Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Amerîka û Îraq toreke mezin a fînanskirina DAIŞê têk dibin

Xalid Taî

Dewlet û çavdêrên endam di Koma Nehiştina Fînansa DAIŞê de li Emanê li hev dicivin bo nîqaşkirina awayên zuhakirina jêderên temwîlkirin û fînanskirina DAIŞê, roja 11tê Sibata 2018an. [Wêne ji rûpela Twitter a Hevpeymanîya Navdewletî hatiye wergirtin]

Dewlet û çavdêrên endam di Koma Nehiştina Fînansa DAIŞê de li Emanê li hev dicivin bo nîqaşkirina awayên zuhakirina jêderên temwîlkirin û fînanskirina DAIŞê, roja 11tê Sibata 2018an. [Wêne ji rûpela Twitter a Hevpeymanîya Navdewletî hatiye wergirtin]

Bi karkirina bi hev re û parvekirina agahîyan, Amerîka û Îraî bi awayekî sîstemkirî toreke qerase ya darayî ya cîhanî ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) têk dibin.

Xebatên herî nû yên têkbirina tora aborî ya Rawî, komeke aborî ya girîng a ser bi DAIŞê ve ye û li Îraqê ye, ji hundirandina Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê roja 15ê Nîsanê ji şeş kesayet û pêgeheke ser bi torê ve di lîsteya reş de pêk tê.

Di daxuyanîyekê de bo eşkerekirinalîsteya nû, Xezîneyê got ku kesên destnîşankirî "girêkên serekî ne" di tora aborî ya DAIŞê de.

Her şer kesayetên ku li Îraq, Turkîya û Belcîka dimînin, ev in navên wan: Muştaq Talib Zuxeyir Rawî, Omer Talib Zuxeyir Rawî, Welîd Talib Zuxeyir Rawî, Muhened Muştaq Talib Zuxeyir Rawî, Ebdul Rehman Elî Husên EhmedRawî û Mihemed Ebdul Qadir Mutnî Esaf Rawî.

DAIŞê du kes ji wan destnîşan kirin, Omer û Ebdul Rehman Elî, bo birêvebirina ya jê re tê gotin "Wîlayeta Feratê" piştî ku "wezîrê xezîneyê" yê rêxistinê di êrîşeke asmanî ya Hevpeymanîyê de sala 2017an li Sûrîyayê hat kuştin.

Ev kes û Muştaq, ku kesekî din ji kesên ku di 15ê Nîsanê ketine lîsteya reş de ye, hevpişkên aborî bû bi fînanskarê kuştî re.

"Wezîrê Xezîneyê", Fewaz Mihemed Cubeyr Rawî, hêsankerekî aborî yê Sûrî bû ku bi milyonên dolaran pere ji torên DAIŞê re veguheztin heta çaxê ew di sala 2017an de hat kuştin di êrîşeke asmanî ya Hevpeymanîyê de li bajarê Elbû Kemal ê Sûrîyayê.

Ew di lîsteya reş a Wezareta Xezîneya Ameîkayê de bû.

Hewiha di lîsteya reş a 15ê Nîsanê de kompanîyeke xizmetguzarîyên darayî ya ofîsên wê li Turkîya, Îraqî û Sûrîya hene cih girt, kompanîya ku çekdarên DAIŞê û malbatên wan bi pereyan zêde dikirin bi rêya hêsankirina veguhestina pereyan di navbera şaxên wê de.

Bi sedên hezarên dolaran di nava şaxên kompanîyê de bo serkêşên rêxistinê li Îraqê hatin veguhestin, Li gorî Wezareta Xezîneyê.

Di nava lîsteya reş a 15ê Nîsanê de Helîma Ednan Elî heye, ew jî fînanskereke jin e ku desthilatdarên Kînyayê ew di Tîrmehê de girtin, ya ku endamên DAIŞê fînans dikirin bi rêya hêsankirina veguhestina pereyan li seranserê Rojhilata Navîn, Ewropa, Amerîka û Rojhilatê Afrîqayê.

