Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hewalgirîya Îraqî pêngava li dijî DAIŞê berfireh dike

Xalid Taî

Komeke endamên DAIŞê ya ji alîyê hêzên ewlekarî ve li parêzgeha Enbarê hat girtin di Gulana sala 2019an de. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Komeke endamên DAIŞê ya ji alîyê hêzên ewlekarî ve li parêzgeha Enbarê hat girtin di Gulana sala 2019an de. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Ajansên hewlagirî yên Îraqî dest bi "şerekî agahîyan" kirin li dijî bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi alîkarîya niştecîyên xwecihî.

Ev şer xwe dispêre operasyonên parêzî bo êrîşên teror têk bibin û nîşan da ku ew gelekî bandobar in di şerê li dijî DAIŞê, berpirs ji Diyaruna re dibêjin.

Di operasyoneke ewlehî de roja 5ê Hezîranê li parêzgeha Enbarê, hêzên Îraqî xwe spartin agahîyên hewalgirî da ku êrîşeke xwekujî ya baş plan kirî têk bibin, êrîşa dixwest sivîlên Cejna Remezanê pîroz bikin armanc bike.

Yekîneyeke hewalgirî girte ser cihê ku heft xwekujan plana êrîşekê dikirin li navçeya Bexdadî.

Hêzeke kar ya Îraqî ya taybet daket ser veşartgeheke DAIŞê ya nepenî li devereke dûrdest û paşguhkirî li Îraqê. [Wêne ji Şana Pisporên Taktîkî hatiye wergirtin]

Hêzeke kar ya Îraqî ya taybet daket ser veşartgeheke DAIŞê ya nepenî li devereke dûrdest û paşguhkirî li Îraqê. [Wêne ji Şana Pisporên Taktîkî hatiye wergirtin]

Di pêngava xwe de li dijî bermahîyên DAIŞê, yekîneya hewalgirî "gelek agahîyên binirx derbarê endam û şanên DAIŞê" ligel wê hene, pisporê ewlehî Saed Ceyaşî ji Diyaruna re got.

"Ev agahî bi awayekî berdewam tên nûkirin li ser bingeha nûkirina dema rast, dosyayên polîs û raportên ji jêderên cuda," wî got.

Wî got ku aniha berpirsên hewalgirî giranîyê didin berhevkirin û şirovekirina agahîyên berdest ên tên bikaranîn da ku êrîşên nişkî bigirin ser endamên DAIŞê.

Ceyaşî got ku ev xebat "dê berdewam bin da hevahengî bêtir hebe da ku encamên mezin û serkeftinên ewlehî cîbicî bikin", û not kir ku herwiha mîsyonên peyketina dûv çekdaran li erdnîgarîyên sext û dûrdest dê zêde bibin.

Wî daxuyand ku ev yek dê biyabana Enbarê û çîyayê Hemrînê yê ku di parêzgehên Kerkûk, Selahedîn û Diyalayê re derbas dibe û herwiha devera Ferata Jorîn dihundirîne.

Wî got ku endamên DAIŞê aniha xwe dispêrin êrîşên tekekesî yên berteng ji ber fişara serbazî û tenê hejmareke piçûk tevlî wan dibe.

''DAIŞ ji piştgirîya welatîyan ditirse''

Wî got kku bo bi yekcarî ji bermayîyên DAIŞê xilas bibin, berpirsên hewalgirî bawerîyê bi civakên xwecihî re ava dikin, û teqez kir ku "ne girîng e bê çi qasî xebatên ewlekarî xurt in, ew bê piştgirîya niştecîyan nikarin ti bandorê bikin".

Wî dîyar kir ku niştecî hatin handan ku çavdêrîya tevger û deverên veşartina çekdaran bikin û rabigihînin, ji ber "çi serkeftina ewlehî hêmanekî aramîyê ye ji taxên wan re".

"Tiştê ku herî gelek bermayîyên DAIŞê jê ditirsin ew e piştgirîya hewalgirîyê ji alîyê niştecîyên xwecihî ve," Parlementerê Îraqî ji Diyalayê Ebdul Xaliq Ezawî, yê ku di komîteya berevanî û ewlehî ya parlemanî de kar dike, got.

Êrîşên DAIŞê li ser gund û bajarokên dûr armanc dikin ku niştecîyên xwecihî bitirsînin û têkilîyên di nav wan û ajansên hewalgirî û ewlehî yên Îraqî de qut bikin, wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku Komîteya beravanîyê û ewlehîyê ev doz di civînên bi berpirsên ewlehî re nîqaş kirin, wê ew han dan ku xebatên hewalgirî û armanckirina parêzî li dijî bermayîyên DAIŞê zêde bikin.

Ezawî not kir ku gundin li paêzgehên Selahedîn û Diyalayê hene ku hîn "ji alîyê ewlehî ve lawaz in", ji ber niştecî "nikarin alaîkarîyê bikin û agahîyên hewwalgirî yên têr dikin dabîn bikin ji ber ew ditirsin ku DAIŞ tolê hilde".

"Dxwazên me giranî dane zêdekirina ewlehîyê li wan gundan û destûrê bidin ku komên zêrevan ên sivîl ên çekdar bi awayekî guncan çêkin weke hewldanekê ku nehêlin gefên teror çêbibin û asta piştgirîya hewalgirî biparêzin," wî got.

Karê hewalgirîyê pêş dikeve

Ezawî got ku xebata hewalgirîya Îraqî heta asteke mezin di van salên dawî de pêş ketiye, û not kir ku endamên DAIŞê êrîş cîbicî dikin, wan sûd ji kêmbûna agahîyên hewalgirî û derenghiştina tedbîrên ewlehî yên parêzî werdigirt.

Wî daxuyand ku aniha rewş cuda ye, "ji ber hêzên Îraqî derbeyên wêranker li dijî bermayîyên DAIŞê cîbicî dikin".

Weke beşekê ji kampanyaya wê li dijî bermayîyên DAIŞê, ajansên hewalgirîya Îraqî bi sedan endamên DAIŞê yên xwe li deverên dûr vedişêrin girtin.

Di hefteya Yekem ji Hezîranê de, neh çekdarên DAIŞê yên paye bilind hatin girtin li ser bingeha jêderên teqez kirin ku yek ji wan "damezrênerê şaxê bajarokê Reşadiyayê (li bakurê Bexdayê) ye".

Di operasyoneke din de li parêzgeha Diyalayê, şaneke DAIŞê ji çar endaman bû ji "wîlayeta Diyalayê" hat jihevxistin. Destê şanê di kirarên kuştin, bêwarîkirin, revandin û dizîyê de hebû.

Zêdey vê yekê, du mêr ji Mûsilê û bajarokê Kermayê, rojhilatê Enbarê hatin girtin, wan sîxurî ji rêxistinê re dikir derbarê tevgerên hêzên ewlekarî.

"Tora hewalgirîyê li Îraqê ciyawaz e di warê çîyana wê di tunekirina molgehên terorîstan de," peyvdarê encumena parêzgeha Enbarê Îd Emaş ji Diyaruna re ragihand.

"Operasyonên herî dawî, bi taybet li biyabana Enbarê, nîşaneke dîyar e derbarê çalakîyên mîna van û dihêle niştecîyên sivîl heta astekê aram bin ji ber hêzên ewlekarî hişyar in û divê ew piştgirîya wan bikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500