Nûçeyên Iraqê
Civak

Di danûstandina bi DAIŞê re, êlên Nînewayê xwe dispêrin qanûna Îraqî

Ala Husên li Bexdayê

Niştecîyên Nînewayê bawerîya xwe bi dadwerîyê anîn bo çareserkirina pirsgirêkên xwe bi endamên DAIŞê û malbatên wan re, li gorî doza meha Gulanê ku di kovara Qedayê de hat weşandin. Ev wêneyê avahîya serokatîya Dadgeha Istinafê ya Federal li Nînewayê ye. [Wêne ji Encumena Dadmendî ya Bilind ya Îraqî hatiye wergirtin]

Niştecîyên Nînewayê bawerîya xwe bi dadwerîyê anîn bo çareserkirina pirsgirêkên xwe bi endamên DAIŞê û malbatên wan re, li gorî doza meha Gulanê ku di kovara Qedayê de hat weşandin. Ev wêneyê avahîya serokatîya Dadgeha Istinafê ya Federal li Nînewayê ye. [Wêne ji Encumena Dadmendî ya Bilind ya Îraqî hatiye wergirtin]

Êl û niştecîyên Nînewayê ên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) tade li wan kir xwe ragirtin ji çaxê ku rêxistin hat derkirin û negotin em dê mafê xwe bi destên xwe bistînin, li gorî berpirsên Îraqî.

Ew dibînin ku wan xwe spart dadwerîya Îraqî da misoger bikin ku tawanbarên ku bi tawanên terorî yên cuda bersûc in dê werin dadgeh kirin û xwe nespart adetên êlî bo çareserkirina pirsgirêkên di heyama DAIŞê de hatine encamdan.

Di hevpeyvînekê de ji kovara Qedayê re di meha Gulanê de, serokê Dadgeha Tawankarî ya Nînewayê Udey Ebdul Hekîm got ku tu gilehekî qanûnî derbarê tawanên êlî ji dadgehê re nehatine ji çaxê ku parêzgeh ji DAIŞê hatiye rizgarkirin.

Wî ev yek vegerande rêzgirtina niştecîyên Nînewayê ji qanûnê re, û têgihiştina wan ku pirsgirêka muhasebekirina endamên DAIŞê û malbatên wan ji ber tawanên wan berpirsyarîya dadwerîya Îarqî ye.

Dadwerîya Îraqî jî ji alîyê xwe ve serkeftî bû di cîbicîkirina rola xwe de, ku wê endamên DAIŞê li Nînewayê dadgeh kirin heta asta ku niştecîyên parêzgehê tu carê nahizirin ku tu tiştî li derveyî qanûnê bikin, Şêx Xalid Cibûrî got.

Cibûrî, yê ku serokê êla Cibûr e li Nînewayê û herwiha weke fermandarê hêzên heşda êlî kar dike, got ku rast e gelek tol di navbera niştecîyên Nînewayê û malbatên DAIŞê û ew kesên ew hewandin de hene.

Lê niştecîyên xwecihî, di nav wan de ew kesên ji gundên êlî, "biryar dan ku xwe bispêrin qanûnê" di danûstandina bi van kesan re, wî ji Diyaruna re got.

"Bi rastî dadwerîyê tola qurbanîyan hilda û gelek hukmên dijwar birîn, di nav wan de mirin û hukmê derbaskirina jîyanê di zindanê de, li dijî wan kesên bi kiryarên terorî tawanbar in," wî got.

Pêdagirî li ser serwerîya qanûnê

Cibûrî got ku rewş li Nînewayê gelekî ji rewşa Bexda û parêzgehên başûrê welat cuda ye, mixabin gelek milmilanîyên êlî lê hene.

"Êl [ên Nînewayê] ne tenê bi qanûnê pêbend in lê herwiha ew roleke erênî jî lîstin di yekkirina refan de û qayimkirina hevgirtina niştîmanî de," Şêx Nezhan Lehibî, serkirdeyekî hêzên heşda êlan li başûrê Mûsilê got.

"Rêz û humet ji hemû êl û pêkhatîyên li parêzgehê re heye û divê ew jî [ji alîyê xwe ve] rêza qanûnê bigirin", wî ji Diyaruna re got.

Dibe ku êlên ku dibijêrin mafê xwe bi destên xwe bi dest bixin ziyanê bigihînin civakê bi giştî bi rêya belavkirina çanda bêqanûnîyê di civaka Îraqî de, çalakgerê civaka sivîl Xalid Qerexûlî got.

Li parêzgeha Besrayê ya li başûrê welat, hin êl "tevlî milîs û komên siyasî yên ku karê wan tenê şer û wêrankiirna bajaran e bûne", wî ji Diyaruna re got.

Wî bang li welatîyên Îraqî kir ku xwe nespêrin cezayên li derveyî yasayê di derheqê tawankaran de û herwiha dadwerîya êlî bo bidestxistina mafên xwe û çareserkirina birsgirêkên di nav endamên heman civakê de.

Herwiha Qerexûlî serkêşên êlan han dan ku baş kar bikin û endamên xwe han bidin ku bi qanûna sivîl pêbend bin "ji ber ew e hakim bo çareserkirina pevçûnên di hundirê civakê de".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ev ên behsa wan hatiye kirin -- Nezhan û Qergulî, li Mûsilê bûn dema DAIŞê. Ez dixwazim bibêjim ku wan pêşwazî li DAIŞê kir, û lewra tu mafê wan tune ye ku li ser xelkê bi rûmet û malbatên qurbanîyan biaxêvin.

BERSIV BIDE