Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Alozî li Swêydayê piştî kuştina rayedarekî rejîmê bilind dibe

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ev e otombîêla ku fermandarê Rîcal Kerama Wîsam Îd tê de hatiye kuştin, hevdem ligel bilindbûna alozîyan di navbera rejîma Sûrî û niştecihên Swêydayê de. [Wêne ji Nîzar Bû Elî hatiye wergirtin]

Ev e otombîêla ku fermandarê Rîcal Kerama Wîsam Îd tê de hatiye kuştin, hevdem ligel bilindbûna alozîyan di navbera rejîma Sûrî û niştecihên Swêydayê de. [Wêne ji Nîzar Bû Elî hatiye wergirtin]

Çalakvanekî xwecihî got ku alozîyeke dijwar girtiye ser bajarê Swêydaya û derdorên wî piştî kuştina efserekî payebilind ê artêşa Sûrî bi guleyan, di bûyereke gulebaranê de ku serbaz û leşkerên pê re bûbûn armanc.

Çalakvanê Swêydayê Nîzar Bû Elî ji Diyaruna re got ku rewşa ewlehî li herêmê xerab dibe, ji ber ku ciwanên herêmê naçin leşkerîya neçarî ya rejîmê û li şûna wê tevlî refên komeke çekdar a xwecihî dibin.

Bû Elî destnîşan kir ku hêzên rejîmê piştî kuştina emîd Cemal Ehmed ku fermandarekî Firqeya 15an a Hêzên Taybet e, hêzên ku li herêmê belav dibin, ketin nava liv û tevgerê.

Wî dîyar kir ku kemîn ji wî û kesên pê re hate vedan li ser rêya Hecê ya nêzî rêbendeke pişkinînê ya rejîmê.

Emîd Cemal Ehmed, di vê wêneyê de, ji Firqeya 15an a Hêzên Taybet a artêşa Sûrî, li bajarê Swêydayê hatiye kuştin. [Wêne ji Nîzar Bû Elî hatiye wergirtin]

Emîd Cemal Ehmed, di vê wêneyê de, ji Firqeya 15an a Hêzên Taybet a artêşa Sûrî, li bajarê Swêydayê hatiye kuştin. [Wêne ji Nîzar Bû Elî hatiye wergirtin]

Çavkanîyên herêmî gotin ku yek ji leşkerên pê re di cih de hat kuştin, herduyên din filitîn û bo nexweşxaneyê hatin rakirin da werin dermankirin.

Bû Elî anî ziman ku piştî bûyerê, hêzên rejîmê li seranserê parêzgehê belav bûn, û dest bi tedbîrên ewlehî kirin, di nav de pişkinînkirina nasnameyên kesayetî.

Wî daxuyand ku peywendî di navbera fermandarine rejîmê û oldaran de li herêmê çêbûn di hewldanekê de bo kontrolkirina rewşê.

Berxwedana li dijî leşkerîya neçarî

Bû Elî da zanîn ku herêma Swêydayê her di nava tengijînê de ye ji ber redkirina ciwanan ji çûna bo leşkerîya neçarî re.

Wî anî ziman ku gelek ciwan tevlî refên tevgera Rîcal Kerama bûne, ku ew jî komeke çekdar a xwecihî ye ku weke hêzeke ewlekarî ya xweser dixebite.

Ev yek ji alîyê rejîmê ve weke berhengarîyekê tê dîtinji ber ku ew leşkerîya neçarî ferz dike, wî got.

Bû Elî daxuyand ku dîyar e van tengijînan gelek bûyer di nava rejîm û Rîcal Keramayê de gur kirine, di nav de armanckirina çepereke rejîmê bi mûşekekê berî kuştina Ehmed.

Wî got ku gelek bombe ber bi rêbendên rejîmê yan jî nêzî wan hatin avêtin.

Wî dîyar kir ku fermandarê Rîcal Keramayê Wîsam Îd (bi navê "Ebû Selah" jî tê naskirin) hat kuştin, lê belê yekî din ê ku mala wî li bajarê Silxedê li başûrê Swêydayê hate gulebarankirin dema wî hevdîtin bi zilamine Rîcal Keramayê re pêk tanî sax ma.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500