Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rejîmê di şerên Hemayê û Idlibê de rastî xesaran tê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çekdarên Enîya Rizgarkirina Sûrîyayê şerê hêzên rejîma Sûrîyayê li gundewarê Hemayê dikin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Çekdarên Enîya Rizgarkirina Sûrîyayê şerê hêzên rejîma Sûrîyayê li gundewarê Hemayê dikin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Di her du rojên borî de, pevçûnên li gundewarên parêzgehên Hema û Idlibê bûn encama pêşveçûneke pir sînordar a komên opozîsyonê û Tehrîr el-Şam û hejmarek ji qurbanîyan di nav rêzên hêzên rejîma Sûrîyayê û alîgirên wê de, li gorî çalakgerekî navxweyî.

Pevçûnên dijwar li xalên belawela li sektorê gundewarê bakurî yê Hemayê, gundewarê başûrî yê Idlibê û li tixûbên Laziqîyayê rû dan, li gorî çalakgerekî ji Idlibê bi navê Museb Esaf.

Komên tundrew û hêzên opozîsyonê -- bi awayekî serekî Tehrîr el-Şam, Enîya Rizgarkirina Sûrîyayê û Ceyş Îza -- destpêkirina operasyoneke berfireh li seranserê herêmê ragihandin, Esaf ji Diyaruna re got.

Esaf dîyar kir ku opersyona ku navê Xezwet el-Fetih el-Mubîn (Rizgarkirina Pîroz) lê hat kirin, bû encama hejmareke mezin ji kuştî û birîndaran di nav rêzên herdu alîyan de.

Endamekî Ceyş Îza li xaleke rejîma Sûrîyayê li gundewarê Hemayê ku di pevçûnên vê dawîyê hatiye kontrolkirin tê dîtin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Endamekî Ceyş Îza li xaleke rejîma Sûrîyayê li gundewarê Hemayê ku di pevçûnên vê dawîyê hatiye kontrolkirin tê dîtin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Wî got ku Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov 126 qurbanîyên rejîmê tomar kirine, lê hinek raport dibêjin ku hejmar 300 derbas dike, û nayê zanîn ku hejmara hêzên rejîmê yên hatine girtin çiqase.

Esaf got ku hejmareke mezin a qurbanîyan ji ber êrîşên xwekujî yên Tehrîr el-Şam li Qesabiyayê ne, û herwiha ji ber êrîşeke berfireh li ser bajarokê dikeve başûrî Idlibê de, ku hîna piranîya wî li jor kontrola rejîmê de ye.

Qesabiya dikeve bakurê bajarokê Kefir Nebûdayê, yê ku rejîmê vê dawîyê ew kontrol kiriye.

Li gorî Esaf, hêzên êrîşkar karîn dest deynin ser gundên Tel Milih, Cibîn, Celma û Kefir Hûd li gundewarê Hemayê, hevdem ligel êrîşên asmanî yên berfireh û hewldanên hêzên rejîmê yên çendbare bo vegerandina wan.

Pevçûnên dijwar herwiha li sektorê Cebel Atîrayê li bajarokê Kebanayê li gundewarê Laziqîyayê qewimîn.

Esaf got ku êrîşên asmanî yên Rûsî li gundewarê Idlibê bê navber bûn, û êrîşeke asmanî li ser bajarê Xan Şêxûn sê kes kuştin û 10 birîndar bûn.

Wî got ku êrîşên asmanî yên serketî herwiha li Mearet Hurma, Cibala, Şêx Mustefa û Maer Şorîn li gundewarê başûrî yê Idlibê dan, û êrîşeke asmanî li ser bajarokê Zerbeyê li gundewarê başûrî yê Helebê sê sivîl kuştin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku 13 kes di lêdana asmanî ya rejîmê de li ser gundê Cibalayê hatine kuştin, AFP wiha belav kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500