Nûçeyên Iraqê
Hilbijartin

Hilbijartinên Mûsilê nîgeranîyên ji rola milîsan zêde dikin

Faris Omran

Parêzgerê Nînewayê yê nû Mensûr Mareid Cibûrî, ku ev wêne divegre 7ê Sibatê, hat bersûckirin ku têkilîyên wî bi milîsên Îran piştgirîya wan dike re hene. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Parêzgerê Nînewayê yê nû Mensûr Mareid Cibûrî, ku ev wêne divegre 7ê Sibatê, hat bersûckirin ku têkilîyên wî bi milîsên Îran piştgirîya wan dike re hene. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Hilbijartina parêzgarê nû ji Nînewayê re parêzgeha li bakurê Îraqê hêrs kir, ji ber niştecih û çavdêran destnîşan kir ku têkilîyên wî bi milîsên girêdayî Îranê ve hene û angaştin hene ku gendelî di proseya hilbijartinê de rû dane.

Parlemantarê Îraqî Mensûr mareid Cibûrî, yê ku nûnertîya Nînewayê di parleman de dike, di 13 Gulanê de weke parêzgar hat hilbijartin ji alîyê encumena parêzgeha Nînewayê ve bi 28 dengên parlemanî ji eslê 39 dengan.

Sîrwan Mihemed ji Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) weke cîgirê yekem ji Cibûrî re hat hilbijartin û dengdana bo cîgirê duyem hat gîrokirin.

Encam ji alîyê hin endamên parleman ve hatin redkirin û xelkên Nînewayê bi awayekî dijwar ne razî bûn, wan ji hikûmetê xwest ku destwerdanê bike û yekîneya qeyranê bihêle berpirsa karûbarên parêzgehê.

Ev Wêne, ku di 3yê Gulanê de li ser înternetê hatiye belavkirin, hilbijartina Mensûr Mareid Cibûrî weke parêzgarê Nînewayê dîyar dike. [Wêne ji Navenda Medyaya Nînewayê hatiye wergirtin]

Ev Wêne, ku di 3yê Gulanê de li ser înternetê hatiye belavkirin, hilbijartina Mensûr Mareid Cibûrî weke parêzgarê Nînewayê dîyar dike. [Wêne ji Navenda Medyaya Nînewayê hatiye wergirtin]

Yekîneyeke qeyranê di Adarê de hat çêkirin, piştî Parêzgarê Nînewayê yê berê Nofel Akûb hat dûrxistin ji ber bûyera qeyikê li Mûsilê ku bêtir ji 100 kesan tê de jîyana xwe ji dest da. Yekîneya qeyranê di 28ê Gulanê hat helkirin.

Lêkolîna derbarê vê bûyerê ronî da ser gendelîya ku berbelav bû li deverên Îraqê yên ku milîsên Îran piştgirîya wan dike xwedî desthilatdarî ne.

Pirs derbarê hilbujartinan

Niştecihê Mûsilê Ebû Wîsam, ê xwest ku navî wî yê rast neyê bikaranîn, ji Diyaruna re got ku hilbijartina Cibûrî "ne qanûnî" ye û bang kir ku bila encumen were helkirin, û endamên encumenê bi gendelîyê bersûc kirin.

Wîlayeta Encumenê "berî du salan bi dawî bû, piştî mafê wê yê destûrî di birêvebirinê de bi dawî bû, ê ku çar sal in", wî wiha şirove kir.

Wî banga hilbijartina parêzgar were betalkirin kir , û hilbijartina parêzger şiyanse kir ku "dijî vîna gel e" û daxwaz kir ku careke din hukimê parêzgehê radestî yekîneya qeyranê bê kirin, heta hilbijartinine dadmend werin lidarxistin.

Parêzgarê nû endamekî çalak e di tevgera Etayê de, bi birêveberîya serkirdeyê Hêzên Heşda Şaebî Felah Feyad, ya ku milîsên alîgirê Îranê di nav xwe de dihewîne.

Niştecihên Nînewayê û çavdêran ji Diyaruna re gotin ku em ditirsin ku hilbijartina wî dê bihêle ku bêtir desthilatdarî bikeve di dest milîsan de û ew destwerdanê di samanên parêzgehê de bikin û astengîyê ji lêpirsînên derbarê gendelêyê re çêkin.

