Nûçeyên Iraqê
Aborî

Agirên mezin digirin zevîyên genim li navçeya Şengalê li Îraqê

Xalid Taî

Malin li gundê Koço li Şengalê ketin di xeterîya şewitandinê de piştî gurbûna agiran li navçeyê di dema dawî de. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Şengal Bajarê Min e hatiye wergirtin]

Malin li gundê Koço li Şengalê ketin di xeterîya şewitandinê de piştî gurbûna agiran li navçeyê di dema dawî de. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Şengal Bajarê Min e hatiye wergirtin]

Navçeya Şengalê ya dikeve beşê rojavayî yê parêzgeha Nîewayê de bûye cihê agirên gelek di rojên dawî de, ku gelek zevîyên genim şewitandin û mal wêran kirin, û bûn sedema qurbanî û bêwarîyê.

Agirin berî du heftîyan qewimîn lê di her çar rojên dawî de li gelek deveran li Şengalê belav bûn, şaredarê navçeyê Fehed Hamid ji Diyaruna re Çarşemê (12ê Hezîranê) ragihand.

Wî got ku dora 7,000 dunem ji zevîyên genim li Tel Hoşî hatine şewitandin -- ku xwedîyên zevîyan bi piranî Êzîdî ne -- li Werdiya, û gundên Rambûsî, Ziravikê, Ajma, Bezrakê, Zomanê, Tel Saqî, Xunêsî û Xîlo.

Wî got ku deverên li Guhbal li navçeya Sinûnê jî şewitîne, "û bêhtir ji 120 dunamên çandinîyê ji ber agir têk çûne".

Agirkujek agirekî ku bi zevîyekî genim ketiye li navçeya Şengalê roja 11ê Hezîranê vedimirînin. [Wêne ji Birêveberîya Berevanîya Sivîl a Nînewayê hatiye wergirtin]

Agirkujek agirekî ku bi zevîyekî genim ketiye li navçeya Şengalê roja 11ê Hezîranê vedimirînin. [Wêne ji Birêveberîya Berevanîya Sivîl a Nînewayê hatiye wergirtin]

Hamid got ku agiran herwiha malên hejmareke mezin ji xelkê şewitandin, bi taybetî li deverên Cezîrê Qehtaniyayê.

Wî got ku bi dehan malbat neçar bûn ji warên xwe birevin, û da zanîn ku agir Yekşemê bi bajarokên Burak, Zewrafa û Dahola ket û du kes hatin kuştin û du kesên din birîndar bûn.

Dibe agir belgeyên li ser gorên bi kom têk bidin

"Agir ji duho ve li zevîyên çandinîyê li deverên Hasimiyayê, Tel Benat û Tel Qesab li Qeyrewanê gur in," wî got.

Hamid got ku ew li gundê Koço gur bûn, cihê ku piranîya gorên bi kom ên qurbanîyên Êzîdî yên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ew kuştine li wir in.

Wî dîyar kir ku dibe agir belgehên li dor gorên bi kom ên li gund hatine dîtin têk bidin, û got ku "ev dê detnîşankirina nasnameya kelaşan zehmet bike û wiha malbatên qurbanîyan ji mafên xwe bê par dibin".

Berpirs û medyaya navxweyî DAIŞê bi vêxistina agir bi gelek zevîyên genim li welat gunehbar kirin û gotin ku ev yek hat kirin di hewlekê bo gurkirina cotkaran û gihandina ziyanê bi aborîya niştîmanî.

Hamid got ku xebatên mezin hatine kirin bo kontrolkirina agiran.

Wî got ku yekîneyên agirkujînê yên barevanîya sivîl ji Mûsilê û Tel Eferê bi berdewamî kar dikin ji çend rojan ve bo kontrolkirina agir, bi hevkarî ligel hêzên ewlekarîyê, û da zanîn ku xelk jî beşdarî van xebatan dibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500