Nûçeyên Iraqê
Medya

Pisporên Îraqî çavdêrîya derewên DAIŞê dikin û wan analîz dikin

Xalid Taî

Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Îraqî Yekşemê (9ê Hezîranê) îlan kir ku Şana Medyaya Ewlekarî dîtiye ku 64% ji nûçeyên ku DAIŞê di Gulanê de bealv kirine ne rast bûn. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Îraqî Yekşemê (9ê Hezîranê) îlan kir ku Şana Medyaya Ewlekarî dîtiye ku 64% ji nûçeyên ku DAIŞê di Gulanê de bealv kirine ne rast bûn. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Analîzeke hurgilî ji "nûçeyên" ku ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di rêya ajansa wê ya propegandayê, Amaq re teqez kir ku piranîya berhemên rêxistinê ne rast in, Wezareta Berevanîyê ya Îraqî got.

Fermandarîya Operasyonên Hevbeş ya Îraqî Yekşemê (9ê Hezîranê) îlan kir ku Şana Medyaya Ewlekarî dît ku 64% ji nûçeyên ku DAIŞê di Gulanê de belavkirine ne rast in

Di nav 30 Nîsanê û 27ê Gulanê de, DAIŞê 114 nûçe di rêya Amaqê re belav kirine, 73 ji wan ne rast bûn, şana medyayê got, û not kir ku yên mayî jî "bê nirx bûn, bi piranî mebest ji wan ku derfetê bidin rêxistinê ku bibêje va ragihandina me jî heye".

"Analîz beşeke ji operesyoneke çavdêrîkirinê ku pisporên ji şanê bi awayekî rojane li ser nûçe, name û weşanên li ser Amaqê û platformên elektronî yên DAIŞê yên din kar dikin," peyvdarê wezaretê emîd Tehsîn Xefacî got.

Leşkerekî Îraqî li tenîşt kamyoneke bi lalîkên peykî barkirî ku li baregeheke DAIŞê li Wadî Huseynîyatê li biyabana Enbarê hatin dîtin rawestaye, di 26ê Gulanê de. [Wêne ji birêveberîya polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Leşkerekî Îraqî li tenîşt kamyoneke bi lalîkên peykî barkirî ku li baregeheke DAIŞê li Wadî Huseynîyatê li biyabana Enbarê hatin dîtin rawestaye, di 26ê Gulanê de. [Wêne ji birêveberîya polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

"Encama analîza herî dawî nimûneyekê ji derew û xapandinên ku terorîstan belav dikin dabîn dike, ku wan hewl dida ku raya giştî bixapînin û bidin xuyakirin ku ew têk neçûne lê hîn ew çalak û hêzdar in," wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku DAIŞ hewl dide ku tehlîya têkçûna xwe li ser şopîner û alîgirên xwe sivik bike, bi taybet piştî şerê Baxozê asêgeha wê ya dawî li Sûrîyayê wêran kir û zor li hezarên çekdarên wê hat ku xwe radest bikin.

Wî got ku Dîmenên radestbûna wan alavên ragihandinê yên sereke hatin weşandin, "ew di rewşeke lawaz de dîyar kirin, berevajî angaştina wan ku wan digot ku wan heta henaseya dawî jî şer dikir".

''Asta gumanê bilind bûye''

Xefacî got ku digotara xwe ya dawî de, ku di 29ê Nîsanê de li ser înternetê hat belavkirin, serkirdeyê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî "rol û girîngîya medyayê di bilindkirina moralê alîgirên xwe de dîyar kir" û qayimkirina îdîolojîya rêxistinê de.

"Ji wê gotarê ve, asta gumanê di weşanên dîcîtal ên rêxistinê de bilind bûye û bi derewan wê berpirsyarîya xwe derbarê çend tawan û bûyeran angaşt û bi awayekî bêqam hûrgilî û encam zêde dikirin," wî got.

Wî dîyar kir Şana Medyaya Ewlekarî û Şana Niştimanî bo Operasyonên Şerê Derûnî çavdêrîya nameyên DAIŞê yên li ser înternetê tên weşandin û yên endamên wê li şer medyaya civakî belav dikin, bi taybet li ser Telegram, dikin.

