Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Berpirsên Îraqî: Piştgirîya Amerîkayê di binxistina DAIŞê de çarenivîsaz e

Faris Omran

Şêwirkarên serbazî yên Amerîkî alîkarîya leşkerên Îraqî dikin di pêşxistina zîrekîyên wan yên nîşanê dema ew rokêtên dijî tankanbikar bînin, wêne divegere dîroka 8ê Hezîrana 2015an. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Şêwirkarên serbazî yên Amerîkî alîkarîya leşkerên Îraqî dikin di pêşxistina zîrekîyên wan yên nîşanê dema ew rokêtên dijî tankanbikar bînin, wêne divegere dîroka 8ê Hezîrana 2015an. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Amerîka hevparekî serekî yê Îraqê ye di binxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û misogerkirina aramîyê li Îraqa paş rizgarkirinê bi dayîna piştgirîya serbazî bi rêya rahînanê û peydakirina çekan, ezmûndar û berpirsan ji Diyaruna re got.

Wan got ku dagirkarîya DAIŞê ji rûberên berfieh re li Îraqê sala 2014an taqîkirineke girîng bû ji vê hevkarîyê re, ku Amerîkayê piştgirîya xwe ji Îraqê re ya ew angaşt diek selmand û alîkarî kir di vegerandina hemû xakê ji rêxistina tundrew.

"Hevparîya me bi Amerîkayê ye bingehîn e," xebîrê warê ewlehî Ehmed Şerîfî ji Diyaruna re wiha şirove kir.

Wî got ku Amerîka û hevalbendên xwe rahînana serbazî ya pêşketî ji hêzên Îraqî re peyda kirin, "û em bi hewcedarî piştgirîya wan in bo bilindkirina amadebaşîyê û rahînankirina hêzên xwe li ser teknîkên nûjen ên şer" û çek pêşketî.

Endamên milîsaÎraqî Hereket Nuceba ya Îranê piştevanîya wê dikedi meşekê de beşdarîyê dikin li parêzgeha Dîwaniyayê li başûrê Îraqê. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Endamên milîsaÎraqî Hereket Nuceba ya Îranê piştevanîya wê dikedi meşekê de beşdarîyê dikin li parêzgeha Dîwaniyayê li başûrê Îraqê. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

"Divê ev hevahengî û hevkarî were xurtkirin ji ber ku ew rê dide me ku em bêhtir welatê xwe biparêzin," wî got, û da zanîn ku hîn jî paşmahîyên DAIŞê gefekê durist dikin.

Piştgirîkirina artêşa Îraqî

Di çarçoveya Operasyona Vîna Rijid de, Amerîka û hevparên wê di Hevpeymanîya Navdewletî dora bi qasî 3.5 milyar dolar çek û alavên serbazî pêşkêşî Îraqê kirin, xebîrekî stratejî yê Îraqî ji Diyaruna re ragihand.

Ev alîkarî pêk hatin ji tankên Abrams, Humvîyên zirxî, û navgînên din, di nav de hilhgirên kesane, û nofên rokêt û avêjerên dijî tankan ên ji celebeyên AT4, xebîrekî ku daxwz kir navê wî neyê eşkerekirin eşkere kir.

Amerîka alîkarî kir di avakirina hêza asmanî ya Îraqî de "bi pêşkêşkirina bi dehênfirokeyên şer ên ji coreyê F-16, rahînankirina firokevanên Îraqî û baştirkirina berevanîyê û sîstemên kontrolkirina trafîka hewayî", wî got.

Wî got ku herî kêm 190,000 endamên polîsê Îraqî, artêşê û hêzên elîte hatin rahînankirin ji bal Amerîka û welatên din ên Hevpeymanîya navdewletî ve.

Wî got ku xebatkarên ewlekarî rahînana bo pêşketina zîrekîyên wan ên şer di jîngehên komplêks de û pêkanîna êrîşên li ser armancên taybet dîtin, û herwiha pêkanîna daketinên ji firokeyan li ser cihên mobîl û sabit.

Wan herwiha rahînana li ser dabînkirina alîkarîya tengavî wergirt.

