êrîşeke asmanî ya Hevpeymanîya Navdewletî bingeheke DAIŞê li çiyayên Atşanayê li beşê rojavayî yê parêzgeha Nînewayê armanc dike di Mijdara borî de. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê hatiye wergirtin]

Leşkerekî Îraqî temaşe dike dema ku êrîşeke asmanî ya Hevpeymanîya Navdewletî bingeheke DAIŞê li çiyayên Atşanayê li beşê rojavayî yê parêzgeha Nînewayê armanc dike di Mijdara borî de. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê hatiye wergirtin]

Şazdeh çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin kuştin piştî ku bingeha wan bû armanca êrîşeke asmanî ya Hevpeymanîya Navdewletî li parêzgeha Nînewayê, Wezareta Berevanîyê ya Îraqî Sêşemê (18ê Hezîranê) ragihand.

"Raportên hewalgirî dîyar kirin ku tunêleke raz li devera Wadî el-Qesab li başûrê parêzgeha Nînewayê heye ku komek ji serkirdeyên gewre yên DAIŞê lê vedihewin," peyvdarê wezaretê lîwa Tehsîn Xefacî ji Diyaruna re eşkere kir.

"Paş ravekirin û piştrastbûn ji agahîyan ji alîyê Fermandarîya Operasyonên Nînewayê, balefirên şer ên Hevpeymanîyê êrîşeke asmanî ya serketî li ser armancê pêk anîn û ew wêran kirin," Xefacî daxuyand.

Wî got ku 16 çekdar di lêdana asmanî de hatin kuştin, ku nasnameya hinekan ji wan hatiye naskirin, û xebat berdewam in bo naskirina nasnameya kesên din.

Wî got ku ew çekdar "serkirdeyên xeternak ên rêxistinê bûn", û da zanîn ku êrîşê "planên wan ên pêkanîna êrîşên terorî li dijî welatîyên Nînewayê û parêzgehên cîran têk birin".

Xefacî teqez kir ku dê êrîş bandoreke mezin li ser kêmbûna karînên êrîşkarî yên paşmahîyên rêxistinê bike.

"Ev yek ji êrîşên herî girîng e, ji ber dîqet û faktorê nişkayîyê," wî daxuyand.

"Em bi rêya çavkanîyên xwe yên hewalgirî wan dişopînin û çavdêrîya tevgerên wan dikin, û em dema guncan bo êrîşkirina li ser wan hildibjêrin. Hakimî ji me re ye, ne ji wan re ye," wî wiha teqez kir.

Avakirina bawerîyê li ba xelkê xwecihî

Wî got ku hêzên ewlekarîyê û hewalgirîyê didin ser pişta milîtanan li gelek deveran û hejmareke mezin ji wan kuştine û veşartgehên wan yên li biyabana Nînewayê û li gelîyên li rojavayê Enbarê û girên Hemrînê wêran kirine.

Hemû operasyonên ewlehî bi sergirtineke hewayî ya hêza cewî ya Îraqî û balefirên şer ên Hevpeymanîya Navdewletî pêk tên.

Xefacî got ku herwiha hewcedarî heye bi zêdekirina hevahengîya di navbera hêzên ewlekarîyê, xelkê herêmî û serokên êlan û rûsipîyan li deverên ku paşmahîyan DAIŞê hewl didin çalakîyên xwe li wan berdewam bikin.

Xefacî dîyar kir ku Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdul Mehdî, fermandarê giştî yên hêzên çekdar, ferman dane her du wezaretên berevanîyê û hundir, Fermandarîya Operasyonên Hevbeş û ajansên ewlekarî yên din ku kar li ser avakirina bawerîyê û têkilîyên baş bi xelkê re bikin.

"Ev pêwendî bingeha karê me ne, bêyî wan em nikarin tu destketinên ewlehî bi dest bixin," Xefacî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500