"Her tiştê tê weşandin an li ser tê axaftin ne tenê tê çavdêrîkirin lêbelê herwiha tê sehkirin û analîzkirin," Xefacî got.

"Bi dehan çalakîyên terorî hatin têkbirin bi saya çavdêrîkirina medyayê û berhevkirina agahîyên hewalgirî ji axaftinên terorîstan û ji hevpeywendî û nameyên wan ên dîcîtal," wî got.

Wî daxuyand ku ev yek heta asteke mezin bi saya van xebatan bû, "hêzên ewlekarîyê vê dawîyê serkeftî bûn di armanckirina navendên medyayê yên DAIŞê yên girîng".

Di 11ê Nîsanê de, ajansa dijî terorîzmê siwênkareke ku bo berhemkirina heftenameya Nebayê ya propegandayî ya DAIŞê dihat bikaranîn di êrîşeke li ser çîyayên Hemrînê de wêran kir.

Di 26ê Gulanê de, hêzên ewlekarîyê baregeheke DAIŞê wêran kir li Wadî Huseynîyatê li biyabana Enbarê, ligel toreke peywendîyan û rawterên înternetê.

Medya ''çekê rêxistinê yê dawî ye''

"DAIŞ erd ji dest da herwiha samanên serbazî û mirovî û aiha tenê medya weke çek di nav destên wê de maye da ku pê şer bike," Haşim Hesan, serokê Fekulteya Lêkolînên Medyayê li Zanîngeha Bexdayê, got.

"Ew vê dawîyê xwe dispêre nûçeyên derew û xapandinê da ku bimîne balê bikişîne û da dîyarbibe ku têkçûna wan a kambax nayê wateya tunebûnê," wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku rêxistin hewl dide ku moralê endamên xwe bilind bike û endamine nû tecnîd bike da ku careke din mala xwe bide hev.

"Rêxistin biserketî ye di weşandina derew û propegandayê de, û gelekî pêşketî ye di bikaranîna teknîlojyaya dîcîtal de," Hesan got. "Ew sûdê ji zehmetîya çavdêrîkirina naverokê li ser înternetê werdigire û bi vî awayî ew cihekî ji xwe re di cîhana grîmaneyî de peyda dike."

Wî got şidandina ewlekarîya elektronî awayeke da ku peywendî û propegandaya terorîstan rawestînin.

"Lê ya ji vê girîngtir, divê em jîngeheke dijber ji hizirkirin û reftarên tundrw û terorîst re çêkin di rêya pêkanîna komek guhertinên aborî,civakî û xizmetguzarî re" Hesan anî ziman.

Stratejîya DAIŞê ya propegandayê ya nû

"Encamên çavdêrîkirina nûçeyên ku DAIŞ diweşîne teqez dike ku rêxistin hewl dide ku stratîjîyeke nû pêk bîne di operesyonên xwe yên medya û propeganndayê de," Îsam Feylî, yê ku zanistên siyasî li Zanîngeha Mustenseriyayê de hîn dike, got.

Ew bi vî awayî xwe dispêre belavkirina derewan bêfedî yan "ew berpirsyarîya bûyeran angaşt dike, herwekî ku ev yek xizmeta bercewendîyên wê dike", wî ji Diyaruna eşkere kir.

Feylî daxuynd ku armanca rêxistinê ew e "ku çekdar û çanên xwe yên razayî han bide û hewl dide ku fişareke derûnê li niştecîyên sivîl bike, da ku bawerîya wan bi hêzên ewlekarî lawaz bike".

"Civaka navdewletî hat vexwendin ku kevkarîyeke çalaktir bi Îraqê re bike" di warê çavdêrîkirina çalakîya medyaya komên tundrew yên mîna DAIŞê , wî got.

Lêbelê herwiha divê "stratejîya medyaya niştimanî hebe ku li hember îdîolojî û reftarên tundrew derkeve", wî anî ziman, û not kir ku xwedî pisporî ye di vî warî de "da ku propegandaya DAIŞê eşkere bike".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500