Nûçeyên Iraqê
Remezan

Îraqî Cejna Remezanê pîroz dikin di rewşekê de ji baştirbûna ewlehî û xizmetguzarîyan

Xalid Taî

Îraqî li taxa Ademîyayê li Bexdayê nimêja Cejna Remezanê dikin di nav rêkarên ewlehî yên parêzî de sala par. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Îraqî li taxa Ademîyayê li Bexdayê nimêja Cejna Remezanê dikin di nav rêkarên ewlehî yên parêzî de sala par. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê û birêveberîyên şaredarîyan li seranserê Îraqê planên ewlehî û xizmetguzarî dest pê kirine bi armanca hêsankirina pîrozbahîyên Cejna Remezanê, yên ku bi fermî Sêşemê (4ê Hezîranê) dest pê kirin.

Pagerên li ser motoran û yên piyade dê parkên giştî û seyrangehan û herwiha deverên bazirganî û kolanên ku mişt xelk dibin di rojên bêhinvedanê de biparêzin, peyvdarê Wezareta Berevanîyê lîwa Tehsîn Xefacî ji Diyaruna re ragihand.

"Hêzên ewlekarîyê li dor cihên perestinê û cihên kombûnan cih girtibûn," wî got.

Desthilatdarîyên ewlekarî welatî haydar kirin ku yekser wan ji her tişt û tevgerên gumanbar agahdar bikin li ser van hêlan: 104, 115, 130, 131, 138, 153, 400 û 454.

"Di çarçoveya planên ewlekirina bêhinvedanê de, hêzên ewlekarîyê trafîk rêxistin kirin bo hêsankirina tevgera xelkê," Xefacî got.

Wî got ku gelek rêyên berê hatine girtin ji ber sedemên ewlehî dîsan hatine vekirin û karkerên şaredarîyê rêbendên çemento ra kirin.

"Hemû yekîneyên elwekarî û hewalgirî di amadebaşîyê de ne bo dûrxistina xeterîyan ji xelkê me, ewlekirina festîvalên cejnê û parastina serketina li ser terorîstan hatiye bidestxistin," wî got.

Xizmetguzarîyên giştî di rojên Cejna Remezanê de

Şaredarîyan li seranserê Îraqî bax, park amade kirine bo pêşwazîkirina xelkên pîrozbahîyan li dar dixin.

Nîşanên rengîn û dîkor li kolanên serekî û li meydanên giştî hatine danîn weke nîşana kêfxweşîyê.

Li Bexdaya paytext, şaredarîyê 100 cih bi ronîyan dîkor kirin.

Weke hemû cejnan, şaredarîyê parkên giştî bê pereyan bo xelkê vekirine -- ya herî xuyayî Parka Zewra ye -- û herwiha Mozexaneya Bexdayê.

Wê herwiha parka 14ê Tîrmehê vekiriye, duyem mezintirîn parka li Bexdayê, paş nûkirina wê -- xebata nûkirinê ji avakirina hin avahîyan û meydanên kesik, û çaksazkirina ronîyan, dergehê serekî û avahîyên xizmetguzarîyê pêk tê.

Birêveberîya Berevanîya Sivîl a Îraqî Yekşemê (2yê Hezîranê) pakêtek ji wesîtîyan ji alîyên pêwendîdar ên berpirs ji parkan û qeyikan re derxist bo rêgirtin li ber bûyerên trajîdîmîna noqbûyîna qeyikekê li Mûsilê di dawîya meha Adarê de.

Wesîtî ji pişkinînên demdemî bo misogerkrina selametîya qeyikan û siwarîyan û rênmayên nehiştina qeyikên bargiran pêk tên.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500