Xebatên armanckirina torê

"Hinek endamên tora Rawî di operasyonên taybet de ku Şana Bazan a Hewalgirîyê, hêzên ewlekarîyê û Ajansa Hewalgirîyê ya Îraqî, bi alîkarîya Amerîkayê, pêk anîne hatine girtin," xebîrê hewalgirîyê Fadil Ebû Rexîf got.

Wî ji Diyaruna re got ku di Cotmehê de, desthilatdaran girt ser ofîsên tora Rawî li Hewlêrê û Bexdayê û 10 fînanskerên ser bi rêxistinê ve girtin, û endamên din li Sûrîya, Turkîya û Ewropayê serbest mane.

Wî got ku tora fînaskirinê"kompleks û mezin e" û bi awayekî kara weke wezareta xezîneyê ya DAIŞê tev digere.

"Ofîsên wê yên guhertina diravan û xizmetguzarîyên darayî li Îraqê û li gelek welatên din hene, herwiha kompanîyên bazirganîya giştî û kompanîyên ku di gelek çalakîyan de kar dikin û kompanîyên weberanînê," wî got .

Wî got ku ev "dikanên zêr firoşkarên xweser" dihewînin.

"Dahatên operasyonên şûştina pereyan tên veguhestin di rêya navbênkarên bankî de li seranserê cîhanê û [di dawî de] bo DAIŞê tên şandin," Ebû Rexîf got.

"Hikûmeta Îraqî, bi rêya Banka Navendî ya Îraqê, hemû pere û dahatên aborî yên endamên torê yên çalak in li welat kom kirin û dest danîn li ser wan," wî got.

Wî dîyar kir ku "qedexeyek li ser hemû çalakîyên bankî, bazirganî û darayî," bi kompanî û ofîsên elaqedar bi torê re hat sepandin, li gorî yasayên niştîmanî û navdewletî bo berengarbûyîna aborîya terorê û şûştina pereyan.

Zuhakirina çavkanîyên dahatê

Bêvirandin û têkbirina tora aborî ya DAIŞê gaveke serekî ye ber bi nehiştina terorîzmê ve, profesorê zanista siyasî li Zanîngeha Mustensiriyayê Îsam Feylî ji Diyaruna re ragihand.

Nehiştina kiryarên terorîzmê bi rêya zuhakirina çavkanîyên dahatê armanca koma Berengarbûyîna Aborîya DAIŞê, ya bi rêbertîya Amerîkayê ye, ya ku ji nûnerên 54 welatan pêk tê.

Di civata li paytexta Behrînî Menamayê ya roja 14ê Nîsanê de, Komê hevkarîyeke navdewletî ya bilindtir bo ragirtina herikîna pereyan bo komên terorîst nîqaş kir.

"Amerîka bê westîyan û bi stratîjîdarî kar dike bo zuhakirina cavkanîyên piştgirîkirina terorê," Feylî got.

"Ew li ser gelek astan dixebite bo dûvçûnkirina [tevgera] herikîna pereyan di bankan û sazîyên aborî re û bo çavdêrîkirina xebatên gumanbar ên ku li jêr sîwana çalakîyên aborî û karsazî û dayîn xêrdar tên pêkanîn," wî got.

Feylî bal kişand ser "hevahengîya hewalgirî û ewlehî ya bilind" ya di navbera Amerîkayê û Îraqê û welatên din ên hevpeymanîyê bi rêya pevguhertina agahîyan û destnîşankirina fînanskerên terorîzmê.

"DAIŞê bi milyonên dolaran qezenc kirin dema ku wê dest danîn ser rûberên berfireh li Îraqê û Sûrîyayê bi rêya destanîna li ser bankan, bîrên neftê û bi rêya bacan jî," wî got. "Ev saman bi rêya êrîşên serketî yên Hevpeymanîya Navdewletî û hêzên Îraqî hatin kêmkirin."

"Îroj divê em hevahengîyê di navbera hemû welatan de bihêztir bikin bo girtina hemû fînanskerên terorê, ji ber ku xeterîya wan ne li dijî hinek welatên dîyarkirî ye belê li dijî tevan e," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500