Şirovekarê stratejî û welatîyê Nînewayê Mueyid Cihêşî ji Diyaruna re got ku "guman heye ku hin endamên encumena parêzgeha Nînewayê ku ji parêzgerê nû re dengê xwe dane bertîlên mezin wergirtine".

"Ceza li dijî gelek kesayetên siyasî hene ku teqez dikin ku bi milyonên dolaran dane van endaman daku dengê xwe bidin Cibûrî, yê ku milîs piştgirîya wî dikin, bo bibe parêzgar," wî got.

"Niştecihên Nînewayê gelekî ji endamê encumenê enirî ne, û daxwaz dikin ku berpirsên gendel werin muhasebekirin û nehêlin ku wekîlên van milîsan kiryarên gendelîyê bikin," wî got.

"Xelk xeyidîne û ji encamên hilbijartinan ne razî ne, encamên ku dê bêtir tevlihevîyê çêkin," wî anî ziman.

Nîgeranî ji milîsan

Parêzgarê berê yê Nînewayê Esîl Nicêfî got ku ji mafê niştecihên sivîl ên Nînewayê ye ku bitirsin ku dê milîs cihekî xwe yê hêzdar li Nînewayê çêbikin û dê bi temamî serdest bin di proseya biryardanê de.

"Ev metirsî rewa ne," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Lê divê em xelkê han bidin ku li dijî van hestan bin û li şûn wê bawerîya xwe bi şîyana xwe ku rewşa xwe biguherin xurt bikin û bi rêbazin aştîyane nehêlin ku milîs Nînewayê kontrol bikin," wî got.

Nicêfî got ew bawer dike ku pêvajoya guhertinê bi hewcedarî bi "piştgirîya daxwazên cemawerî ku bi lez hilbijartinên xwecihî bên organîzkirin dest pê dikin, hilbijartinên ku dê encumeneke parêzgehê ya hilbijartî û hikûmeteke xwecihê encam bidin".

Wî pêşniyar kir ku bi desthilatdarîya xwecihî re weke "birêveberîyeke demkî" bidin û bistînin heta hilbijartin werin organîzkirin, û teqez kir ku parêzgehê "derdê gelek arîşeyan kişandiye û hilbijartinên xwecihî ew in kilîta çareserkirina van pirsan".

Parlemantarê Îraqî Ebdul Rehman Liweyzî, yê ku nûnertîya Nînewayê di parleman de dike, ji Diyaruna re got ku rewşa siyasî ya parêzgehê bi arîşeyên komplêks û dezgehên siyasî yên hevrik bargiran e.

Wî got ku ev birsgirêk dê "berhengarîyeke mezin bin" ji çi birêveberîya xwecihî re, û not kir ku pirsgirêk bi Kurdan re jî hene derbarê kontrolkirina hin deveran, herwiha têkilîyên sar ên di navbera hikûmeta federal û ya xwecihî de.

"Hikûmeta aniha di rêya têkilîyên xwe yên xurt bi biryarderên li Bexdayê re, dibe ku karibe hin ji van pirsgirêkên komplêks çareser bikin," wî got.

Lê şirovekarên mîna Cihêşî ne razî ne.

"Em dikarin çi ji parêzgarê nû pêşbîn bikin ji bilî ew jî dê li ser şopa parêzgerê berî xwe, Akûb be, û bibe sedema êşê ji niştecihên xwecihî re ji ber gendelîyê, hukmê bed, paşguhkirinê, cîbicîkirina xirab a projeyên xizmetguzarîyan û nebûna kontrol û berpirsyarî yê?" Cuhêşî got.

"Ev yek dê hêzê bêtir ji berê bide milîsên ku berê li parêzgehê çalak in -- mîna Esaib Ehil el-Heq, Hereket el-Nuceba, Ketaib Hizbulah û Seraya el-Xurasanî -- ku pereyên ji nûavakirinê re terxankirî û samanên niştimanî di rêya ofîsên xwe yên aborî re bidizin," wî got.

Wî got ku ev milîsên ku Îran piştgirîya wan dikin nîgeran in ku astengîyan ji lêpirsînên derbarê bûyera qeyikê re çêdikin "û wê dosyayê hetahetayî bin ax bikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500