Asêkirina sînorên Îraqê

Amerîka di şerkirina li dijî DAIŞê de beşdar bû bi rêya zêdekirina karînên hêzên Îraqî di warê parastina sînorên welatên xwe de.

Ev alîkarî jirahînankirina pasevanên sînor û avakirina xalên sînorî yên bi alavên pêwendîkrinê û koleçanê yên pêşketî, dron û kamîrayên li ser germahîyê dixebitin zêdekirî ne.

Serkirdeyên serbazî dibêjin ku Îraqê vê dawîyê şeş Bazên Şerker ên F-16 ên Amerîkî wergirtine, vê yekê jî "nameyeke girîng" da, ew e ku Îraqî pir cidî ye di avakirina karînên berevanî de.

Li gorî peyvdarê Fermandarîya Operasyonên hevbeş a Îraqî lîwa Yehya Resûl, ligel nofê 7ê Hezîranê Kombalefirên Îraqê ji Balefirên Baz ên F-16 bû 27 balefir.

Zêdetir, Amerîka û Îraqê roja 16ê Gulanê girêbestek bi qasî 92.4 dolar wajû kirin bo sazkirina cebilxaneya 120mm bo tankên Îraqî heta sala 2022. Tank sala 2008 hatin kirîn di çarçoveya rêkeftineke bi qasî firoştinên serbazî bi qasî 2.1 dolar bi Amerîkayê re.

"Bêyî rola Amerîkayê û destekên wê yên mezin, hemû Îraq ji kontrola rêxistina tundrew di demeke pir kurt de rizgar nedibû," peyvdarên êlên Nînewayê Şêx Muzahim Huwêt ji Diyaruna re ragihand.

Wî milîsên ku Îran piştevanîya wan dike bihewlên sûdwergirtin ji binketina DAIŞê gunehbar kirin, û da zanîn ku hêza asmanî ya Amerîkî pêşveçûna hêzên bejahî yên Îraqî misoger kirin, bi rêya bordumankirina hêlên berevanîyê yên DAIŞê û beravêtinkirina êrîşên wê yên tolhildêr.

Gefên milîsên Îran piştevanîya wan dike

Huwêt got ku hikûmta Îraqî di rewşeke zehmet de ye ji ber ew rastî fişara hêzên siyasî yên ser bi Îranê ve tê bo xwe bixe dest Îranê de, û da zanîn ku qebûlkirina vê fişarê "dê berjewendîyên Îraqîyan têxe xeterîyê".

"Wendakirina hevalbendekî bihêz weke Amerîkayê, ku alîkarîya me di şerê li dijî terorîzmê de kir heta çaxê me serketin bi dest xist tiştekî nayê pejirandin," wî got û da zanîn ku Amrîka berdewam e di zêdekirina Îraqê bi alîkarîya hewalgirî û seerbazî.

Huwêt amaje bi raportên dawî yên nîşan didin ku milîsên Îraqî yên Îran piştevanîya wan dike -- hinek caran balkişandin ser Heşd el-Welaî -- gef kiriye ku ew dê êrîşî serbazgehên Îraqî yên hêzên Amerîkî li wan cih girtine kir, û teqez kir ku ev yek dê milîsan têxe milmilanîyeke rasterast de ligel hêzên Îraqî.

Wî got ku ev gef "teqez dike ku ev hêz koledarên ajandeya Îranî ne", û dîyar dike ku Îran "jê re jîyana Îraqîyan ne xem e û ew guh nade encamên felaktbar ên vê destêwerdanê".

Ev in milîsên Îraqî yên Îran piştevanîya wan dike: Esaib Ehil el-heq, Lîwayên Îmam Elî, Lîwayê Seyid el-Şuheda, Seraya Xoresanî, Hereket Nuceba.

Lê ev milîs "anihabê piştgirîya cemawerî ne û nikarin rêbertîya şerekî bi wekalet di dewsa Îranê de bikin", lêkolînerê karûbarên siyasî Ebdul Qadir Nayil ji Diyaruna re got.

Wî got ku lewra ew giranîyê didin têkdana rewşa ewlehî û siyasî li Îraqê, û ewtundîyê û tayifgerîyê gur dikin daku Îraq lawaz û şikeva bimîne û ew bikarin karîgerîya xwe li welat biparêzin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500