Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Sazkirinên piştî-DAIŞê bi awayekî lezgîn li Hewîcayê bi pêş ve diçin

Xalid Taî

Karkerek di nûavakirina Peymangeha Teknolojîyayê de li Hewîcayê di 17ê Adarê de beşdar dibe, weke beşekî ji xebatên nûavakirina sazîyên ku ji alîyê DAIŞê ve hatine wêrankirin. [Wêne ji sebeta Îraqî ya nûavakirina deverên ku bi terorîzmê bi bandor bûne hatiye wergirtin]

Karkerek di nûavakirina Peymangeha Teknolojîyayê de li Hewîcayê di 17ê Adarê de beşdar dibe, weke beşekî ji xebatên nûavakirina sazîyên ku ji alîyê DAIŞê ve hatine wêrankirin. [Wêne ji sebeta Îraqî ya nûavakirina deverên ku bi terorîzmê bi bandor bûne hatiye wergirtin]

Karên nûkirina fêrgeh, nexweşxane, binesazîyên avê û pîşesazîyê ku ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ziyan gihaye wan bi awayekî lezgîn bi pêş ve diçin li rojavayê navçeya Hewîcayê ya parêzgeha Kerkûkê, berpirsekî xwecihî Duşemê (10 Hezîranê) got.

Ev kar beşeke ji xebata navdewletî û niştimanî ya nûavakirina binesazîyê ye, endamê encumena navçeya Hewîcayê Emar Elî Hemdanî ji Diyaruna re ragihand.

"Xizmetguzarîyên giştî li navçeya Hewîcayê û derdora wê bi awayekî balkêş pêş dikevin wekî encam ji xebatên nûavakirina hemû projeyên ku ji alîyê DAIŞê ve hatibûn ziyankirin," wî got.

Wî got ku karê li ser projeyeke avê ya yekbûyî bi temamî bi dawî bû, û not kir ku ava vexwarinê aniha "ji hemû deveran re li navenda navçeyê" berdest e.

Endamekî hêzên ewlekarîyê yên Îraqî cihekî berdayî seh dike dema lêgerînekê de li paşmahîyên DAIŞê li deverên dûrdest û paşguhkirî li navçeya Hewîcayê di 25 Nîsanê de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Endamekî hêzên ewlekarîyê yên Îraqî cihekî berdayî seh dike dema lêgerînekê de li paşmahîyên DAIŞê li deverên dûrdest û paşguhkirî li navçeya Hewîcayê di 25 Nîsanê de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

"Herwiha me nûtahîlkiirna nexweşxaneya Hewîcayê jî bi dawî kir, a ku dest bi dabînkirina xizmetguzarîyên bijîşkî û dermankirinê kiriye," Hemdanî got.

"Wezareta Plankirinê qebûl kir ku karê projeya avakirina Nexweşxaneya Navendî ya Hewîcayê ya ku 200 textan dihewîne biqedîne, ku karê avakirinê rawestîya piştî ku DAIŞê girte ser navçeyê," wî got.

Wî anî ziman ku di heman demê de, "bêtirî 90% ji fêrgehan ji nû ve hatin avakirin û ji xwendekaran re hatine vekirin, bi hevkarîya bi rêxistinên NY re".

Bêtirî 500 fêrgehan li navçeya Hewîcayê hene.

Herwiha pêşbînî heye ku nêzîk kargeha berhemanîna çemento li navçeyê, ku yek ji projeyên wê yên aborî yên herî girîng e, careke din were vekirin.

"Kargeh bi piştgirîya rêxistinên navdewletî yên mîna Programê NY bo Pêşxistinê, herwiha sebeta Îraqî ya nûavakirina deverên ji operasyonên terorî ziyan gihaye wan hatiye temamkirin," wî anî ziman.

Niştecihên bêwar vedigerin

"Deverin li derdora Hewîcayê niştecihên wan bi temamî vegeriyane, niştecihên ku bi zorê ji ber terorîzmê bêwar bûbûn," Hemdanî got. "Bêtirî 60% ji malbatên bêwar vegeriyane navenda navçeyê."

Wî daxuyand ku ji çaxê ku DAIŞ di Cotmeha sala 2017an de ji navçeyê hatiye derkirin, bi temamî 100,000 kesên bêwar vegerîyane malên xwe.

"Aramîyê malbat han dan ku vegerin," Hemdanî got, û not kir ku piranîya kesên vegeriyane ew in kesên ku gundên wan bi awayekî rêjeyî ziyandar bûne.

Wî got ku "hêzên ewlekarîyê bi awayekî berdewam lêgerînên pir li paşmahî û şanên terorîst pêk tînin," û xebatên ewlehî di rojên pêş Cejna Remezanê de hatibûn zêdekirin.

"Bajarokên mîna Riyad û Reşad ligel girên Xarayê û gundên li dirêjahîya Çemê Zapê yê jêrîn li nêzî bajarokên Ebasî û Dibis hatine ramaliştin," wî got.

Herwiha yekîneyên serbazî yên zêdetir li deverên girîng hatine belavkirin.

"Çalakîya paşmahîyên DAIŞê kêm bûye di encama kontrola rijid hêzên ewlekarîyê de, û berfirehbûyîna sergirtina wan a ewlehî de," Hemdanî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500