Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî veşartgehên DAIŞê li grava SÎniya dişewitînin

Xalid Taî

Leşkerine Îraqî li veşartgehên DAIŞê di dema operasyoneke ewlehî ya dawîn de li grava Siniya li parêzgeha Selahedînê di 9ê Hezîranê de digerin. [Wêne ji Wezarata Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergitin]

Leşkerine Îraqî li veşartgehên DAIŞê di dema operasyoneke ewlehî ya dawîn de li grava Siniya li parêzgeha Selahedînê di 9ê Hezîranê de digerin. [Wêne ji Wezarata Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergitin]

Hêzên Îraqî şeş stargehên ku ji hêla paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dihatin bikaranîn di operasyoneke ewlehî de li bakur-rojavayê grava Sîniya li parêzgeha Selahedînê wêran kirin, fermandarekî serbazî Sêşemê (11ê Hezîranê) got.

Di heyama herdu rojên dawî de, hêzên ewlekarîyê "operasyoneke mezin da paşmahîyên DAIŞê yên xwe li devera grava Siniya li navçeya Becî vedişêrin pêk anî." Femandarê Operasyonên Selahedînê lîwa Ebdul Muhsin Ebasî wiha ji Diyaruna re got.

Ebasî dîyar kir ku operasyon li ser bingeha agahîne hewlagirî pêk hat.

Wî anî ziman ku ji Sêşemê de, şeş rawestgehên DAIŞê, li gel "hemû xwarin, dermanên tenduristîyê û alavên lojistîk ku di hundirê wan de bûn", hatine dîtin û şewitandin.

Leşkerine Îraqî beşdarî operasyona ewlehî ya 9ê Hezîranê dibin. [Wêne ji Wezarata Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergitin]

Leşkerine Îraqî beşdarî operasyona ewlehî ya 9ê Hezîranê dibin. [Wêne ji Wezarata Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergitin]

Ebasî daxuyand ku operasyon "dê gefa terorîstan a ser niştecihên gund û bajarên nêzî gravê rake" û karîna opersyonên bên li rojavayê Selahedînê xurt bike.

Ebasî got ku "em dê nêzîk mîsyon û pêvajoyan li dijî van deveran pêk bînin da wan ji terorîstan paqij bikin û sînorê bi parêzgehên Nînewa û Enbarê re biparêzin."

"Nêçîr li hemû deveran pêk tên"

Ebasî anî ziman ku paşmahîyên DAIŞê li Selahedînê "henasên xwe yên dawîn distînin".

Ebasî ragihand ku "çalakîyên wan ji ber êrîşan kêm bûne ku baregehên wan armanc dikirin û li hemû deverên ku diçûnê dişopandin."

Wî got "em li pey wan in û di rêya xebata me ya hewlagirî re tevgera wan dişopînin, û ew herin ku em dê wan têk bibin."

Di dema dawî de, çalakîya ewlehî hat xurtkirin li deverên dûr li parêzgehê, li derveyî navendên wê yên bajarî, Ebasî wiha şirove kir.

Hêzên ewlekarîyê li parêzgehê karîbûn heşt endamên DAIŞê yên payebilind bikujin, şeş rawestgehên rêxistinê wêran bikin û şeş kemberên teqîner ji hev bixin.

Ebasî got ku wan maleke bombekirî, kargeha çêkirina bombeyan û otombêleke bombebarkirî li deverine cihêreng ên parêzgehê wêran kirin, da zanîn jî ku paşmahîyên DAIŞê "nikarin barê pêvajoyên me hilgirin."

Wî got ku lê hinek nîşan hene ku şewitandina zevîyan ên erdên parêzgehê wêran kirin ji hêla DAIŞê ve pêk hatine, "piranîya van şewatan ne ji destê terorê bûn."

Ebasî teqez kir ku ev "milmilanîyê êlî û şerê di navbera çotkaran bo mulkîyeta erdên şewitî" dihundirînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500