Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî tektîkine nû li dijî paşmahîyên DAIŞê li biyabana Enabrê didin meşandin

Xalid Taî

Koçerek li biyabana Enbarê ya rojavayî agahîyan der barê cihê paşmahîyê DAIŞê pêşkêşî hêzên ewlekarîyê dike. [Wêne ji hêzên êla Feratê ya Jorîn hatiye wergirtin]

Koçerek li biyabana Enbarê ya rojavayî agahîyan der barê cihê paşmahîyê DAIŞê pêşkêşî hêzên ewlekarîyê dike. [Wêne ji hêzên êla Feratê ya Jorîn hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî tektîkine nû bo zêdekirina karîna operasyonên serbazî li biyabana Enbarê ya rojavayî didin meşandin ku paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bo li hawîrdorê bimînin li ber xwe didin, berpirsinan ji Diyaruna re ragihand.

Hêzên taybet ên asmanî yên armancan yekser li nîvê biyabanê destnîşan û wêran dikin weke beşekî tektîkatên nû hatine belavkirin, peyvdarê wezareta berevanîyê ya Îraqî lîwa Tehsîn Xefacî anî zimên.

Lîwa Xefacî got "ev hêz êrîşên nivşkayî pêk tînin û armancên dijmin li biyananê wêran dikin."

Wî ji Diyaruna re eşkere kir ku "hêzeke Ajansa Dijî Teror a asmanî (CTS), li gel piştevanîya balafirên artêşê û hêzên hevpeymanîya navdewletî, êrîşin dijwar pêk anîn ku gelek zîyan gihandin refên terorîstan."

Endamine Ajansa Dijî Teror alavine lojestîk ku li stargehinan li Wadî Horan li biyabana Enbarê veşartî ne di 15ê Gulanê de vedîtin.  [Wêne ji Ajansa Dijî Teror hatiye wergirtin]

Endamine Ajansa Dijî Teror alavine lojestîk ku li stargehinan li Wadî Horan li biyabana Enbarê veşartî ne di 15ê Gulanê de vedîtin.  [Wêne ji Ajansa Dijî Teror hatiye wergirtin]

Xefacî dîyar kir ku şeş endamên DAIŞê yên kemberên teqîner li xwe kiribûn di êrîşa 20ê Gulanê li biyabana rojavayî de hatin kuştin.

Wî got ku di 15 û 16ê Gulanê de, hêzeke CTS li Wadî Horanê peya bû û neh endamên DAIŞê kuştin.

Xefacî da zanîn ku stargehên DAIŞê û kampeke mezin di van operasyonan de hatin wêrankirin, li gel 50 bombeyan, çek, rawterên enternetê, komputer, alavên kehrebê, enerjîya rojê, û xwarin û heyberên tenduristîyê.

Xurtkirina karê hewalgirîyê

Wî daxuyand ku "li gel van operasyonan, em li ser cihêrengîya çavkanîyên xwe yên hewalgirîyê û pêşkêşkirina agahîyan ji hêzên ewlekarîyê re dixebitin, agahîyên der barê tevger û cihê terorîstan li biyabanê."

Xefacî destnîşan kir ku "karê me ne tenê di çarçoveya operasyonên lêgerînê de maye lê belê em lêpirsînê der barê agahîyên hewalgirî jî de dikin da em bi wan di cihine destnîşankirî de êrîşî dijmin bikin, da zanîn jî ku ev yek dê bihêle operasyon bêhtir bidiqet bin.

Wî anî ziman ku zehmet e biyabana berfireh were şopandin,"lê di rêya bikaranîna agahîyên hewalgirî ji hevpeymanîya navdewletî û ji çalakîyên me yên koleçanê û balafirên çavdêrîyê re, êdî em aniha bêhtir bidiqet tevdigerin."

Xefacî îşaret bi şivan û koçeran kir û got ew hîmê bingehîn ê pêşkêşkirina agahîyên hewalgirî bûn ku alîkarîya hêzên Îraqî kirin da stratejîyên xwe yên serbazî bi pêş bixin.

"Bi saya raportên sivîlan, me kevirek li cihê wî nehişt," wî anî zimên.

Wî dîyar kir ku dawîn raport dibêjin ku paşmahîyên DAIŞê nema li biyabana rojavayî xwedî tevger in, Xefacî da zanîn jî ku ev yek li zêdekirina hevkarîya di navbera serkirdeyên ewlekarîyê li parêzgehên Enabr, Nînewa û Selahedînê de vedigere.

Wî got ku operasyonên hevbeş deverên biyabanî li qeraxên van parêzgehan kirin armanc ku weke warê dawîn ên DAIŞê ne.

Êl û koçer piştevanîya ewlekarîyê dikin

Êlên Cexayfa, Ebû Nemir û Ebû Mehel roleke xwe ya çalak di dawîn operasyonên ewlehî de gerandin, Xanim Efyan, serokê êlekê li rojavayê Enabarê got.

Efyan ji Diyaruna re da zanîn ku di operasyona Şêrên Cezîra de, ya di destpêka Gualnê de çêbû, çekdarên êlan û endamine hêzên ewlekarîyê neh endamên DAIŞê kuştin.

Wî got herwiha wan çar stargeh wêran kirin û otombleke û motorek li Cebel Menayif a di navbera Enbar û Nînewayê de şewitandin.

Serokê êlê destnîşan kir ku "beşdarîya êl û koçeran bi xurtî piştevanîya çi operasyonê dike çi ku ew bêhtir deverên xwe nas dikin," wî da zanîn jî ku eger bi rahiştina çekan an jî bi pêşkêşkirina agahîyan be ew "kilîta parastina biyabanê" ne.

Hêzên hewalgirîya Îraqî hewl didin agahîdankekê der barê biyabanê de çêbikin bi rêya sîstemeke teknolojîk a pêşketî re, serokê komîteya encumena ewlakarîyê ya parêzgeha Enbarê Neîm Kiûd ji Diyaruna re eşkere kir.

Kiûd dîyar kir ku ev sîstem xwedî alavên nûjen e ku dikare hevpeywendîyên paşmahîyên DAIŞê guhdar bike û wan li ser torên medyayê bişopîne, herwekî zêdekirina çavdêrîya di rêya dronan û kamereyên germî re.

Wî anî ziman ku operasyonên ewlehî li biyabanê "encamine giring bi saya hevkarîya civakên koçer qazanc dikin ku ev civak êdî agahîyên der barê cih û tevgera terorîstan pêşkêş dikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500